Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Du serî di beroşekê de na kelin

 


Dilovan çeto

Remo bi roj ava re derbasî gund bû ,li paş xwe pez û kûçikê xwe di nav toz û dûmanê de hiştibûn,xwe ji ser pişta kerê avêt û bi fîkan dinê li pez vegeriya,bû hore hora wî û bi virde bazda,bi wirde  bazda û ew jî di nava tozê de wenda bû ,lê remo matmayî ma û di nava xwe de di got:Gelo çi qewimiye?!Çima gundî ne hatin pêşya  pezê xwe mîna her car!
Pez li nava malan bela wela bûn û kerê remo jî li pêşya wî çûbû mal û reşahiyê hêdî hêdî perda xwe berda ser malan.
Remo û piştî ku pez  li nava gund bela bû ,berê xwe da mal û bersiva pirsa wî ma kulek di dilê wî de.

Xanima wî li devê derî li benda wî bû û sawîrên tirsê xweş di hatin xuyanî kirin di çavên wê de.Xanimê destê xwe avête tûrikê remo û got:Qewet be ji tere.
Lê remo bersiv ne da û bi dengekî bi tirs pirsî:Çi çêbûye,çi bûyer qewimiye?!
Xanimê bersiva wî ne da û bezî misînê avê û sabûnê ji bo remo xwe ji tozê bişo.
Gundî wê şevê zû şîv xwarin û mîna remo zû razehan,şevek giran û dirêj di ser wan re derbas bû .
Berî her kesî remo taştê xwar û rahişte darê şivan tiyê û tûrikê xwe ku xanima wî nan û xurme jêre xistibû nê û li kerê siwar bû û li bênderên gund ma li bendî pez ku ji nava malan derkevin.
Hêdî hêdî pez li bênderan kom bû û remo berê wan dane çolê.
Rojek,di do,heftiyek,mehek,derbas bû û pezê remo roj bi roj kêm di bû.Remo bi xwe jî di nava xwe de di fûrî mîna gundiyan,lê ma wê çi bi kin,tiştek bi destê wan ve ne di hat.
Rojekê di serê sibehê de û bi tîrêjên rojê re û mîna her roj remo xwe amade kiribû da ku here ber pez,lê belê ew ma dilihayî dema ku kera xwe û kûçik û mirîşka xwe ya ku bi tenê ma bû,ne dîtin di koxê de!
Li dora mala xwe û li nav malên cîranan li wan geriya,lê tu zanyarî li ser wan bi dest ne ket,paşê li gund geriya mal bi mal lê mixabin ne xuya bûn.
Leşkerên li ser sînor û di wê dema dereng de ku li bendî Ronahiya rojê bûn,ta ku hinek germahî bi de wan û ji aliyê din ve nobeta  xwe jî bi qedînin û herin ji xwe re razin,lê li ber çavên wan sawîrên hin kesan di hate xuyanî kirin û bi ser sînor ve di hatin.
Çekên xwe xistin destên xwe û xwe amade kirin û ji dûr ve ban kirin:Bi sekinin,rawestin,emê gule yan berdin we ha…
Lê tîrêjên rojê wê kêlîkê reşahiya şevê belav kiribû û sawîrên ku li ber çavên leşkeran di hatin xuyanî kirin,bûne goşt û xwîn.
Leşkeran ew sekinan din û dest bi pirsan kirin:Hûn ji kûve tên û bi kûve di çin?
Lê berî ku kesek ji wan bi axive,leşkerekî ji wan ban kire mirîşkê û jê pirsî :Çima te dev ji gund berda û tê here xerîbiyê?
Mirîşkê got:Ez xweş di zanim ku dawiya temenê min ser jêkirine û ez razî me çimkî bûye tiştekî normal di nav me mirîşkan de,lê dema ku ev reşikên şevê ketin gund de û dest bi dizî û talaniya malan kirin û her roj berx û mirîşkên xelkê di birin,û min zanî bû ku rojekê wê min jî bi bin û min ser jêkin,bi rastî ev tiştê han bi min ne xweş bû û min ji xwe re got,bila leşkerên li ser sînor goştê min bi xwin û bila ev reşkên şevê  bi goştê min şa ne bin.
Leşker ban kire kûçik û jê pirsî:Te çima dev ji gund berda û tê here penaberiyê?
Kûçik keserek berda û got:Ji roja roj de em û insanan di vî gundî de hevalin,em nobe dariya mal û mewdan û pezê wan di kin bi şevan, û bi roj em bi şivanan re nobe darî û paras tina pez di kin ji gur û torîkan.Lê piştî ku ev reşikên şevê ketin gund û dest danîne ser malan,em neçar di kirin ku li devê derî û rêbendên wan nobe dariya wan bi kin,ji ber vê yekê min got bila bumbeyên sînor bi min de bi teqin û bila ez nebim nobe darê wan.
Leşker serê xwe hejand û berê xwe da kerê:Lê ma te çima dev ji gud berda?!
Kerê bi paye bûn lê vegerand û got:Bi rastî serê du beranan di beroşekê de na kelin!!!    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark