Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Fonografa Elî Çawîþ

 


Konê Reþ

Di zaroktiya min de li gund, Elî Çawîþ xortê bavê xwe Ehmedê Pitê yê delalî bû – Ehmedê Pitê, yê ku kalikê min navê (Konê Reþ), lê kiribû, min jî navê xwe ji navê wî girtiye- Ehmedê Pitê Bavê Elî Çawîþ gelek zilm û zor ji destê cendirme û çawîþên tirkan dîtibû, ji ber wan di beriya Mêrdînê, nav kurdên Rojava re derketibû û li Doda akincî bibû.. Vêca ji ber hezêkirina wî ji kurê wî Elî re bi naznavê (Elî Çawîþ), bang kurê xwe dikir. Divîbû ku kurê wî Elî xurt û bi hêz be wek çawîþan..! Bi demê re naznavê bavê wî lêhat kirin û xelkê jêre got: Elî Çawîþ.. Ta ku berî çend salan li Qamiþlo çû ber dilovaniya Xwedê.

Hingê jî nû radiyo û fonograf derdiketin, Elî Çawîþ fonografek ji Qamiþlo kirî û anî gund. Her danê esirê sindoqa fonografa xwe derdixist navtara ber deriyê xwe, badoka wê baþ badida, qawinê strana ku divîbû li ser rast dikir, derzî datanî ser qawin, berê borîzana wê dida serxetê; gundê Zorava, Qesra û Menderê û digot: Bela mirovên me jî guhdarî bikin.. Ezê di ana tirka n..  Bela bibeecin.. (Hingî stranên kurdî li tirkiyê qedexe bûn û deng ji Doda diçû van gundên Serxetê). Gundî jî, hûr û girs ji çar hawêr ve lê kom dibûn. Wî li wî, yê ku xwe nêzîkî fonografa Elî Çawîþ bike û vê ecêba kesî nedî bibîne..! Her yekî divîbû Elî Çawîþ qawinê strana li gor dilê wî deyne ser; hina jê dixwest ku qawinê stranên Kewîs Axa deyne ser, hina Seîd Axayê Cizrawî, hina Meryem Xan, hina Karabêtê Xaço, hina Mihemed Arif dixwest û wiha.. Lê Elî Çawîþ li kesî venedigerand, wek xwe dikir û ji wan re digot; ezê strana li gor dilê xwe deynim ser, ma we qirûþekî xwe têde daye..
Fonografa Elî Çawîþ di gundên herêmê de jî deng dabû. Wek ku qantir bizê an xwê þîn bibe..! Xelik ji gelek gundên dûr dihatin Doda taybet ji bo dîtin û guhdarîkirina fonografa wî.. Gundiyan navê (Mekîna Strana) lê kiribûn, nizanîbûn bigotina (Fonograf) û ji hev re digotin ev ecêbek ji ecêbên dinyayê ye. Hina digot; dawiya dinyê ye, heyamê Dical e.. Hingî mele Xelîlê Nêf melayê gund bû, dor 15 feqayên wî hebûn, wî li wan vedigerand: (Þêx Elaeddîn dibêje; ji elametên dawiya dinyê ku alavên gawiran wek vê mekîna Elî Çawîþ, berdestî misilmanan bibin û misilman lê guhdarî bikin! Ev yek ji wan elameta ye.. Xwedê me bistirîne û vî cahilî ji rêka gawriyan vegerîne..)



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark