Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin -25-

 


Konê Reþ
 

Wek berê jî min gotiye di gundê min de kesî bi zimanê erebî nizanîbû, lê hina zanîbû Quranê bixwînin, bê ku jê fam bikin. Dor 40 malî li gund hebû, xelkên wan malan tev bi hev ve girêdayî bûn; di nexweþiyan de serdana hev dikirin, di þahiyan de beþdariya hev dikirin, biçûk û mezinan hev nas dikirin, her malekê rewþa mala din ya aborî, civakî û problemên wê nas dikir. Alîkariya hev dikirin, hev diqedandin û pere bi deyin didan hev.. Ku metirsiyek bihata ser gund, tevan bi hev re bervedêrî di ber gundê xwe de dikirin.. Ez nabêjim ku zikreþî, çavnebarî û nakokî di nav gundiyan de nebû, ew jî, ji ber xeþîmî, feqîrî, cahalet û nezaniyê bû..


Ji rexekî din ve xelkên gundê min jî, wek pirraniya xelkên gundên Beriya Mêrdînê, her êvara pêncþembê jin û kalemêrên gund diçûn ser gir, serdana miriyên xwe dikirin û pêre jî þîva miriyan li malên feqîr û belengazên gund belav dikirin.. Di gundê min de roja çarþembê wek roja bêhinvedanê bû, di vê rojê de kesî cil, caw û serê xwe nediþûþt.. Hem jî, li gor baweriyên xelkên gund çenedibû ku kes avê bi ser agir de dake an tif li agir û agirê tifikê bike, digotin gunehe..! ku hin ji hev aciz dibûn, wek van gotinên nexweþ ji hev re digotin: (Ûcaxê te vemre), (Ûcaxê te kor bibe), (Mala te li mîratê bigere).. an ji hev re digotin (Filankes ûcaxê wî hene, xwe jê bistirînin) û wiha gelek ji baweriyên di vî terzî de mezinan ji hev re digotin. Hingî, ew pêþketina ku li bajarê Qamiþlo hebû hêj negîha bû gundê min û nû Radiyo û Fonograf derdiketin.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark