Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêwîst e, serok ji kolanan bê hilbijartin ne ji perlementoyê

 


Konê Reþ

   Bi min xweþ e ku ez jî dewla xwe, di mijara hilbijartinên serokatiya herêma Kurdistanê de dakim. Ez jî kurd im û dilê min bi ser Kurdistana min ve ye, xêr û pêþketinê ji bo wê hêvî dikim...

   Di baweriya min de, divê xelkên kolanên Kurdistanê serokê herêma Kurdistanê hilbijêrên ne perlementoyê Kurdistanê.. Ji ber ku 40% ji xort û keçanên nûhatî li herêma Kurdistanê ne di partiyên siyasî de ne û da ku rêk li ber partiyên siyasî bê girtin, divê biryara hilbijartina serokê herêmê di destê cemawerên Kurdistanê de be, di destê tev xelkên kolanên Kurdistanê de be, ne tenê di destê Perlemento û rêkxistinên siyasî de be..


Di dewletên demokrat de, wek Fransa, Swêsra, Swêd ku perleman li ser bûyerekê îmze dike û ew bûyer ne bi dilê cemawer be, ew cemawer xwepêþandanan dikin û di encam de, perlementoyê wan neçar dibe ku ji biryara xwe vedigere.. Anku hêza cemawerê kolanê ji hêza endamên perlemento duristire.. Hêza cemawerê kolanên herêma Kurdistanê ji hêza endamên perlemanê Kurdistanê bi hêz û mezintire, ji ber ku cemawer, ew endamên perlemento bijartine..

   Sebaretî hilbijartinên serokê herêma Kurdistanê, pêwîste hilbijartin di kolalên gund û bajarên Kurdistanê de bibin, ne di permemento de.. Dengê keç û xortên nûhatî ji bo vê yekê gelekî gereke.. Berê me li pêþ e, ne li paþ e û pêþ ji xortan re ye.. Çima em ê di ser dengê wan re biqevêzin..? Ji mafê wan kesên nerêkxistinî ye ku li dengê wan jî bê guhdarî kirin.. Perlemento dengê wan hilnagire..

   Werin em xwe bi xwe serokê xwe hilbijêrin û serê xwe ji kesî re neçimînin.. Ji wan kesên ku dixwazin me nema bikin.. û her dem bi hewildanin ku Kurdan bi tawanên ne durist gunehkar bikin.. Pêwîste, em ji rêbaza Kurdayetiya durist venegerin û xwe bi xwe kêþeyên xwe çareser bikin.. Em tev di cenga hebûn û nebûnê de ne.. De werin em di bin ala Kurdistanê û serokatiya serok Mesûd Barzanî de bilivin û pêþkevin.

   Kesên ku rast û durist evîndarên welatê xwe bin, bi pêþketin û serweriya welatê xwe re bin, wê hilbijartinan di kolanên Kurdistanê pêk bînin û kî dengan kom dike û dibe serokê herêmê bela ew be, em pêre û ez wî piroz dikim..

Sebaretî min, ez serokatiya Mesûd Barzanî ji bo herêmê, li gor rewþa me kurdan û halê hazir û berjewendiyên gelê Kurd û misilmaniyê; ferz dibînim, ferzek eyn dibînim ne ferzek kîfaye… Hem jî dibînim ku, wefadarî û rûmete ji pêþmergên Kurdistanê re..

   Ji niha ve ez serokatiya herêma Kurdistanê li serok Mesûd Barzanî pîroz dikin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark