Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nivîskar û wergêr Ehmed Qazî li Mehabadê koça dawî kir

 


 Konê Reþ
 

Îro, 07.06.2015, bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina nivîskar û wergêr mamoste Ehmed Qazî bihîst.. Ez ji Qamiþlo, sersaxiyên xwe ji malbata wî, ji tev gelê kurd li Rojhilat û ji tev rewþenbîrên Kurdistanê re pêþkêþ dikim.. 
Îro, 07.06.2015, mamoste Ehmed Qazî li Mehabadê koça dawî kiriye û sibe 08.06.2015, wê termê wî bi rêûresmekî mezin bê guhestin goristana Gelkoyê Zanayan li Mehabadê..


 Çilo min rehmetî Ehmed Qazî naskir? Berî 5 salan, di roja 18-22/06/2010 an de, digel hevalên xwe Derwêþê Xalib, Deham Ebdulfettah, Mihemed Hemekoçer, Nafi Beyro û Bavê Selah, li ser daxwaza parlamentera bajarê Wanê, xanima hêja Gulþen Orhan (Keça mîrê Miksê Nacî Orhan), em çûn Wan û Miksê ji bo 2 mîn Festîvala Feqiyê Teyran. Li hotêla Þahmaran, ez çav bi þanda ku ji rojhilat hatbû, ketim; Ew þanda ku bi serokatiya mamoste Ehmed Qazî bû û ji van kesan pêk dihat: Dr. Qutbeddîn Sadiqî, Eta Nehayî, Kafî Elewî, Bahram Waladbaigî, Xatûn Nesrîn Caferî, Sîmîn Çayçî, Seîdi Qazî, Mohammad Alî Soltanî, Siware Fotouhî, Ehmed Behrî.. û wiha di wan rojan de me hev naskir û çend rojên xweþ me bi hev re derbas kirin..
Di wê festîvalê de nivîskar û wergêr Ehmed Qazî, li ser navê þanda kurdên Rojhilatê xweþhaliya xwe, ji bo  lidarxistina vê festîvala Feqiyê Teyran anî ziman û diyar kir ku cara yekem ligel zext û astengiya li ser ziman û çanda kurdî, bi festîvalên weha pêþî lê hatiye vekirin. Ehmed Qazî, di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku hemû ziman û çand di nav serbestî û demokrasiyê de bijîn û hemû rewþenbîr guhdanê li klasîkên kurdan bikin..
Serê malbata wî, rewþenbîriya Kurdî û gelê kurd sax be..
Ev wêneyê me berî 5 sala ye.
Qamiþlo, 07.06.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark