Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Xewna Penaberiyê

 


Reşad Şeref

Rebeno, nema çavên wî bi jina wîve dirabûn! Jinê digot: Xwelî li serê min be, ma min jî mêr heye? Mala minê! Mêr jî hene û mêrkok jî hene, hevalên min yek jî li vî welatê gemar nemaye. Eyşo keça şivên bû wa li swêsra ye, Gurcê li elmanya ye, Şefê li swêde..bi pera dilîzin!
Ev çîroka Gewrê bû, sibe, nîvro û êvarî. Mêrê wê got: gewrê ez destên te maçdikim, lingên te maçdikim ez gorî û qurbana teme, bes van çîrokan bibêje, Keçê ev xakea bav û bapîrên me, kevir bi kevir, kuç bi kuç bi xwîna xwe paqijkirîn û axa bi xwedana xwe strayîn..

 ez dest jê  naberdim. Keçê, ewên çûyîn oripayê vira dikin, derewan dikin. Nanê belaş nadin tu kesî, ew nanê hîzîtiyê dixun, serpêlin. Eger tu dev ji war û meskenên xwe berde.. rûmeta te namîne, namûsa te namîne.

Mêr bi dilşewatî ev gotin, gotin. Gewrê serê xwe hişkkir û got: Mala minê! Ha..ha..ha..de rabe axa xwe buxwe bila axa te sûdê bide te.
Mêr bê çare ma, bi dilekî kul û keserên şewat, erd, xanî û hertişt bişûn xweve hişt û çû.
Ji Gewrê ewbû ko li firokxaneyê dakevin û bêjin em kurdin, penaberin, ewê bêjin wey hûn li ser ser û çavên me û bavên me hatîn. Wê dicîde mafê penaberiyê bidin wan tevlî xanî û pêkhatiyên wî.
Di balefirê de pasportên xwe pîç û pîç kirin û xistin kepînê. Rûpela ko wêneyê wan, nav û nîşan li ser daqurçandin jibo yek carî derfeta vegerê nemîne. Dema daketin, polîs kelebçe xistin destên wan. Ji xwre digotin: Evê poşman bibin bi vê kiryara xwe. Bi wan re ingilîzî, firensî û elmanî diaxivîn,  lê ew tê nedgihan tenê digotin: Em kurdin kurd, bi xwedê hûnê poşman bibin.
Rojekî di wê odeya qerisî de man. Tenê destûra du tiştan ji wanre hebû, çûna kepînê û vexwarina avê. Zehferan li ser ûrên wan tirşbibû û qurênî diket rûviyê zikên wan. Bi derengî şev tûrên reş xistin serê wan. Li turimpêlek leşkerî siwarkirin û bi rê ketin.
Bi hilata rojê re zanîn ko hildikşin jor. Xwuhdanek qerisî di eniya wanre da der. Ji xwere gotin: wê me li serê çiyakî li nav dehl û devîkî deynin, ji sarma û birçîbûnê emê bimrin û bibin êmê cinawerên çolê. Li cihekî danîn, tûrên reş rakirin ji têrîja rojê û berfa sipî çavên wan ne divebûn. Li serê wî çiyayî jibilî avahiyek sipî û hewşek mezin hîç tiştek tunebû. Kelepçe ji destên wan vekirin û derbasî wê avahiya sipî kirin.
Ew xelkên li wir ji hemî welatên cîhanê hebûn. Ewrên reş hin bi hin li ser çavên wan diferikîn. Ji hevre gotin: Mane kurd li her cihî hene, hetanî gihane hindistan û çînê, texmîn kirin ko wê kurdekî bibûnin lê bawer nedikirin ko jin û mêran ji hev veqetînin û ne digumana wande bû. Gewrê birin aliyê jinan.
 Karmendekî destê wî girt û bire odeyekî du text lê hebûn. Bi eşaretan lê da nasîn ev textê teye. Li ser textê din zilamekî reş wekî qîr navserî xwebû, pora wî ya kizirî û xelxelok, hinek xelekên sipî têde xuya dikir, û awirên çavên wî ne li bayê hevbûn. Dema li te dinerî te digot qey li kesekî li pişt te dinêre. Dev li ken jêre got: (Welcom)! Dema keniya dît ko diranekî wî yê pêş şkestî ye, li ber xwede got: Hema ev ji bavê min kêm bû!.
 Sê heyv qediyan di wê odê û wê kampa penaberan de. Derfet tunebû ji derveyî hewşê derkevin. Bû demê dadweriyê, wergêrekî kurd anîn dadwer jê pirsî: Ka çi derdê te heye? Jibo çi te welatê xwe li pişt xwe hiştiye û penaber bûyî?
Herdu destên xwe xistin hevde bi tûj li dadwer nerî û got: Hema ez kurdim bese! Û êzidî me ji başûrê kurdistan im, nasnama me nîne, mafê xwendinê nîne, ez nikarim bê nasname karekî bikim. Dewlet yek lîre nade me, ma emê çewa xwedî bibin! Tiştekî din kurdên musilman xwarina destê me naxun û bi çavekî piçûk li me dinerin tevlî ko em jî kurdin. Heftê û sê ferman bi serê me hatiye, ( Sedam Husên ) gundên me wêran kirin perestgehên me hilweşandin kesek bi hewra me nehat, kesek bi destê me nagire. Seyda, te rastî divê wejî tiştek ji mere nekir ye, ev sê mehin em li serê vî çiyayî bila dilê gawiran bi me bişewite! Ma jivî pêve ezê çi bêjim!
Li benda dadwer ma ka wê çi bêje. Du tiştan bala dadwer kişand, yek kurdên başûr tevlî kuştin, talankirin û wêrankirinê ne bê nasnamene. Didu, pereyên Iraq ê dînarin!
Dadwer got ezê du pirsan ji te bikim eger te bi rastî bersiva min da, ezê mafê penaberiyê bidim te.
Dadwer pirsî: Tu dibêjî tu êzidî yî mîrê te kîye?
Got: seyda, xwedê hema her kes mirê mala xwe ye.
Dadwer pirsa dudiyan kir û got: teyrek ji teyran li cem êzidiyan pîro ze, ew çi teyre?
Got: Bi wî xudayê ez û tu dayîn li cem êzidiyan hemî cenawer pîrozin û tu cudahî di navbera wan de nînin.
Dadwer got: Jina te gotiye hûn ji beşên kurdistana sûrî ne, bersiva te çiye?
Zanîbû ko hertişt têkçû, got: Ji xwe ewê mala min wêrankir!.

Biel
29.12.2013


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark