Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirtûkxaneyek me bi Koçkirina Hecî Ibrahîmê Çêlkî re Þewitî

 


Konê Reþ

Doh (04.05.2015), kalemêrê kurd yê orjînal Hecî Ibrahîmê Çêlkî, ji temenê 83 salan li Qamiþlo koça dawî kir. Di eynî rojê de, termê wî hat guhestin gundê Dugirê û ew di goristana welatparêzên kurdan de hat veþartin.
Ew, kurê Remê Hecî Osman e, di sala 1932an de li gundê Çêlka Eliyê Remo çêbibû. Di 20 saliya xwe de xwinlî bibû û hatibû Binxetê, bibû yek ji akinciyên bajarokê Tirbesiriyê, vê paþiyê mala xwe guhestibû bajarê Qamiþlo û jiyana xwe lê derbas dikir.. 

Hecî Ibrahîmê Çêlkî, wek pirtûkxameyeke kurdî ya li ser du lingan bû. Ew di nav eþîrên çiyayê Bagokê de mezin bibû, koka eþîran, bavikan û axayên wan xweþ nasdikir.. Mêraniya wan, bêbextiya wan û qenciya wan çak bihîstibû.. û xweþ zanîbû, mala mala Eliyê Remo kî ne, mala Ismaîlê Werdê çi kesin, mala Haco ji ku hatine û çi eþîrin.. Fillehên Raîtê kî ne.. Hevêrka Eþîre an herême..
Her ku min ew didît, min gelek pirs jê dikirin, wî jî bi kêfxweþî bersiva pirsên min dida û þaþiyên min rast dikirin.. Ew dîdevanê (Þahidê), sed salî bû ji bûyerên herêma Hevêrka û çiyayê Bagokê û bûyerên ku di nav kurdên Binxetê de qewimbûn.. Ew mîna ferhengekê bû ji çîrok û serpêhatiyên kurdî yên orjînal.. Di baweriya min de bi koçkirina vî kalemêrê kurd Hecî Ibrahîmê Çêlkî re pirtûkxaneye me hat þewitandin.. Yezdanê mezin wî bi dilovaniya þad bike, cihê wî buhiþta rengîn be, serê malbata wî sax be û serê gelê kurd sax be.


Konê Reþ, Qamiþlo roja 05/05/2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark