Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Albuma konsera Şivan Perwer, «Şahî û Dilşadî – Şivanname 3» derket.

 


Hunermendê hêja û hostayê muzîka kurdî Şivan Perwer, bi helbijardeyeke ji stranên wî yên herî pir tên hezkirin, ku ji konsera Berlînê hatine girtin, bi navê "Şahî û Dilşadî – Şivanname 3” ji alî  PEL Recordsê derket.
Şivan Perwer ku êşa qetlîama 1988an  bi strana Helepceyê û dema ku dihatin înkarkirin jî bi coşeke serhildêrane bi Kîne Emê, derd û kulên kurdan dianî ziman, di albuma "Şahî û Dilşadî – Şivanname 3”de cara pêşî ye ku bi saza xwe û dengê xwe pêşş dike.
Di vê albuma bijarte de li ser hev 10 stranan pêşkêş dike.Stranên “Sebra Malan", "Lê Dotmam" û "Dayîkek" deng û awaz yên hunermend bi xwe ne.

Stranên gelêrî yên wek "Çayê Berbena", "Çik o Sebeb", "Şêxê Canê" û "Li Min Xerîbê" cara pêşî ye ku bi hev re di vê albumê de cih digrin. Her weha stranên ku bi salane tên gotin: "Ez Xelef im","Nazdar" û "Sarê" jî ku di bîra me de ciyekî wan î taybetî heye, di vê albumê de ne.
Ev albuma Şivan Perwer ku di sala 2000î de ji konsera Berlînê hatîye girtin û albuma wî ya yekem a sahnê ye, PEL Recordsêçêkirina vê albumê;"Şahî û Dilşadî – Şivanname 3hilda ser xwe û amade kir û derxist.
Li gel enstrumanên otantîk ên wek qanûn, keman, mey, zurne û defê, hunermend bi grûba xwe ya muzîkê re stranên xwe bi awa û şiroveya xwe pêşkêş dike.
Hunermend Laleş bi dengê xwe di koroyê de cih digre, muzîsyen Ismet Demirhan jî hem bi dengê xwe hem jî bi mey û zurneya xwe tê de beşdar bûye. Hasan Kanjo li qanûnê, Nahmaddin Najm li kemanê Diler Saaty jî li perkusyonê (def, bendir) dixe û  Şivan Perwer  jî bi  deng û tembûra xwe tê de cih digre.
Ev albuma Şivan Perwer; "Şahî û Dilşadî – Şivanname 3bi awayekî giştî ji alî Sony Music tê belavkirin. Album li hemû marketên navdar ên muzîkê, li platformên muzîkê yên dijital û li tevahîya Ewropayê jî ji “Amazon” û ji  “Kurdish Media Shop”ê tê peyda kirin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark