Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Va dimirim

 



Tengezar Marînî

Tu li min bi hemanekê bûyî?
Þev e,
ez xwe bispêrim kîjan stûnî?
Erê li ber kîjan sîberî serê xwe deynim
Þev digirî
Yaxud ez?
Bêhna te nayê min.

Li kîjan asîmanî îro rondikên te dibarin.
Nesazvan im, 
ez karibim dûrahiya te bijenim
Nebilûrvan im,
kovanê dûriya te bigiriyênim
tenê ez digrîm
buhara min te ez kirim payîz
ax dilêm teng e
teng e, dilêm teng e.
buhar bû niha payîz e
çawa dikarî bêyî çavên te maçî bikim bikevî xewê
kî dê þeva min rewþen bike?
min gote te neçe
buhar û payîz yek in
Mirin xweþtir e ji vî halî
Dîlê xema te me,
îro, di gel þevê me,
rondikan em bi tenê nehiþtim
Va dara min zer dibe, 
temenê min zer dibe
çavên min zer, mor dibin, vedimirin
heêdî hêdî dimirim 
dimirim, 
dimirim


* * * * * * * 

Peyvên Hannah Arendt



* * * * * * * 

Bi destekî



* * * * * * * 

Ji dûr ve

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark