Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hesekê... û rewþa abûrî ya aloz

 


Salar Salih

Ji destpêka þoreþa Sûriyê ve û ta dema niha niþteciyên bajarê Hesekê di rewþeke abûrî aloz de dijîn , ku roj bi roj pêdiviyên jiyanê ber bi buhabûnê ve diçin , û welatî bi giþtî û bi taybet fermanber û karker nikarin hemû pêdiviyên xwe bicih bînin , lewra pirên wan di penaberiyê de çareseriyek guncaw dibînin , derfetên ku mirov du karên cuda jî bike pir kêm in, çimkî gelek kargeh û firoþgeh û dikan hatin girtin û xwediyên wan koçkirin jiber tirsa wan ji rewþa ewlehiyê ya netebût li bajar.

Wek nimûne ezê li ser rewþa fermanberan bi-axivim :
Berî ku þoreþ destpêbike mûçeyê fermanber digihiþt 15,000 leyrê Sûrî ango nêzîkî 300 dolarê Emrîkî dikir, digel ku pêdiviyên jiyanê bi nirxekî erzan dihatin firotin û guncaw bûn bi nirxê mûçe re , di encamê de fermanber di rewþeke baþ de jiyana xwe diqedand , piþtî ku þoreþê destpêkir nirxê perên sûrî li himber dolarê Emrîkî nizim bû ta gihiþt astekê ku niha 200 leyrê Sûrî dike nêzîkî 1 dolarê Emrîkî , ango mûçeyê fermanber yê ku dighêje 20,000 leyrê Sûrî tê himberî 100 dolarê Emrîkî , digel ku hemû pêdiviyên jiyanê sê çar taq buha bûne, mûçeyê fermanber bi vî nirxê nizim nikare hemû pêdiviyên jiyanê yên sereke jêre bicih bîne, herweha gelek kesên dîtir jî ji bilî fermanberan di heman rewþê de ne, jiyanek dijwar diqedînin.
Rêjîma Ba`as vê yekê bi xurtî diçewsîne, û mûçeyên bilind dide wan kesên ku xwebexþ dikin di hêzên alîgirên Rêjîmê de, ku nêzîkî 250 ta 300 dolarê Emrîkî mehane dide ew kesê ku tevlî nav refê wan hêzan dibe û xizmeta leþkerî têde dike, piraniya ew kesên xwebexþ dikin di hêzên Rêjîmê de jiber dijwariya rewþa xwe ya abûrî diçin, ku nikarin pêdiviyên kufletê xwe bicih bikin, naçar dibin ku di hêzên Rêjîmê de xwebexþ bikin û mûçeyekî bilin wergirin, wek nimûne Bavê Ehmed ji taxa Xiwêran mirovekî fermanber e, û mûçeyê wî dighêje 90 dolarê Emrîkî, ew nikare bi vî mûçeyî pêdiviyên kufletê xwe ku 8 neferin bicih bike, lewra ew niha dixwaze xwebexþ bike di hêzên Rêjîmê de litev ku ew ne bawer e bi vî karî, çiku ew dibêje: "yan ezê mirovekî bikujim, û yan jî wê hinek min bikujin, lê ez çibkim, naçarim, divê ku ez hemû pêdiviyên zarokên xwe bidestxînim".
Di vî alî de dezgehên civaka sivîl û bi taybetî dezgehên xêrxwazî dikarin rolek giring bilîzin, ku destê alîkariyê bidin van kesê xizan mîna Bavê Ehmed û kesên wek wî litev ku fermanber bin jî û xwedî mûçe bin, lê ew bi pêwîstî alîkariyê ne, ta ku hin layenên siyasî rewþa wan ya dijwar neçewsînin û wan nexin xizmeta armancên xwe de, ji layekî dî ve gereke civaka navnetewî piþtgiriya dezgehên civaka sivîl û yên xêrxwazî bikin da ku karibin bi rola xwe rabin, ev piþtgirî bi gelek þêweyan dibe, piþtgiriya diravî û vekirina xulên fêrkirinê li ser civaka sivîl û karê xêrxwazî, þandina turumpêlên alîkariyan bi hemû coreyên xwe, wek: cil, xwarin, derman,pêdiviyên xwendinê û þagirtan, pêdiviyên jiyanê, û damezirandina hin projeyên geþpêdanê yên biçûk ji bo peydakirina derfetên kar ji kesên bêkar re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark