Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: bi xêrhatî axa

 


Wehîd Keleş

  gelî gundiyan îro axa mêvanê me ye divê em bi karê pêşwaziya wî rabin 

Elo wesa digot : divê em li xweştirîn cih wî deynin

 û em jê re bidin xûyakirin ,hîn tu axayî , û tiştek nehatiye guhertin ,û hîn  gotina te li cem me pir  buhaye , û divê bizanê em bê wî mirîne û pariya nanê me dixwar jî ji qenciya destê wî bû , ew bav û birayê me bû


çeto gotina Elo qutkir û xwe bi serê wî de zirtikand û jê re got : de  bese mal wêran , rojekê tenê bibe mêrxas , ji roja min tu naskirî ta îro tu ev malî
li wir jî û li vir jî hîn tu ew kesî, derew û koletî û ziman dirêjî û her tu di bin sihika wî deyî, kesên mîna te çavê wî sorkirin û ew kir axayê xwe
ma te jibîrkir axa çi anî serê me , te jibîrkir çiqasî ji xwîna me divexwar , ta segên wî jî ji keda me dixwarin
yan te jibîrkir , xweş tê bîra te çawa beyarên gund tev hilkirin ?
dibistana gund jî  ji xwe re birin , û li ser her kesî çîrokê reş û kirêt çêkirin  , û bê bextî dikirin
û hîn tu dibêjî emê pêşwaziya wî bikin
bi xwedê ez wî bibînim dê tifbikim ser û çavê wî , min bawer nekir ez ji dîtina wî cudabûm , dê li  du me werê vir

seyda serê xwe rakir , ji civatê re got: xemnakê ez şekirekî bişkînim

jê re gotin : fermo seyda gotin gotina te ye , tu mezin û şîret karê meyî
seyda destpêkir:bi navê yezdanê dilovan , û silv û nimêj li ser pêxemberê me
mirovê oldar , ne xasim wekî min divê gotina rast bêje ku şûr jî li ser stukira wî be
bi rastî axa hinek şaştiyê wî hebûn em nikarin veşêrin , lê li gelek deveran jî qencî dikir
tê bîra we hinga çeko hatî girtin , kî  ew ji destê dereka berda
mizgefta gund tê bîra we kî pere dan ta me cihê şûştina miriyan çêkir
hemiya bi hev re gotin tu rast dibêjî seyda
seyda germkirin ,û berdewamkir 

divê em li hev bibûrin ne xasim em li virin , divê dilê me fireh be

Mûsa cihê xwe xweşkir , bibûre seyda me gotina te bi şekir şikand

ez dibêjim bila cihê axa li tenişta min bê
seyda na heyran axa gerek nêzîkî minê
da jê re bibim şîret kar , bi xwedê vir nasnakê , û nizanê bersiva xwe bidê
lê hima dostekî mirov hebê çêtire ku tune bê
û li wir jî xax gelekî li gotinên min guhdarkir û li vir jî gerek ez piştgirya wî bikim

hingî dem teng dibû , û hingî dibû civat disincirî
bi guftûgoyê û bi gotinan hev dikişkişandin
dengê rimrima çend lingê mirovan li jora hat
seyda got : hêdî, bê dengbin bi xwedê hatin vêcarê raste

dengê kolana bêr û mer û qazimeyan hat
dîsa seyda got : hêdî bê dengbin bi xwedê dest bi kolanê dikin vêcarê raste

demjimêrek ji kolanê derbasbû , kolan rawestiya

mûsa got :ez dibêjim kolan giha tenişta min

Elo kêfxweşbû û got : gelekî başê
nêzîkbû , bi xwedê ez destê xwe radim destê min dê bigihê tenişta wî
gelek nema axayê min were

li jor  mezin û zarok tev li ser gorisdtanê civiyan, axa li ser darbestê yê li jêr dîsa civat li darbû

seyda got gelî miriya , niha axa dê  werê ez hêvî dikim , lêbûrîn hebê û
tu kes tu gotinê ne xweş nebêjê axê
ne xasim dê ji jor werê jêr , niha westiyaye , û rewşa wî ne tu reweşe
heyrana we me ,wî bihêlin tenê

li jor axa kirin di gorê de xwelî dan li ser sînga wî ,gundiya "fatihe" li ser canê wî xwendin
hêdî hêdî bi paşde yek yek du du dil şikestî , û hinek dil xweş vegeriyan
malên xwe

û li jêr seyda û Elo hatin pêşwaziya axa û miriyan tevan  bi hev re û bi yek dengî gotin:
tu bi xêr hatî axa

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark