Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: PENABER

 



Salih Cango

Dema Dayik Rondikên xwe
Di Landika Hêvîyan de dilorînin
Û liber bayê Payîza Welat
Xewnên xwe di dêrin û dibarînin…!

Wê çaxê Evîna te …
Di Dilê minde hiþyar dibê
Û ez liber Pêlên lehiya Hêsirên Dayikan bê Serî diçim
Welatê min...
Îro ji te dûrim
Weke Çûkekî çengo kirî di Zivistaneke tarîde
Bê Hêlîn mame…!
Lê ez bûme þivanek liber xewnên vegera xwe
Li himêza Axa tede
Ew Axa kû xewnên pakrewanan himêz dike…!
Ew xewnên kû di Landika þiyarya xwde wan dilorînim
Û bi germîya dilopên xwîna xwe wan di parêzim
Ji qirra tenêbûnê…!

AAAx …
Ji vê tenê bûnê …
Dema Perda tarîya xwe bi ser jiyana min de di weþînê
Asoyên hebûna min wendadibin
Sînor li Jiyana min teng dibin
Û riya min di laþê min de namênê
Wê çaxê qîrîna min di gewya minde bê deng dibê
Lê Vedenga qîrîna birînên Pakrewanan
Û lorîna Dayîkan
Bi ser Darbestên Zarokan Ê kû bûne nîþana Welatê min…!
Dîsa min hiþyardikin û berê min didin Evîna te
Welatê min….
Hey Welatê di Cenga xwirtande Îro maye bê serî
Gelo…ma rojek heye kû li te vegerim Û tu bûbê bi sery…?


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark