Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê DILÊ ZAROKÊN KOBANIYÊ XWEÞ KIR

 


 Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn. 
Ev tevkariya bi zarokên Kobanî re ji alî rêveberên HRRK-Bakur Mizgîn Tahir, Munîr Þêxê û Rizoyê Xerzî ve gihan zarokên Kobanî yên ji ber zilma terorîstên DAIÞ ê cih û warên xwe terk kirine û li Pirsûsê di kampa penaberan de bi cih bûne. 
Îro di seatên serê sibehê de þandeya bi navê HRRK ê berê xwe da Pirsûsê û ew cil û bergên ku hatin kirîn teslîmî rêveberiya saziya kar û barên penaberan ên kampa Arîn Mîrkan kirin. 

Di vê demê de, kurd bi giþtî û bi taybetî yên Kobanî û Þengalê di þert û mercên giran re derbas dibin, pêwîst e ku hemû sazî û rêxistinên kurdan xwedî li xwiþk û birayên xwe derkevin û bi her awayî alîkariya wan bikin. 
Em, wekî Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di vê derbarê de spasiya xwe ji bo her kesên ku tevli vê kampanyayê bûn, dikin.
Herwisa, cihê kêfxweþiyê ye ji bo me, ku em karibin, bi alîkariya dost û hevalên ku tevlî kampanyayê bûne; kêlîkekê be jî rûyê zarokên Kobaniya berxwedêr bikenînin û dilên wan xweþ bikin.
Komîteya Ragihandinê ya
Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê 
18.12.2014


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark