Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Kurên Gelê

 


Merwan Berekat

Gelo ji malbateke bi kok, resen û dewlemend bû, lê felekê destarê xwe çep li wî gerand, û ew xizan û perîþan kir, ne tenê wisa, lê belê çend zarokên wî hebûn, wan beden revandibûn, pir jî dipeyivîn, lê tev bê kar û her yekî jî digot ez. Ji wê xirabtir, dema ku ew di bin banekî de ligel hev rûdiniþtin, ji galelala wan, Gelo û cîranan pembo dixistin guhên xwe. Çiqas Gelo bi ser wan de dikere qîreqîr.. hêlelêl û dibasiya, lê bin guhê wan jî xuh nedidan.


Rojekê birayê Gelo yê mezin kurên Gelo vexwendin mala xwe, û bi wan re got: Birazîno..! Hûn dizanin em ji malbata Kurdo ya dewlemend in, ma ne þem e, hûn tev bê kar in ?? Ma hûn nabînin yên ku li hawîrdora vê malbatê tev çavsor in, û dixwezin me tarûmar bikin..??? Kurên Gelo soz dan, ku karekî bikin û Gelo razî bikin.
Piþtî ew li mal vegerîn, wan derî li ser xwe kilît kirin û danûstandin li ser pirojeyekê kirin. Hêviyên Gelo pir bilind bû. Wî bi xwe e digot: Ez bawer im, ku piþtî þîretên birayê min ji biraziyên xwe re ewê karekî bikin.
Piþtî ku ew pir di hudirê odrê odeyê de man, Gelo bi hêdîka û carina jî bi dizîka guhdariya wan dikir, ji ber ku piraniya kurên Gelo kekec bûn, wî peyvên ( kuuuu. kuuuuur, kurrrrrrr ) û carina jî gotina ( sssîîîîîîî ) dibihîst, lê wî nizanî çîrok çi ye.
Gelo derî têveda û kete hidurê odê, dît ku gilîz bi devê wan re diherike, bi dest û lepan dipeyîvin û tev bi kekeckî dibêjin:
Kkku… kuuurr.. kurssssssss… kurrrrrrrrrrrsîîîîîîîîî ???????????
Di wê odeyê de kursiyek hebû, Gelo ew rakir û di srê wan de kire sed perçe û got: Heyfa malbata Kurdo, ku kesên wek we jê peyda bûne!!!!????
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark