Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanī isteratīcīk de.. Xelek ( 20 ) Doza kurdī ū līstika hźzźn navdewletī yźn mezin

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ne tenê hêmanê xweyîtî (lawaziya hižyariya netewî) û hêmanê herêmî (pirojeyên talanê) sedema nebûna dewleta kurdî ne, belê bi ser de jî hêzên navdewletî yên mezin rola giring he ye. Di wê dema ku piraniya Kurdan nizanîbûn çi li derveyî gundên wan diqewime, hêzên mezin Kurd û Kurdistan xistibûn nav pilanên xwe yên isteratîcîk û lîstikên xwe yên dagîrkirinê, ji ber vê yekê jî bêtarên mezin bi ser Kurdan de hatin.

Emê, li jêr, hema bi kurtahî, helwestên hêzên mezin, di tenga doza kurdî re, bidin ber çavan.
Hêzên mezin û hizra dagîrkirinê: Gêrbûna Qustentînê li ser destên Osmaniyan sala (1453 z) û bazdana zanyarên Bîzenta, ber bi Ewropayê de, ku destnivîsên Yewnanê jî bi xwe re birin, evê yekê rê li pêž serdema raperîna Ewropayê û diyarbûna tevgera dagîrkirinê dûz kir, pê re jî rojavayê Asiyayê bû meydana nakokiyên Îngilîstanê û Feransayê, û Almanya jî li gel dewleta osmanî hevbendî girêda, û çek û žêwirmendên ležkerî yên jêhatî dane wê, û di serdema nozdemîn de Rûsya tev li hêzên dagîrker bû. Ji bo misogerkirina berjewendiyên dagîrkirinê, evan hêzan hemiyan xwastin, ku Îran û dewleta osmanî lawaz bimînin.Mebesta wateya vê tevdîrê ew bû, ku Kurdistan di bin dagîrkirina Farisî-Osmanî de bimîne.
Hatiye zanîn, ku hizra hêzên mezin hizra dagîrkirinê ye, li ser parastina berjewendiyan,  ne li ser mafên gelan, ra dibe. Kurd wê hîngê ne hêzeke polîtîkî û aborî bûn, vê lomê jî hêzên mezin didîtin, ku ew (Kurd) ji bo wan tenê nêçîr e, pê re jî berên xwe dan Farisan û Turkan, û hevbendî li gel wan girêdan, û di pey re berên xwe, di sedsal bîstemîn de, dan Ereb-bûyan, û çavê xwe, li hember polîtîkayên žovenîst û fažîzima rêjîmên farisî û turkî û erebî dij kurdan, girtin.
Bi ser de jî, bîriya ewropî ji helewstên Selahedîn û Kurdên wî dij xaçeperestan dagirtî bû, ku ewana gelên rojhilata navîn parastin, û sêyemîn hêriža xaçeperestan a herî mezin (dawiya sedsala 6 k/12z) têk birin. Ew hêriž bi serperežtiya hêzdartirînên qeralên Ewropa bû: Împeretorê Almanya Friedrich Barbarosê yekem, û qeralê Firansayê Auguste Philippe yê duwem, û qeralê Îngilîstanê Richard Lionheart(1).
Her weha bîriya ewropî ketibû ber dava bandora nakokiyên Kurdan û cînarên wan xaçeperest (Ažûrî, Keldan, Siryan, Ermen) û hewaldanên gerokan û olewerên xaçeperest, û ew jî bi piranî hewaldanine ne qenc bûn. Bi encama vê yekê hêzên ewropî helwestên neyênî li hember Kurdan diyar kirin, û ew di nav destên dewletên dagîrker de hêžtin.
Belgeyên dîrokê:
Žoreža Bedirxan Beg: Gava Bedirxan Beg sala (1843-1874z) li hember dewleta osmanî bi žorežê rabû, hêzên Rûsyayê gîhabûn sînorên bakurê Kurdistanê, û ketibûn hundirê rojhilatê Kurdistanê, û gef dabûn berjewendiyên Birîtanyayê yên li Bosfûr û Îraqê û Hindistanê, vêca berjewendiya Birîtanyayê ew bû, ku alîkariyê bide dewleta osmanî, û nehêle dewleta kurdî di devereke çiyayî ya xweparast de, were avakirin. Gerok û siyasetmedarê Îngilîz Austen Henry Layard nivisiye: „gêrkirina mîrnižînên kurdî yên xweser dê bibe alîkar da Birîtanya ji her warên aborî û bazirganî ve têkeve hundir Kurdistanê“(2), mebesta wî ew mîrnižînên kurdî bûn, yên ku osmaniyan sedsala nozdemîn gêr kiribûn. Êdî çawa Birîtanya dê, li hember avakirina penahekî kurdî yî xweser û nû, an jî nîvxwesr, destbest bimîne?
Hinek olewerên Îngilîz û Emerîkan Ažûrî ber bi žerê Kurdan de têve dan, û her du aliyan jî hêriž hev du kirin. Hewaldanên Ewropî ziyanên Ažûriyan mezin kirin, û gotin, ku Kurdan komkujî bi ser Ažûriyan de kirin, û mal û milkên wan dizin, û kelîseyên wan herifandin, jinên wan dîl kirin, zarok û olperestên wan kužtin, lê di heman demê de jî çavên xwe li hember  kužtina Kurdan bi destên Ažûriyan girtin. Hinek serbazên Alman, generalê navdar Helmut von Molkê di nav wan de bû, tev  ležkerên osmanî bûbûn, û ji bo gêrkirina žorežê kar dikirin, û bi encamê jî žorež têk çû(3).
Žoreža Žeyx Ubeydulla Nehrî: Semta netewî xweserî ya žoreža Žeyx Ubeydulla Nehrî (1880 – 1883 z) berztir bû, û Ubeydulla karînên hêzên ewropî zanîbû, ve lomê hewil da, ku têkiliyên baž li gel Îngilîz û Emerîka û Rûsan girêde, û wan bi pižtgiriya rizgarkirina Kurdan û welatê wan bide bawerkirin. Her weha hewil da, ku têkiliyên baž li gel Ermen û Ažûriyan jî girêde, da dij Kurdan ranebin(4). Lê encam çi bûn?
Hêzên ewropî yên mezin weha çûn, ku žoreža kurdî nayê pejirandin, û Rûsiya ji avakirina dewleta kurdî li ser sînorên wê li Qefqasiya tirsî, û Birîtanya jî ji bo berjewendiyên xwe li navend û bažûrê Asiyayê tirsî.Lêgervanê Emerîkî Robert Olson nivisiye: „Hemî hêzên ewropî yên mezin, wek ku di hevpeymana Berlîn de dupat bû, dij tevgera kurdî xweserî bûn“(5). Hevpeymana Berlînê, bi sedema cenga Rûsya û osmaniyan, di 13ê pûžberê de sala (1878z) hate girêdan, û parastina Ermenan ji kurdan yekek ji bendên wê hevpeymanê bû(6). Û Ermenan jî ragihandin „ku afirandina doza kurdî doza ermenî difetisîne(7). Û Rûsan Ermen livandin, û Birîtanya jî Ažûr livandin, û bi encama vê yekê žorežêtêk çû.
Gelek hûrgiliyên girêdayî polîtîk û awanbaziyên, ku balyozên hêzên ewropî yên mezin dij žorežên kudî, hene, ku Robert Olson di pirtûka xwe de ( The Emergence of Kurdish Nationalism 1880-1925), û Celîlê Celîl di pirtûka xwe de (Raperîna Kurdan 1880) wergera erebî, û Bedî Juweyde di pirtûka xwe de (Kurdish Nationalit movement), û Osman Elî di pirtûka xwe de (El-Hereke El-Kurdiyye El-Muasîre / Tevgera kurdî hemdem) li ser nivisîne.
Kurd masiyekî biçûk e: Rastî ew e, ku žorežên Kurdan, çi li rojhilatê Kurdistanê û çi jî li bakur û bažûr, li dirêiya sedsala bîstem nikanîn ji dest-têwerdana hêzen mezin derkevin, ew hêzan jî her tim dijî Kurdan bûn, û ji bo lîstika xwe ya dagîrkirinê li gel dewletên, ku Kurdistan dagîrkirine, her tim têkiliyên wan hêzan li gel Kurdan di asta nizim de bûn, û pažê jî ji nižkave cil ji bin piyên Kurdan dikžandin, û ew ji bo çarenûsa nependî dihêžtin.
Hevgirêdana sala (1975)ê, di navbera Žahê Îranê û Seddam Husên de, bi alîkariya serokê Cezayîrê Hewarî Bomedyen di bin sîbera Emerîkayê de, û awanbaziya hêzên mezin yên Ewropayê û Emerîkayê sala (1999)ê , ku Ebdulla Ocelan girtin û radestî Turiyê kirin, da žoreža bakurê Kurdistan têk bibin; ew hevgirêdan û ew awanbazî nêzîktirin nimûneyê dest-têwerdanên hêzên mezin e.
Her weha gava, beriya kurtedemekê, serokê bažûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî mafê xweseriya Kurdistanê ragihand, hema žalyarê kar û barê derve yê Emerîkî John Kerry bi lez roja 24. 06. 2014 çû Hewlêrê, û yê Birîtanyayê William Hague jî roja 27. 06. 2014 çû wur, ew her du žalyar ne ji bo serxwebûna Kurdistanê, belê ji bo avanekirina wê çûn Hewlêrê, ji ber ku serxwebûna Kurdistanê rista Saykis-Pîko ji hev dixîne, û rê li pêž gelên dagîrkirî vedike, da dewletên xwe yên nižtimanî ava bikin.
Li gor Jeff Simmons, di nîvê salên nodî yên sedsala bîstem de, ji bo Kurdan berpirsiyarekî Emerîkî,  hate pirskirin, ewî berpirsiyarî got: „Masiyên mezin di destên me de hene, ku em biqewirînin, Kurd ne masiyekî pir mezin e“. Simmons bi ser ve dike, û dibêje: „Wažuntun dîtiye, ku Kurd ji bo cenga 2003ê sûdar in, lê ne tenê wek alava ragihandinê, belê ji bo hinek gavên pirgmatîkî yên din jî, û mijara dewleta kurdî ya xweser, xwediya hemî hêmanên serdestî wek penahekî polîtîkî yî xweser, di lîsteya karên Emerîkî de tune bû“(8).
Ku em Kurd ji helwestên Hêzên rojav mezin dij me bixeyidin, têra me nake, xeyd ne kêr hatî ye, divê em vê diyardeyê kûr žirove bikin, û em  alaveke, ku me bike „masiyekî mzin“ bipelînin, û hêzên mezin ji nexwežiya (tirsa ji Kurdan) derman bikin.
                                       Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                                                                                                     10. 08. 2014
Jêder û çavkanî:
(1)   Ibin Žeddad: El-Newadêr El-Sultaniyye, rû 115.
(2)   Osman Elî: El-Hereke El-Kurdiyye El-Muasîre, rû 61.
(3)   Jêdera navborî, rû 54-58.
(4)   Arshak Safrastian: Kurd and Kurdistan, bi zimanê îngilîzî, rû 62-63.
(5)   Robert Olson: Tarîx El-Kîfah El-Qewmî El-Kurdî, rû 28.
(6)   Jêdera navborî, rû 25, 26.
(7)   Jêdera navborî, rû 28.
(8)   Jeff Simmons: Îraq El-Musteqbel, rû 153.   

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark