Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber kêþeya gelê xwe de xebat kir û xebata xwe bi van gotinan daye naskirin:
Min ji bo we gelek tiþt
Min dîwan û hin niviþt
Gol ji avê bûye miþt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Hem jî gotiye:
Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir
Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn Erê, helbestvanê netewî Cegerxwîn bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet kir û xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe.
Her heþt-neh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya welat dizîvirin.
Helbestên van her heþt- neh dîwanan wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin, ku hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.
Seyda bi xwe dibêje:
Naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:
1- Li dor rizgariya welatê wî.
2- Li dor yekîtiya gelê kurd.
3- Li dor pesnê qehreman û têkoþerên gelê Kurd.
4- Dijî kiryarên çewt yên þêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.
5- Li dor aþtî û demokrasiya cîhanê.
6- Li dor têkoþîna belengaz û hejaran.
7- Þiyarkirin, pend û þîretin ji nezan re
8- Wek têkoþerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aþtîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.
9- Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.
Û pesnê xwe derbarî wan kurdên ku ne bi kurdî dinivîsin daye û gotiye:
Cegerxwîn im ji van derda
Li meydanê xwe zû berda
Di nav bahoz û bager da
Bi bîr û bawer û doz im
Ne Þewqî û Zehawî me.
Belê roja îro navê Qamiþlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn ji bajarê Qamiþlo re bûye sembol.
Dawî, bi gengekî bilind dibêjim; Bijî û sed carî bijî ji yekîtiya kurdên Rojava û serok Masûd Barzanî re…
Konê Reþ/ Qamiþlo, 22.10.2014