Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pîrozbahîya 8ê avdarê

 


Suad cegerxwîn

Xuþkên hêja,ez di rîya vê namêre,silavên xwe yên germ ji were rêdikim û 8ê avdarê, roja navneteweyî ya jina li we teva pîroz dikim.


di vê rojêde em jin tev kêfxweþin ,hêvîya me ewe ku wê jinên kurd nêzîk karibin rêxistinên xwe yên serbixwe bi awakî fireh li seranserê welat ava bikin .Avakirina komelak yan jî yekîtîk jina di civata me de ji gavên pir giring û hêjane ,divê em li gel hev bavêjin her û ha pêþveçûneke pêwîste .îro roj çi karê ku jin bê rêxistin dikin ne li berç ava ye ,çiqas em bihevre bin û karê xwe bi nav bikin ewê karê me bêtir xuyayî û bi hêz be û emê karibin bi rihetî kul û kêþên xwe zelal bikin û di rîya rêxistinên xwere derdê xwe vekirî bêjin ûçareser bikin . silavên germ ji hemû jina re ,bi taybetî ji jinên kurd re ,li welat û li dervey welat ,jinên ku bi nasnama xwe kar û xebatê dikin û jibo pirsa jina û wekhevîya jin û mêra ,jibo netewa xwe û rêzgarîya gelê xwe di civakê de tim beþdarin .Silav ji jinên li ber tenûran re ,yên li ber dergûþan, li nav rezan û li nava malê kar û xebata rojane dikin .8ê avdarê jibo me teva cejneke pir taybet û giranbuhaye, roja þahî û  kêfxweþîyê ye,roja berxwedan û serxwebûnê ye ,lê mixabin dilê me kurdan çi jin û çi mêr tev bi êþ û xemgîne ,para me di þahîya 8ê avdarê de pir kê me , ji ber ku divê mehêde ,destên çepel pir caran tawanên dijwar bi ser gelê me de anîne .ji tawana Helebçe ta tawana qamiþloyê ya ku têde  birek ji ciwanên me bê sedem jiyana xwe windakirin , ev tawanên giran qet nayên jibîrkirin ,di rîya wan pakrewana re silav li hemû þehîdên welatê me re .Silav ji jinên tekoþer re ku di dîroka gelê xwe de pakrewan bûne wek Leyla Qasim û hin din , ew qet nayên jibîrkirin ,herdem ewê di dilê me de bijîn .
Bijî 8ê avdarê ..roja navneteweyî ya jina
Bela 8ê avdarê soza me jina be ,jibo jiyaneke nû pêþketî ku mirov tevde tê de giranbuhabe  jin be yan mer be


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark