Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ger em çekan nedin Kurda xwekuştin e

 



Elî Cefer
 
Roja 5. 9. 2014 an, siyasetmedarê Elman yê navdar Siggi Martsch li bajarê ( Stadtlohn ) semînarek li ser rewşa başûrê Kurdistanê da. Zorbey zorê beşdaran ji siyasetmedar û rewşenbîrên Elman bûn. 
Di destpêka axaftina xwe de, Siggî  kurt gotinek dîrokî li ser Gelê Kurd kir û da diyar kirin ku va gela di dîrokê de pir caran toşî komkujîyên mezin bûye, lê bi mêrane li ber xwe daye. Û tu carî wan ji aliyê xwe ve êrîş nebirine ser tu miletî û nejî ziyan û ezyat gihandine kesî. Hemîşe deriyên xwe ji mêvan û gelên din re vekirî bûye.  Roja îro jî bêhtirî ( 1, 5 ) penaber li Hewlêrê bi cih bûne.


Pişt re gotarvan hat ser rewşa îroyîn ya başûr û bi wêne û gotin danberhevdinek ji beşdaran re kir. Ewî diyar kir û got, rast e li wir gendelî heye û kêmasî pirin, lê pêşketinek berbiçav, nemaze di aliyê aborî û avahî de roj bi roj berdewame. Asta jiyana xelkê, li gor berî Kurd bibin deselat pir bi pêş ve çûye. Bajarê Hewlêrê bajarekî herî kevnare di şîniyê de. Eger rêjîma Bexdayê para Kurdistanê ji mêzaniyê nebiriya wê hîn rewşa nişteciyên wir baştir biba.
Kurd ne miletekî ser hişk û tundrewe. Şîiî û Sinî hewil didin bi darê zorê û tundiyê ola Îslamê li ser xelkê bimeşînin, lê Kurd ne wiha ne, Kurd lêberal in. Di vî warî de, da zanîn ku biryar e 30% ji endamên perlemana Kurdistanê divê jin bin.   
Xala dawiyê ya gotarvan li ser rawestî ew bû; bûyerên li va dawiyê li Başûr rûdane. Ango êrîşên hovane ya rêxistina terorîst ya Daiş ê li ser gelê me li Şengal û derdora wê bû, û got; Daiş rêxistineke pir talûkeye li ser hemî mirovatiyê, roj pê rojê kiryarên wê firetir dibe, loma jî divê bi hemî şêweyan ev rêxistin ji holê rabe. Herweha divê Ewropa û hemî dewletên demoqrathez piştgiriyê bidin Kurdên başûr da karibin pilanên qirêj yên Daişê beravêtî bikin. Divê em vê bêjin ku ji mafê Gelê Kurd e, yê ku hejmara wan 35 milyon mirov derbas dike bibin xwedî dewleteke serbixwe
Li dawiyê rê ji pirsan re vebû. Piraniya pirsan li ser sozên çekdayîna Kurdan ji lay dewleta Elmanya ve bû. Hinek ji beşdaran nerazîbûna xwe dan diyar kirin û gotin divê Elmanya çekan nede Kurdan. Lê gelek jî  ligel dayînê bûn. Bersiva gotarvan ew bû; divê çek ji vê miletî re bên şandin, çimkî ev necara pêşin e ku Kurd rastî komkujiyan tên, eger em çekan nedin Kurda xwekuştin e. Ez nikarim tê bigînim ku çawa hin aliyên cîhanê petrolê ji Daişê dikirin, lê rê nadin Kurdan ku petrola xwe bifroşin.
Di vê derbarê de, xwediyê va çend gotinan jî nirîna xwe da û got: Tu netew mîna Kurdan ji şer û bikaranîna çekan ziyan nedîtine. Kurda bi dirêjahiya dîrokê tucarî dest bi şer bi nekiriye, her û her dema çek bi kar aniyê tenê bo bervedêriya xwe bike. Dema roja îro serkirdayatiya Başûr çekan ji Ewropa û Emerîka dixwazin, ew ne tenê şerê parastina xwe dike, belê şer ji ber Ewropa ve jî wê bi wan çekan bê kirin, çimkî Daiş rêxistineke sînoran nasnake. Ji ber vê jî, dema Elmanya çekan bide Kurdên başûr, berjewendiyên xwe diparêze. Dewletên xwedî gotin, ne tenê divê berjewendiyên xwe biparêzin, belê  berpirsiyarik wan ya sincî ( exlaqî ) jî heye.
Di vî warî de, tiştê ku mirov nikare tê bigîne ew e, ku çawa rêxistineke xwe ( Kurdistanî ) dibîne alîgirên xwe dişîne pêş perlemana Elmanya û ji wan dibêjin: ( Em nerazîne hûn çekan bidin Pêşmergên başûrî Kurdistan ) ??.
Hêjayî gotinê ye, ku Siggî Martsch çend salan endamê perlemana wîlayeta (Nordrheinwestfalen                                 ) bûye. Yek ji dostên herî nêzîk yê Gelê Kurd e. Ev bû çend sal in li Hewlêrê dimîne, û serokatiya ( Navenda Kulturî ya Elmanî ) dike.          
6. 9. 2014
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark