Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

CEJNA NEWROZÊ NE CEJNA ZALIM Û DAGIRKIRA YE!

 

M.Nureddin

Roja cîhan avabûye û ta îro di nava hemî gelan de cejnê netewî an jî yên kulturî hebûne. Her wiha di beriya Îslamê da jî, di nava muşrikan da hinek cejnên netewî û yên kulturî çêbûne.



Dema Pêxemberê me Hz. Muhammed (a.s.) ji Mekkê koçberî Medînê bûye, dîtiye ku ehlê Medînê di hinek rojên kifşe de şahiyê dikin. Ji wan pirsiye „va çi şahiye?“.. Ehlê Medînê gotine ku, „Ya Resûlullah ev rojana rojên cejnên me ne, ji berê da em di van rojan da cejnên xwe pîroz dikin.“ Pêxemberê me wiha gotiye; „ Ji îro şûn ve ji we re (ji mumînan re) du cejin heye, yek cejna Remezanê û ya din jî cejna Qurbanê“..

Pirr sedem hene jî bo cejna, yek ji wan sedeman jî, şahiya bindest û mezlûma ye. An serkeftina bindesta ye, an azadiya kole û bendeya ye! Di vî warê de dema mirov li cejna Newrozê binhêre, mirov dibîne ku, cejna Newrozê cejnekî xweser e, lewra ev roj roja li hember derketina zilm û zordariyê ye. Der-dorê 2700 salî ye ku gelên Rojhilata Navîn vê cejnê pîrozdikin. Bi taybetî Gelê Kurd!...

Wek tê zanîn destpêka cejna Newrozê serhildana gelên bindest di rêberiya Kawa da li hember kralê zordar Dehhaq bûye. Mirov dikare bêje ku, ger mirov di mana serhildana li hember zaliman de newrozê pîroz bike, jê re tu astengîkî ji hêla dîn ve tuneye. Lewra mana Newrozê „rojek nû ji bo bindestan re,“ ne yekitiya zalimane. Serhildana bindesta ye li hember zaliman, ne şahiya bindest û zaliman bi hev re, li ser warê bêhiqûqî û bêedaletî.

Biratî xweşe bi yekîtî û bi wekheviyê. Her çiqas cejna Newrozê di berê Îslamê de, cejna nemuslimana be jî, di pişt Îslamê de jî, dîsan gelên bindest di mana serhildana li hember zaliman û emperyalîstan pîrozkirine. Ger mirov di mana agirparêztiyê de, an jî di mana dînên berê pîroz bike bi angorê Dîne me necaîz e!.. Lê em nebawerin ku gelê me di vê manê de pîroz dike. Gel bi roja Newrozê azadiya xwe tîne bîra xwe, di dînê me de jî azadî ji mafên mirovane û pewîste her kes li vî mafî xweyî derkeve.

2700 sal e ku bi taybetî gelê Kurd bi roja Newrozê tim serhildana li hember zalim û dagirkira tîne bîra xwe. Bi taybetî ev çend sal e ku gelê kurd li hember zilm û zora wî bi serhildana dawa xwe aniye holê û bi sedan insan hatine kuştin û bi hezaran jî ketine binçav. Gelê Kurd, cejna xwe ya neteweyî ya Newrozê, ji mafên xwe yên neteweyî dihesibîne û dixwaze pîroz bike.


Gelê Kurd her dem ji bo aştî û biratiyê amade ye, lê tu rûmetekî biratîyê nedîtiye. Çi dem gotibe ez jî insan im, wê demê hatiye sirgûnkirin, şkencekirin, hatiye girtin û hatiye qirkirin. Biratî wiha nîne!

Çi ecêb e ku gellek ji rewşenbîr û xwendevan û siyasetvanên Kurdan, îro jî wek berê li Kurdan biratî û aştiyê pozber dikin. Herwekî berê hinek muslimanên tirk digotin ger Îslam bibe hakim, sosyalistan jî digotin ger sosyalizm bibe hakim wê gelê kurd bigihîje mafên xwe. Îro jî dibêjin ku demokrasî bibe hakim gelê Kurd digihîje mafên xwe.

Lê ya rast ev e ku, dijminnên kurda bi tu awahî mafên kurdan naxwaze bide. Pewîst e em vê baş bizanibin. Ya dudiya; tu wextî dewletên dagirke nabe dewletên demokratîk! Roj bi roj ji berê hovtir û xirabtir dibe!

Belê aştî, biratî pirr qenc e, lê bi kê re?.. Va çend sed sal e Gelê Kurd di bin zilma dagirkiran da ye, hetta îro çend caran Kurdan biratî nexwestiye?... Kurdan her tim biratî gotiye, aştî gotiye lê, ji biratî û aştiyê re para wan her tim înkarbûyin bûye!..

Gelê Kurd jî, herwekî gelên cîhanê, xweyî maf e û dixwaze li ser axa xwe bijî. Bi zimanê xwe biaxive, rojnama xwe bixwîne, biçe dibistana xwe. Bi serbilindayî ala xwe libake û cîhê xwe di nava gelên cîhanê de bigire!

Belê em jî dixwazin ku ev cejna bibe sedemê aştî û biratiyê. Aştî û biratî, yekîtî gellek başe, lê biratî jî, aştî jî bi du aliyan çêdibe ne bi alîkî tenê. Dijmin dixwaze bi van lîstikên xwe, hêj bi sedsalan Kurdan di bin koletiya xwe de bigire, kultura Kurdan rake, zimanê Kurdan qedexe bike û insanên wan bikuje û wan bindest bihêle.

Di vê manê da em cejna gelê Kurd pîroz dikin û em hêvî dikin ku rojên wiha girîng bibin sedemê yekîtî, biratî û aştiyê di nava gelê Kurd de. Lewra rêya aştiya bi gelên din re, di biratî û aştiya û yekitiya gelê Kurd de derbas dibe!

Em hêvîdarin ku hemî rêxistinên Kurdan carek din li ser mana Newrozê bifikirin û bi angorê vê manê cejna xwe pîroz bikin.

Bi silavên biratî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark