Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Apê Mûsa Anter (1918 - 1992) Û Strana Kimil

 


Konê Reþ

Di sala 1958 an de, apê Mûsa Anter û çend hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane li Diyarbekirê, bi navê Ilerî Yurt/Welatê Pêþketî/ weþandin. Hingê armanca wan ji weþandina vê rojnameyê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin, da ku serwxtî rewþa Kurdistanê bibin. lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê Kimil, ew û herdû hevalên xwe hatin girtin. Hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû, evin çend malik ji wê stiranê:


Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh seridîn lo apo, genim hûrbû avdalo
Kimil hatî lo apo, bi refaye rebeno
Xuar genimî lo apo, hiþtî kaye rebeno
Hat kimilî lo apo ji zozana lo apo
Xuar genimî  lo apo li me xezana li apo
Ro hatibû li apo wexta dana lo apo
Pez herikî lo apo ser þivana rebeno
Çar kulek man lo apo li ser guhana rebeno..

   Bi weþandina Kimil re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan bi sekinandin dan û ew û hevalên wî girtin, lê di roja 11/12/1959 an de, ew berdan belê piþtî berdana wan bi þeþ rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê...

Konê Reþ, Qamiþlo, 26.07.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark