Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Di 25 Saliya Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de Dîdarek bi Nivîskar Derwêþê Xalibê Derwêþ re

 


Konê Reþ

   Bi helkeftina ku di roja 13/07/2014an de, 25 sal di ser terorkirina þehîdê Kurdistanê yê gewre Dr. Ebdulrehman Qasimlo re derbas dibe, min ev dîdar bi mamoste Derwêþê Xalib re kiriye, taybet ji bo bîranîna þehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo..
Derwêþê Xalibê Derwêþ kî ye? Nivîskar, zimanzan û rewþenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilþeîra Þêxan, nêzîkî Qamiþlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamiþlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye.


Ew di sala 1967an de çûye Ewropa û li Pragê çav bi rehmetiyê Dr. Qasimlo ketiye û çend salan li Pragê bi hev re mane.. Ji berhemên mamoste Derwêþ Xalib:
- Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî) de sala 1998 an.
- Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên  rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an.
- Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamiþlo 2007
Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî.. Wî, di sala 2003 an de, komîtek bi nave (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî), ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan damezirandiye û  belavokek bi navê (ZIMAN) û kovarek bi navê (Zar) weþandine.

 Fermo pirs û bersivan bixwînin:

- Mamoste Derwêþ! Kengî, çilo û çawa te Dr. Edulrehman Qasimlo naskir?
* Cara pêþî, wexta ku ez ji Parîsê çûm Pragê di sala 1968an de, Dr. Ebdulrehman Qasimlo berî min li wir bû. Ew mamosteyê zanîngeha (Charles- Karl) bû. Ev zanîngeh ji kevintirîn û payebilindtirîn zanîngehên Ewropa ye. Hingî hejmara kurdan li Pragê gelekî kêm bû, yên ku hebûn jî, xwendevan bûn. Ji navên ku têne bîra min: Mihemed Mihtedî, Hacî Ehmedî, Qadir Dîlan, Mihemed Bekir Axa, Mihemed Bekiro, Mihemed Zaza, Azîz Þêx Riza û gelekên din ku niha navê wan nayê bîra min.. Her hefte me hev didît. û xweþ li bîra min e, bikêmanî du caran çûme mala wî, carekê ji bo bixêrhatina wî. Ew ji derve vegeriya bû Pragê û carekê, berî ku ji Pragê here Kurdistanê.. Ev çûna wî a Kurdistanê jî nehênî bû, kêm kesan pê zanîbû..

- Te kesayetiya Dr. Ebdulrehman Qasimlo wî çilo dît?
* Ew mirovekî girs bû, lepên wî mezin bûn. Di dêmê wî de xurtî dihat xuya kirin, liva wî çelengî bû, ne bi xilûxavî tevdigeriya, zîrek û þiyar bû.. Gotin nerim bû û bi hêsanî gotinên xwe digîhandin hevalên xwe.. Mirovekê gelekî rastgo bû. Þêweyê propagenda bi kar netanî, þêweyê herî rast li cem ku Kurdan bi miletên din re bide naskirin û rastiya rewþa kurdan bi zelalî bigihîne wan..
Bêguman zanyarekî pir mezin bû. Carekê semînerk wî li zanîngeha Pragê hebû, semîner jî bi zimanê Çîkî bû, min jî hevalekî xwe yê Çîkî (Zidenek Vyskoçil) vexwendî semînerê kir. Guhdana vî hevalê min î Çîkî bi kelepûra Çîkî hebû, hem jî gelekî alîkariya min dikir ku ez di xwendina romana çîkî de bigihêjim.. Piþtî ku semîner bi dawî hat û em zîvirîn malê, bi rêkê de, hevlê min yê Çîkî bi dilgiranî ji min re got: Çima te got bêjer an semînerevan Kurd e? Min lê vegerand: Belê ew Kurd e û ji kurdên Îranê ye.. û ez pêde çûm min gelek tiþt li dor zîrekî û þarezayîya Dr. Qasimlo ji hevalê xwe yê Çîkî re got. Dawî, wî li min vegerand û got: Ez behitîm, matmayî mam ku çilo mirovekî biyanî, dikare wiha bi zimanê Çîkî, di astek wiha bilind de biaxife.. Wî bawer nedikir ku Kurdek wiha bi zimanê çîkî zanibe û asta zanebûna wî wiha bilind be.. Ev yek vê diyar dike ku rehmetiyê Dr. Qasimlo gelekî zîrek bû û tiþtê ku fêr dibû ji sedî sed, xwe fêr dikir..
Dr. Ebdulrehman Qasimlo, soranîaxêf bû, em kurmancîaxêf bûn, têkiliyên me nû bi soranîaxêfan re çêdibû, dema ku rehmetiyê Qasimlo bi me re diaxifî, em tev bi hesanî di axaftina wê de digihîþtin, bê çi dibêje.. Ez bi xwe, di rêka rojnameya (Kurdistan), ya Partiya Demokratî Kurdistanî Îran, fêrî þêweyê soranî bûm. Erê bi þêweyê soranî bû, lê zimanê wê xweþ bû û ez têdigihiþtim..

- Mamoste! Piþtî 25 salan ji terorkirina Dr. Qasimlo, tu çi dibêjî?  
* Ji kesayetiyên kurd yên herî balkêþ ku min ew li Ewropa dîtin, du kes bûn; Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Parîsê û Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Pragê. Herdu jî ji kesên bêhin fireh, þaraza û kurdperwerên resen bûn. Þovîniyet li gel wan nebû, wek ku xêra miletê Kurd dixwestin wiha jî xêra miletên din dixwestin û her dem û gav tu rehên xwe ji Kurdistanê nedibirîn, pêwendiyên wan her dem bi welat re hebû..
Erê, xweþ tê bîra min; carekê ji me re got: (Polîsê Çîkî, ji bo xatirê Viza bidin min, çend carekî ez birim û anîm.. Min ji wan re got: Çima?! Berpirsê nivîsîngeha polîs, ev bersiv li min vegerand: Gelek kes diçin û tên, lê her ku tu diçe, hin dewlet gelek gazinan ji me dikin..)
Dr. Qasimlo kuþtin.. Ji ber ku bandora wî mezin bû, bi zîrekî û rastgoyî dixebtî, her dem li yekîtiya Kurdan digeriya û pêþketina kurdan hêviya wî bû.. Wiha jî kurdan xwe li dor wî dida hev..Ji ber vê yekê ew kuþtin..
Di vê bîranîna diltezîn de, ez bejna xwe ji bîranîna navê wî re ditewînim û qevdek nergiz diyarî gora wî dikim û dibêjim; her ew di dilê gelê kurd de sax e. Û spas mamoste Konê Reþ ji bo vê dîdarê û xebatên te yên hêja.

Konê Reþ, Qamiþlo, 08.07.2014


 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark