Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotin û Diyariyek di 71 Saliya Rojnameya Roja Nû de

 


 Konê Reþ

Bi hatina 3ê vê gulanê/2014an re, 71 sal di ser derçûna rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû.
73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin - di navbera sala 1943 an û sala 1946 an de. Hejmara pêþî (1) ji vê rojnameya bedew di 3 ê gulana 1943an de hatiye weþandin, hejmara dawîn (73) di 27 ê gulana 1946 an de hatiye weþandin. Ji bo zelalkirinê hejmara (72) an di 13 ê gulana 1946an de bi Kurdî hatiye weþandin.


Bi vê helkeftinê ez vê helbesta Omerê Xeyam a ku Mîr Dr. Kamîran Bedrxan ji Farsî wergerandiye zimanê Kurdî diyarî canî wî dikim:

Ji hatin û çûna me, kar çiye  
Berê hêviya jîna me, li ku ye
Di çerxa jînê de, çend mirovên pak
Þewitîn û ax bûn, ma dû li ku ye..
Û vê helbesta wî (Koçera Mîran!), diyarî xwendevanên zimanê kurdî dikim:
Ho koçera min!
Min bi maça devê xwe
Maç bike.
Hevîna te
ji þerabê spehîtir e.
Bihna te
bihneke þêrîn e.
Dengê navê te
wek roniya rojê belav bûye,
ji lewre herkes hej te,
hej sura bayê te dike...
Di nav kûlîlkên sor û zer de
kûlîlka spehîtir tu î.
Di nav jinên zirav û þîrîn û bi bejn û bal de
a çelengtir tu î...
Koçera min
rabe û min bi maça xwe
maç bike.
Dilê min
serxweþiya maça te
mestiya bêhna te dixwaze.
Ho koçera min..

Mîr Dr. Kamîran Bedrxan
Wêne: Rûpelek ji rojnameya rojane a ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi rojnameya Roja Nû re belav dikir.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark