Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xelkê mêr dikuştın, Cımo ûr dişiştin

 


Mehmûd Biro

Dı serdemekê de ku pêwiste her kes ji hêla xwede rabê ser piya û nema rihet rûnê beramberi Van karên xerab û dûr ji dam û neritên mirovati û demoqrasi û kurditiyê, ku jıaliyê hêz û saziyên desthilatdariya partiya yekitiya ne demoqrtik ve têne pêkanin liser gelê kurd bitevahi, û nemaze rewşenbirên birûmet û çalakvanên konevani û rojnemevanên aza û jêhati ku bırastiji wek leşkerên nenas canê xwe fidayi bilindkirina gotina rast û Azad dikin.


Lewmaji em dibinin ku têne sorgunkirin ji welatê xwe, têne kuştin, têne işkencekirin.

Hezên parastina gel berê rewşenbirên xwe didine tehlûkeyan û sinoran û jıwanre dıbêjin cihê we liba me  nine Heger ûn bernameya me  ya kantona û xweserıiya demoqratik neparêzin. Herweha nabê ûn rexna lime bikin.

Kadirên siyasi yên partiyên kurdi digrin û gotınên nexweş û ne layıq jıwanre dıbêjin.
Didawide nahêlin vegerin mala xwe, wan bidarê zorê vedigerênin başûrê kurdistanê.

Dibêjine wan jiber ku ûn ne behwermendin bi xweseriya demoqratik û desthilatdariya me, cihê we liba me nine.

Diserdema Osmanliyan de ji ev karê xirab û kevneperist diji xelkên me yên kurd dikirin. Biteybeti kesên çalak û sıyastvan û niştiman perwer . 

Malbata Bedırxanbeg yeke ji wan nimûneyên ku malên wan talan bûn, û Hatin sorgunkirin.

Ev wêne iro xwe dubare dike lirojavayi kurdıstanê, lê vê carê, mixabin û hezar cari mıxabın bıdestê kurdan kurd tê binpêkirin û derbider û sorgunkirin, û malên wanji têne talankirin.

Xort û keçên me têne revandin ji aliyê hevaldoşkên Beşar Alesed ve. Bıpilanê qirêj têne kuştin.

Lê ez çi bêjim, partiyên me tenê mijûli, mihvandari, pêşwazı, xatıxwestınê ne li navnbera Hewlêr  û Silmaiyê de. Tene ve dikin beramber van hemû tofanên mezin kû biserê gelê me tên.( زار.   استقبل.    ودع)

Êdi bese, roj hatiye ûn vegırın meydana azadiyê ji Derikê heta Raco, êdi divê milet Hejar û perişan nema bê xwedi û bê rêber bitenya likolanan biminin.
Heger ûn vê yekê nekin, jımafê mine kû ez vê yekê  liser we bêjim:
(((((((Xelkê mêr dikuştin   Cimo ji ûr dişiştın))))))?!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark