Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Biryara Vegerê

 


 Reþad Þeref

Keleþ mirovekî cotyare, ji gundên Aliya ye, zinara reþ li ser danî mîna sedên cotyarên deverê, mala wî koçbû, li paytextê cî girt, lê xweþiya bajêr, avahiyên bilind, pirbûna kar û pera, hezkirina wî ji welêt re neguherî û nayê guhertin .
  Tiliyên wî tim bêriya das û qeynaxan dikir, çavên wî bêriya þikêr, þikeft û çiyan dikr, û hestê wî bi bêhna nanê sêlê, yê ku bi destê hevjîna wî dihate sohtin, bêhna lal û xeçxecokan ji beyarên gund, bêhna pûng û qûzikên ji dehla baþûrî gund dibarî, her gavê serê wî gêj dikir .


 Meh .. sal derbasbûn, ev wêne li pêþ çavên Keleþ, nehatin guhertin. Digot : Cara pêþîn dema zeviya me hate birrîn, pozdeqandî serê payîzê gurbûn gundên me.

 Xwe amade kiribûn, ko me bê par bihêlin, lê piþtî xort û mêr ji deverê dûrkirin, keç û jinan bi das, çakûç û bêran.. êrîþî li wan kirin, tirsonek bê dest hilanîn þûn de zîvirîn, wê salê verêja xwe hilanîn ,
   Sala din, tuxmê sitemê careke din li wan vegerîn, bi turimpêl û çekên leþkerî hawîrdorê zeviyan girtin, her mirovek di cihê xwe de þêt ma, bê hêvî .
  Keleþ weku gelek miþextiya diramiya, eger em nevegerin, wê me ji kokê ve hilînin ! . Ev rastî ji hiþê wan dûr nedibû, ev zinara ko li dora me pêçayî, divê bête çirandin û çare jê re hebe .
 
 Komeleke ramyarî avakirin, û biryar dan ko careke din vegerin ser qada xwe. çaxê dagîrkeran ev biryar bihîstin, gund berdan û li cihekî din gundê xwe avakirin .
 
reshad2008@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark