Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Kovara PIRSê Di çaremîn salvegera koçkirina Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd REZOYÊ OSÊ de

 


   Derbarê rola zimên di hebûn û jiyana gelan de, gelek zanyar, zimanzan û civaknasên bi nav û deng, bi zelalî nerîn û baweriyên xwe anîne zimên. Bi giştî wan rastiyek teqez kiriye, ew jî ewe ku, ziman, nasname û nîşana herî sereke ya hebûna gelan e. Ango, bi kurtî mirov dikare bibêje, eger zimanê miletekî zindî be, pê bête axaftin û perwerdekirin, ew gel zindî û li heyînê ye. Yan na, meger wî zimanê xwe winda kiribe û bi zimanê gelên din diaxife û perwerde dibe, sedem çi dibin bila bibin, hebûna wî gelî seqet û cihê gomanê ye!.


   Di vî warî de, hêjaye ku em banga rêber û rewşenbîrê Kurd ê navdar Dr.Nûredîn Zaza jî bi bîr bînin, ku wî di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê "Memê Alan" de gotiye:" Gelî Kurdan ! Eger hun naxwazin ji hev taromar û winda bibin , berî her tiştî , zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin . Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin nas kirin û hez kirin , û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin , û bi rûmet û serbilind bijîn , dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. "!
   Ji ber têgihiştina vê rastiyê, rewşenbîr, zimanhez û Kurdhezê dilsoz Rezoyê Osê hê ji xortaniya xwe ve li zimanê dayika xwe xwedî derketiye, wî zend û bendên xwe vemaltine û bê dudilî berevanî di ber hebûna wî de kiriye. Bi mebesta parastin, pêşvebirin û geşkirina wî, xebateke bê westan kiriye û her bilindkirina ala zimên, çand û wêjeya Kurdî armanca wî ya sereke bûye.
   Rezoyê Osê, helbest, çîrokên zarokan, gotar û lêkolînên xwe di Kovara STÊR û weşanên din ên bi zimanê Kurdî dihatin weşandin de belav kirine, û ji sala 1992an ve, ta roja dawîn ji temenê xwe(04.03.2010an), wî di Desteya Kovara PIRSê de kar û xebata rewşenbîrî berdewam kiriye.
   Ji bo belavkirina  wêjeya Kurdî ya resen û çanda rêzgirtin û mirovheziyê, nivîskarê me yê payebilind, REZOYÊ OSÊ, her dem pêşeng û amade bû, çiku ew xwediyê wê bîr û baweriyê bû ku, bi rêya wêjeyê û sazkirina têkiliyên çandî di navbera gelên cîhanê de, ew dikarin ji nêzîk ve hev nas bikin û ji bo avakirina jiyaneke azad, bê şer û ceng, bê kuştin û xwîn, dest bidin hev û xebateke hevbeş bi rê ve bibin û biser kevin. Û her dem, daxwaza wî, azadî, aştî, wekhevî û mirovhezî bû.
   Di vê bîranîna diltezîn de, bîranîna çaremîn a koçkirina mamoste Rezoyê Osê, bi navê Kovara wî, Kovara PIRSê, em gurzek gul û kulîlkên rengîn diyarî giyanê wî yê pîroz dkin, herwiha, em gurzeke din, diyarî giyanên hemû xweşmêrên  peyv û pênûsê dikin, ew ên ku bi hişmendî, bi xwîn û xwêdana xwe, zimanê me ji windabûnê û gelê me ji pişaftinê parastine û bi saya serê wan, îro, bi hizaran keç û lawên gelê me li zimanê xwe xwedî derketine, bi dilgermî xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe dikin û bi şanazî wî di dil û çavên xwe de hembêz dikin!.
Bila cihê wî buhuşta rengîn be!
Rêz ji bo zimanên hemû gelên cîhanê!
Bijî Kurd û her bijî zimanê Kurdî yê şêrîn!.
Desteya Kovara PIRSê
04.03.2014 Z

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark