Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Omîdek li ber bayê

 


Reþad Þeref

ji xanima wîre mereq bû, ku gavekî ji malê dûr bikeve. Xwedê mala feqîriyê hilweþîne. Kurd dibêjin:{Ne rizqê kur li bave û ne rizqê bav li kure}.Lê binemala wî hetanî kalikê sedan jî xizan û belengaz bû.
timî rêncberî û beniya xelkê dikirin. Kufletê malbatê pirbûn, ew jî diramiya û ji xwere digot: gelo ev qedera meye ??? Yan jî ji hovîtî û nezaniya meye ?.


Bi rastî min bi wan cil û bergên xwe, ên qetyayî û peritî þerm dikir ku biçme civata xelkê û þevêrkan. Jina minjî kêmanî ne dikir, þev û roj di serê min de, dikir pite pit. Min .., ez ji we naveþêrim serê xwe pêl dikir ber xwe de û xwe hîz dikir.
Wesa.. wesa temenê zarokan giha dibistanê. Min biryar da ez wan biþînim dibistanê. Jina min kire qîr û qiyamet û got: Tu karekî ji xwere nakî tê van zarokan jî ji destê me derxî, ev kiryar ne li xweþa Xwedê tê û ne li ya beniya.
Min ji xwere got: Ezê tuxûbekî ji vê malbatê re deynim. Di vê navberê de, rijîmê digot: Gundê we piçûke eger þagirtê we hebin biþînin gundekî din. Min kirasê hîzîtiyê çirand û du zarok bi vêkre þandin dibistanê. Min rûniþtina malê li xwe qedexekir, çi karekî çetin û zehmet hebûya min dikir. Lê dema ez bi êvarî dihatim malê û herdu zarok didîtin bi cil û bergên xwendinê ve, ez hêrs dibûm weke mirov li pêþ ala kurdistanê raweste.
Beþê seretayî tewaw kirin. çavên min ji toza nezaniyê zuwabûne, dilê min bû pelek agir hevrikî bi sewdayê min re dikir ..
Ezê çewa zarwên xwe biþînim bajêr û bi mehan ji min dûrbikevin. Dilê min li ser sê kuçikan dikeli, zanistî, hovîtî û hejarî. Gotina feqe Hesen hîn zimêna wê di guhê min de ye: {qelem zure, qelem zêre}. min pêl li dilê xwe kir, xwendevanên xwe rêkirin bajêr, bo xwendina navendî berdewam bikin.
cesaret bi minre peydabû, ez diçûm civata gundiyan. Sinore þermê avête piþt xwe.  hino..hino rûmetek ji minre peyda dibû, gundiyan bi tinaz û gernejîn digotin: Dema kurekî te bibe tixtor wê þilqa li me bide, bextê tene bila me ne êþîne.
hûn nizanin çendê ez ber xwere diçûm, minjî tinazê xwe dikir: Hingî wê bibe ay û ofa we, û xwe bavêjin bi tor û bextê min.
Birahîm çendî derdê xizanî û karên cifa dikþand lê, dilê wî bi pêþerojek ronî germ dibû. Jiyana xwe li herêmek hejar, bê guhdan, bi zicîra Erebî dorpêç kirî didomand. Xem û sawîrên wî xwendina herdu zarokên wî yên cêwî bûn, weko çiyayek bi nîvîre bibe dudo, wesa li wan dinerî.
Diya wan, zarokên li malê bi nanê tisî xwedî dikirin. Dema xwîþka wan digot: Dayê mejî  mîna cîranên xwe divê em goþt bixun. Dayê lê vedigerand: Weyla te por kurê, xwendevanê mala bavê te ne hazirbin wê çewa di ber dilê mede here.
Rojekî li danê êvarê, Birahîm li nav zilaman guhdarî radyo dikir, biryarek ji serkanê rêjîme derket, dibêje: Ji ber rewþa serhildanên vê buharê, dibistan û zanko hemî karê xwe radwestînin û divê xwendevan bizîvirin malên xwe. Birahîm ji koma zilaman veqetî bê xatir, berê xwe da malê. Ket hundirê hewþê bi kêra xwe ya tûj serê du mirîþkan avête dera han.
Jinikê bi ser xwere lê nerî, kêra bi xwîn di dest de dît newêrî bêje, kuro ma tu dinbûyî , lê birahîm derfet neda û got: Bi lez þîvê çêke, xwendevanên te îro mêvanin.
Rewþa welêt hin bi hin têk diço, saloxên xirab kat bi kat, gur dibûn. Diya xwendevana, þîv amede kir, zarokên piçûk li hawîr dorê laliyê rûniþtin çavê wan li terqîna derî bû, kesekî ne diwêrî destê xwe dirêjî xwarinê bike. Dê û bav, bê deng diçûn û dihatin. Zarokê li dora laliyê,bê þîv ketin xewê, û tu pêjin ji derî ne hat.
Swêsra
reshad2008@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark