Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyaniya dawî ya kongirê bingihîn a yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê

 


Roja înê 11- 10 – 2013an li bajarê Qamiþlo li hola AL-Melekiyê kongirê bingihîn yê yekîtiyê karê xwe dest pê kir . Ev kongirê giþtî û bingihîn  di bin duriþma
 ( Nivîskar Wijdanê Gellan e ) de bû . kongir balkêþ bû ji ber jimarek mezin ji nivîskaran , ji gelek herêmên Kurdî tê de beþdar bûn . Wisa jî , gelek mêvan ji rêxistin, saziyên siyasî, civakî,olî û gelek kesayetiyên bi nav û deng amade bûn .


Demjimêr 10 ê beyanî kongir dest bi kar û barê xwe kir. di destpêkê de kongir hûrdemekê li ser giyanê cangoriyên Kurd û Kurdistanê û yên þoreþa sûriyê rawestiya digel sirûda netewî ( Ey Reqîb) .
Gelek gotinên balkêþ hatin xwendin , hemiyan kongir pîrozkir û serkeftin jê re xwestin .
Konkir karê xwe berdewamkir û gengeþe li ser piroja reþnivîsa bingihîn bi awakî hêja û berpirsiyar hat sergihayîkirin .
Kongir biriyar da ku komîtek pispor ji bo sazkirin û serastikirina reþnivîsê bê avakirin ,helbet li gor têbîniyên endaman .
Konkir jimarek ji pêþniyar û biryarên giring sitand namaze , yên guhdanê bi paþaroja zimanê kurdî dikin , û her wiha guhdanê bi keltûr , dîrok û çanda kurdî ya ku dijmin ew riswa kiribû .
Û di dawî de konkir bangek bilin ji hemî nivîskar û rewþenbîrên kurd re þand û ji wan xwest ku bi rola xwe ya dîrokî di yekîtiya milet de bi riya peyva berpirsiyar dûrî dan û standinên çewt rabin  , û herwiha konkir xwest ev yekîtî vekirî be ji bo endametiyê ji hemî nivîskarên ku ne amade bûn , ji ber sedemên awerte , dîsa biryar hat sitandin ji bo avakirina pêwendiyên biratî û wekheviyê bi hemî saziyên nivîskaran re , bi taybetî saziyên kurdistanî. Û di dawiya konkir de desteyek giþtî hat hilbijartin ji 15-de endaman .
Qamiþlo 12-10-2013            

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark