Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Pencên Amûdê

 




Yasîn Hisên


X. Cangîr

Tê bîra te
Dema em diçûn ber bi bakur ve…
Te ji min re digot: "Ez û hesin bûne cêwî"
Te bi hesin kevir hûr dikrin.
Erê, heta bi hesin jî me kir cêwiyê xwe.
Gelo wê hesin te qebûl bike?


Min Zanîbû…

Þevbuhêrk hîna bi dawî nebûbûn…
Çîrokên cina
sitêrkên Leylê û Mecnûn negihiþtibûn hev.
Destên min jî kin bûn
(Tu zanê mera li welatê xwe sultan e
Li welatê xelkê mera dîl û êsîrê hemû kesan e
Ji berê paþê da dibên kevir li ciyê xwe giran e)

 

E`bduletîf Huseynî

Binêre… Hemû derewa dikin ha…!
Gul  bi tenê derewa nakin…
Em jî bi wan re demsalên xwe dipîvin
Mehek… Salek… û ketina diktatorekî

Bûkên cîhanê xwe dixemilînin
Dilê te neqrîska lê dixîne
Çavên bi baranan re þil dibin
Destên xwe li sînoran dipelînin
Ey tu çiqas xakperestî dilê min
Ey tu çendîn ciwan sipehî ye bûka min
Dema pêçiyên min pûrên teyî mêþinî dihinguvand.

Dê çawa vê kuþtinê rawestînin?
Dê çawa van terman hemûyan veþîrin?
Bi dengê lîrandina dayikên þehîdan re
Em ê xwe bavêjin himbêza hev
Û tewafa xwe li van sînoran berdewam bikin…
Belkî rojekê em pêrgî hev bên…


Bêrîvan Yasîn Hisên

(Þenga min
Penga min
Dayka we çû zozana
Xwarî pelê qizwana
Þîr ketiye guhana
Mik, mik, mik werin dana)

Her zarokek dimre... Helbestek dimre
Her ku zarokek ji serma dimre… Helbest diqefilin
Her ku zarokek penaber dibe… Helbest jî dibine rêwî… Bê welat dimînin
Her ku zarokek bê þîr dimîne… Helbest bê deng dibin… Û difetisin
Helbest namînin… Tenê zarok helbesta dinivîsînin….


Yezdan

Îca, çima di çavên te de zarokên birçî dibînim?
Çima konên koçberan dibînim?
Çima tu bûyî yezanekî derewçîn?
Hîna kenê te li ber guhê min e
dema te dastanên çiyayê Omerya ji min re digotin
Ez jî li benda buhiþta te bûm…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark