Konê Reş
Welato! Ji wan re bibêje ! welatînî ne hêsane welatînî dilsozî û bargiraniye Ji çiya û zinarên xwe re bibêje ku, mirovên çê di deverên teng de xuyane
Welato! tu cih û demî, hebûn û sinc û afirandinî hebûna te hebûna welatîyên te ye… Welato! Tu pîvan û terazoyî tu welatîyên çê û ne çê ji hev cuda dikî pîvana welatiyên te bi teye Welato! Kes nikare hêza te nasbike û bighêje dawiyê ew hêza ku di ziman û çiyayên te de kom bûye di binax û seraxa te de veşartiye; di çem û cobarên te de diherike, di mêraniya xelkên te de xuyaye… Welato! Xelkê cîhanê sosretmayê man dema ku naskirin; ZEREDEŞT pêxemberkî te bû, SLAHEDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû, Dicle û Firat dû çemên te ne û Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne. ji wê hingê ve Welato tu di derîyekî mezin re derbasî dîroka welatên cîhanê bûyî… Welato! ziman nayêne dizîn, kes nikare zimanê welatîyên te bidize, ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin lê ku di ser guhên xwe re avêtin û bi zimanê biyanîyan axifîn, wê hingî Welato; ne welatîyên te xwedî şaristanîne, ne jî zimanê wan zimanekî bingihîne… Welato! Ji wan re bibêje ku hebûna gelan di yekîtiya zimanê wan deye… Welato! Ji wan re bibêje: ew kesên dudilî ku bi tenê di roja xwe de diponijin û li ser malê dinyayê dinûzin ku wek wan kesan wê di nav pêlên demê de zû winda bibin dem rehmê li wan nake çendî pere û avaniyên wan hebin… lê ew kesên ku mal, can û tev hebûna xwe diyarî te kirine û dikin ji wan re bibêje: Hûn mûm û findên min in, çendî dem bi pêşde here, wê navê we bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de bê nivîsandin… Welato! Ji wan re bibêje : Ji wan kesên ku ji siha xwe û bi wirde tu tiştê din na binin bibêje; ku tu ji serê birakujîyê mezintire, ji pesin, girî û dudiliyê zeximtire… Welato! Tevî pirbûna birînên axivtî di benda te de tu bi hêz û zexmî ji ber ku tu mezinî û ji ber ku tu mezin û zexmî tîrên neyaran têne te û birîn di bedena te de vedibin belê çendî xwîn ji wan birînan bê û biherike ew xwîn xelas nabe, û dawî wê zora demê here ji ber ku hin bi hin dem ji xwîna welatîyên te bi çûktir dibe û serkeftin nêzîk dibe… Bê guman di wilo rewş de, maf jî, wê gelekî giran û buha be, û berpirisyarî jî wê hêj buhatir be… vêca Welato! Ji welatiyên xwere bibêje: li tev cihên ku têde dijîn, nefer û kom, rewşenbîr û torevan, siyasetmedar û partîzan ku tu welatê tevanî sînga te ji tevan re vekiriye, çendî pirbin, têvil bin û ne li hev bin… Welato! Çendî welatiyên te pirbin, di bîr û baweriyan de têvel bin nîşana xêrê ye, nîşana pêşketinê ye; lê welato ji wan re bibêje: kuştin kuştinê tîne zikreşî zikreşîyê tîne xwîn bi xwînê nayê şuştin kuştina welatiyan kuştina welate Welato…! Û ji wan re bibêje welato, tu welatê tevanî kevin û nû yê tevanî hebûna te ji tevan re pîvan û terazûye, dadgeh dadgere… û dawî tu ji ramanên di serê tevan de firehtir û bilintirî… Welato! Ji wan re bibêje : ku ne em li hev rûnên bi mejiyê di serê xwe de bifikirin pirs û bersivên xwe, hawar û gaziya xwe, kul û birînên xwe ji hev re bibêjin û şanî hev bikin ewên ku di nav xaka te de şîn dibin em nagihêjin armancên xwe û wê halê me ev hal bimîne ji kuştin û berberiyê… Welato! Ez ne bawerim ku kes karibe piştî te bi tewîne, ji welatiyên te pêve (kumê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe) Bê guman, zerera te ji zarokên te ye nexasim ewên nezan û çavgirtî ewên ku heyranê canê xwe tenê ne… Welato! Me seh nekiriye ku, tu hêz di dinyayê de kare welatiyên welatekî hevgirtî bişkîne, ku ew welatî di bin yek gotinê de bilivin… û me seh nekiriye ku tu hêzî di dinyayê de welatiyên welatekî hevgirtî bi hevre alîkar û hezhevkir tewandiye… Welato ! Em bi hêvîne, ku ev bablîsoka li asmanê Kurdistana Rojava de li dare zû derbas be, û buhayê wê hindik be… Welato! Ji welatiyên xwe re bibêje: ku tu qet ji serê xwe ji bablîsok re danayîne, ji ber ku baweriya te di pêşerojên nêzîk de gelekî mezine ew baweriyên ku di giftûgo û danûstandinê de dibin yek û ew yek, rêka aştî, azadî û serxwebûnê bi dûv xwe de dikişîne çendî welatiyên te di ramanên xwe de dûrî hev bin û têvel bin… Welato! Ji wan re bibêje : yê ku birast û durust welatîkî dilsoz û xemxur be ew berpirsyar e… û ji demê re bibêje welato; nivîsandin ne henek û tenazin nivîsandin jî berpirsyarî ye… Erê ji wan re bibêje welato!
|