Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hejmar 6 ya kovara Dîwar derket

 


 Edîtorê kovara Dîwar, hejmara nû, bi van peyvan ji xwendevanên kurdî re pêþkêþ dike “Bi vê hejmarê re em nîv salê li pey xwe dihêlin. Me xwest ku em di riya mijara xwe ya sereke re vê carê balê bikiþînin ser çîroka kurdî. Ji bo vê yekê me rê da sê nivîsên cuda. Yek li ser çîroka ku bi zaravayê kirdkî an kirmanckî tê nivîsandin, ya din li ser çîroka ku bi kurmanciya jorîn tê nivîsandin, çîroka Rojava wekî nimûne û ya dîtir jî li ser çîroka ku bi zaravayê kurmanciya jêrîn an soranî tê nivîsandin û bi zimanê yek ji nivîskarên vî zaravayî.” Nivîskarên ku beþdarî  mijara sereke bi çîrok û nivîsên xwe ev in:


Roþan Lezgîn- Zana Omer -Eta Nehayî -Narîn Omer- Fahrî Ayhan -Newaf Mîro -Azad Dilwar -Mehmet Þarman -Luqman Silêman- Mehmet Yildirim Çakar
Girêdayî wê, hevpeyvîn bi yek ji nivîskarên sereke yên çîroka kurdî Hesenê Metê re, heye. Wekî hemû hejmarên din, di vê hejmarê de jî gotar û nivîsên li ser wêje û çanda kurdî cih digirin. Çiya Mazî li ser çanda aþiqan yan jî mitirban û Hesen Dewrêþ li ser  bêzimaniya ketiyan nivîsandine. Di beþê wergerê de, Cewad Pale çend nimûne ji berhemên  hostayê wêjeya farisî Ehmed Þamlû wergerandine kurdî. Ji bo portreya mehê jî çîroknivîsê kurd Yakob Tilermenî ji bo vê mehê hatiye hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku Dîwar bi awayekî mehane ji sere vê sale de dest bi weþana xwe kiriye. Edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e, berpirsê nivîsan Cemîl Oguz e û berpirsiyarê giþtî Agirî Soran e.
Malpera fermî ya kovarê ev e: www.kovaradiwar.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark