Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rexne, kīnkižandin ū lźborīn

 


Qado Žêrîn

Heçê bê sûnc û guneh be bila destê xwe bilind bike, daku em jêre biçin sicûdê û bidin ser žopa wî, her wiha emê wî mîna tacek ji zêr li ser serê xwe deynin û hîn bêtir emê wî li ser pêximberan bijmêrin.
Heçê li dijî rexneya baž derdikeve û sûdê jê newergire, li dijî pêžketina raman û hižmendiya mirovantiyê derdikeve.


Xwezî tim di bîr û bala mirov deba ku tenê mirî gunehan nakin, tenê zindî žažiyên kirêt dikin. Mirov dikarin bibin xayîn û xwefirož, kujer û tižtin din, êdî sûnc û gunehe mirov ji zindiyan re bibin kole, çimkî zindî ye û dikare rojekê kêra jahrkirî di pižta we de jî biçikîne.
Wexta em rexneyan dikin, em ji bo xêrê dikin, heçê ne di asta rexneyê debe fam nake, kîna me bi kesî re nîne, lê hin kes bi israr wan rexneyan dikin dijîtî, ew qet ne mebesta meye, ew kes kole ne û fikra wan ne azad e, lê ku ew kes niyeta xwe zelal û paqij bikin dê bibînin bê çiqasî rexne di berjewendiya me û wan deye.
Heçê tevgerê bike wê ileh žaž bibe, ji ber wê mirî gunehan nakin, mirî tevger û xirecirê nakin, icacokan ranakin û ji ber wê gunehan nakin. Zindiyên rexneyê nepejirînin li dijî hižmendî û pêžveçûn û berjewendiyên xwe û me derdikevin. Mixabin hin kes wateya rexneyê nizanin û çilo û çawa be li dijî xwe wek žer radighînin, bi israr didin ser žopa fažî û diktatoran.
Rexnepejirandin an na encama perwerdeyê ye, hin kes tenê rexneyê wek kînkižandinê dibînin.
Mirovê ne demuqrat û azad be nikare rexneyan bipejirîne, ma fažî û diktatoran kîjan rojê rexne pejirandine, wan gelek rexnevan kužtine. Hin kes guman dikin ku  ji gunehan bêrî ne, û di eynî wextê de xwe dikin demuqrat, ileh xwe bixin rêza diktatoran. Em jî tižtekî tenê dizanin: Tenê kole, diktator û fažî rexneyan napejirînin.
Tenê diktator  hemû karînên xwe rast û durust dibînin, çi bikin wê hin jêre li çepkan bidin, ta bi kužtina zarokan, û ne tenê rexneyê napejirînin, belê rexnevan di ževên tarî de dikujin, û ji ber wê civak û komelgeha bê rexne bi pêž ve naçe.
Hin kes û hin hêzên siyasî wexta rexne li wan dibe, bi israr wan rexneyan li dijî berjewendiyên gel bikartînin, daku rexneyê rawestînin û xwe jê biparêzin, bi texmîna me ev têkçûna herî mezin e.
Eger kes an girûpek an jî hêzek siyasî hest bûbin ku em di dermafê wan de žaž çûne û me di rexneya xwe de bêbextî li wan kiriye, bila bi žêweyekî mirovan e me agahdar bikin, emê jî bi kêfxwežî lêborînê bixwazin û soz didin ku emê carek din dubare nekin.
Li dawî, ji ber ku rexne di civaka me kurdan de nîne, û ji ber ku em nehatine perwerde kirin ku rexneyê bipejirînin, civak li paž maye, siyaset li paž maye, çand û gelek tižtên din li paž mane.
11/05/2013

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark