Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seydayê Tîrêj 1923 – 2002

 


Diyarî ji (Rêxistna Jina Kurdî azad) re ku bîranîna 11mîn a koçkirna Seydayê (Tîrêj) li bajarê Qamiþlo pêk anîn û ji (Bejnê) re, ev keça kurd, a ku bi hêvî û hisreta Bajarê Qamiþlo ye.. Bajarê Cegerxwîn û Mihemed Þêxo ye.

Konê Reþ
  
    Seydayê Tîrêj helbestvanekî Kurd e ji nifþê Kevin, ew nifþê ku ji destpêkê de pîþ bi nivîsandina Kurdî Latînî kiriye. Roja îro piraniya wî nifþî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reþîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…


   Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û barê xebat û berxwedanê û di meydana ziman, tore û rewþenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên(1932-1946) an de li Þamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek (Hawar û Ronahî) li Þamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Stêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr. Kamîran Bedirxan de.
   Ji wê hingê ve dan û sitandin û têkiliyên Seydayê Tîrêj bi rewþenbîr, welatparêz û kultura gelê Kurd ve hebû û di nav refên rewþenbîrên Kurdan de xebat û bizav kiriye.. Hêjayî gotinê ye ku Seydayê Tîrêj di sala 1942 endamek bû ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
   Wiha ji hinge ve ta roja dawî, pênûsa seydayê Tîrêj ne rawestiyaye û her û her pênûsê wî, kul, xem û janên gelê Kurd bi dewêta reþ û þîn nivîsandîye.
Hem jî pesnê gelê Kurd, Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
   Ji roja ku seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewþa gelê xwe de ponijîye û xemên gelê Kurd xwarine.

      Wek ku diyare, tev þîn û þadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê mehê de bû. Ango ev 11 salin ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye.
 Bi vê helkeftinê kêfxweþ dibim ku we serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav helbestvanên kurdên Binxetê de bikim.
   Wek ku hûn tev dizanin, di dawiya salên 1970î de û destpêka salên 1980î de, piþtî ku kurdên me ji bakur û baþûur sirgûn û miþextî Binxetê bûn, hingê geþbûnek rewþenbîrî û þiyarbûnek zimanhezî - xurtir ji berê - di nav me kurdên Binxetê de peyda bû û serê xwe bibilindî rakir.. Hingê piraniya me, navê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Feqehê Teyran bihîstibû û naskiribû.. Lê vê paþiyê, bi rêka dengê bihiþtî Mihemed Þêxo û stranên wî yên ji gotinên seydayê Tîrêj wek:
Firyad û sed ax û eman
Ez ketim ber êþ û bela...
An:
Erê þûxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê...
   Em serwextî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di pey re (Zozan) û (Cûdî) û .. Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiþtiye û bandora wê di civata kurdî de heye:
Ey bilbilê dilþadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..
   Wiha piþtî ku helbestên Seydayê Tîrêj bi dengê Mihemed Þêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser þopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eþkere bû..
   Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî, peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser þopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn.. Ta ku vê paþiyê, nifþekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
   Bi hatina vî nifþê nû re, nexasim ewên ku serwextî wêje û çanda gelên cîran bûn û bi zimanên wan cîranan tûrikê xwe ji rewþenbîriyê dagirtibûn, wan jî bi rengê nûjen helbestên xwe danîn û yên wek Tîrêj, Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Omerê Lalê û Ehmedê Þêx Salih man ji kilasîkên kurdan..Tevî ku hêjî gelek ji xortên me, bi rengê kilasîk di bin bandora Cegerxwîn û Tîrêj û yên mayîn de helbestên xwe dihunin.. Hem jî wek ku diyare her û her wê cûdahî di navbera kilasîk û nûjen de hebe.. Bele her seydayê Tîrêj dimîne xwediyê bandoreke cîgirtî di nav xort û keçan de..
Bi vê helkeftina 11 salî ji koçkirina Seydayê Tîrêj em bihuþta rengîn wek mal jêre dixwazin û bela serê malbata wî, gelê kurd û evîndarê wî sax be.

Qamiþlo, 23.03.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.22
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark