Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bitenê hiþtim û çû.. Bo bîranîna 2salwexerkirina mamosteyê min Rezo Osê

 


Tengezarê Marînî

“Carekê pêdivî ye, mirov ji hev dûr bikeve:
Carekê dixwaze di yê din negihe---
Carekê her yekî rê ji xwe re cot dike--û her yek bitena xwe diçe
                        Ma gunehê kê ji wan e?”
                                    Kurt Tucholsky

li nava sirûdên lihevnehatinê û vê xirecirê dîsa tu li bîra min î.
Xopanê þarên me yek bi yek ji nav awirên me direvin.. diçin..
mîna te mamosteyê min.


Neþev, nejî zivistan bêdengiya te ji guhê min dûr nakin.
Qamiþloka me li ber xwe dide û simbilê serê memikên wê zelût û zel,itî bûne..
bayê bakur hîn me dêþîne seydayê min..
Rojhilata dil jî kesera dilê me venamirîne..
têra te nakin ev gazind. 
Dizanim, dizanim  li hawîrdora me sîbera te konê xwe vedaye...

erê zor e û di vê zoriyê de, te tînim hizra xwe.
Kanîn yên firtone li nav serê me belav dikirin û xwe dikirin xwedawendê êþa vî bajarî.. bazdan seydayê min.....Min jî baz da..
Min ji xwe, ji bajar, ji tirsê, ji êþê berbi tenetiyê ve min bazda.

Roj vala diçe ava, dem tê û diçe, wêneyê bajarê me winda
 ew dengên bitenê, nêçîra reþê ne bêhnê berdidin.
Ev destpêk bênav seydayê min, di tarîbûna xwe de dûrahiyeke jihevketî me.
Noq dibim di mirinê de, herroje v halê min e. Çavên min roniya xwe li dewsa xwe hiþtine.Mitala meke: yê dawî dimirire, dibe tovê rojê! Xewnên min ji xwînê miþt bûne. Qeyîka Nuh jî danegeha xwe þaþ kir.
Pêlavên min tije av bûne. Av bê masî ne, av xewlî heft welatan bi serê melevanên xwe da kiriye
Tu, mamosteyê min :
- Di vê þevê de, ez bi nezaniya xwe ve mijûl im,
dûr .. dûr, tiliyên min di nav qeþayê de ne. Nexþeya min, di nav deryayê de, li latekî rast hatiye. pêl…, pêl bilind dibin û pira di navbera min û min da xwe vedizîlîne. Dirêj dibe, ez nagihim xwe. Di sorahiya êvarê de, beyeban im, bitenê..
li nav rûpelên êþâ xwe, melodiyeke sar, lîstikeke sistopisto, deryayeke bi humegum û guhekî biçûûûûk im. Erê, herdem a ku zarokek bimire.. xwedê derbeder dimîne. Reþ e, jiyana min, deryayeke bêdeng e. Jibîrkirinek im li nav xwîna henasa vî welatî
Û tu…Welatekî jibîrkirî li ser piþta xewnên me…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark