Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Helbestvan Ezîz Xemcivîn: Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.

 


  Rojnameya War: Sîpan Abdulah

Helbestvan (Ezîz Xemcivîn) navekî  berçave di qada edebiyat û helbesta Kurdistana Rojava de ko çendîn berhemên çapkirî ji dîwanên þiirî û pertûkên din wek ziman û folklor hene û li ser nivîsandinê berdewam e. ji bo bêtir haydarbûnê ji vî nivîskarî me ev dîdar li gel sazkir.
- Berî çend rojan min hevpeyivînek bi Konê Reþ re xwend, bi rastî dema li ser rewþa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî þerm dikir.
- Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.


- Min hemû hizr û bîr û baweriyên xwe gihandine xwendevanan ji ken, girî û evîna xwe bi xweþî û nexweþî, tîpên min þahî û xemgîniya min in, Xwendevan rojane di facebookê de helbestên min dixwînin û perwaneyên evîna min li asmanê rûpelan dibînin.

Pirsyar : Tu helbestê dinivîsî، erê helbestê çi kartêkirn li ser te heye û çi li te zêdekirye?

Bê guman ji sih salî ve ez helbestê dinivîsînim, ji bo min helbest dergeh an pencereya ko balindeyên henaseyê tê re bi azadî difirin. Min her derdkêþî, xweþî û ne xweþî bi helbesta xwe aniye ziman. Kartêkirina helbestê di tiliyên nexþekêþiya peyvan de diyar dibe. Berevajî jî çi qas ji hundirê min derdixîne ew jî di wêneyên helbesta min de di henaseyên hevokan de tê xuya kirin. Helbest û helbestvan peywendiyeke diyalîtîkî ko ji hevûdu nayêne cuda kirin.

Pirsyar: Ta çi radeyê te hizr û peyama xwe bi rêka helbestê gehandîne xwandevanan?

Helbest eger nebe nameya hundirê helbestvan, derbirrîna hest û hirza wî di baweriya min de ew helbestvan û tevli helbestên xwe têkçûyî ye. Min hemû hizr û bîr û baweriyên xwe gihandine xwendevanan ji ken, girî û evîna xwe bi xweþî û nexweþî, tîpên min þahî û xemgîniya min in, Xwendevan rojane di facebookê de helbestên min dixwînin û perwaneyên evîna min li asmanê rûpelan dibînin.
 
Pirsyar: Erê tu nuxaziye di helbesta kurdi de cewa dibinî?

Nuhxwaziya helbestê bi giþtî û ya kurdî bi taybetî giringiyeke serdemî ye, helbesta kilasîk nema dikare barê hemû hizr û ramanên helbestvanê nuhxwaz hilgire. Azadiya nivîsandin û derbirrînê rengê tilûrekî perwaz û firyana xwe li nav þax û bax û asmanan bide, helbestvan jî her wisa ye.
Di helbesta kurdî de û bi taybetî ji bîst salan û vir ve gavine pir li pêþ hatine avêtin. Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.

Pirsyar: bi þêweyekê giþtî، tu rewþa wêjeya kurdî li kurdistana rojava çewa dinirxînî?

Berî çend rojan min di malpera (Welatê me) de hevpeyivînek bi Konê Reþ re xwend, bi rastî dema li ser rewþa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî þerm dikir. Hin ji nivîskarên me hene ji nivîsên xwe pê ve naxwînin û dema tê û bixwaze nirxandinekê bike di mafê toreya xwe de û hem di mafê helbestvan û nivîskaran de dikeve pir þaþitiyan û nizane an jî bi mebest naxweze bibêje ko gelek rewþenbîr, nivîskar hene û pir nivîsên balkêþ dane. Diçe û tê û wê li heman gotinên xwe vedigere, min wisa kiriye û çend nav jî ji xwe re jiber kirine helbestvanên me ev in û helbesta nûjen li ba me nîn e û eger hebe jî lawaz e!!
Di nerîna min de helbest û romana kurdî, li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên din yên Kurdistanê li pêþdetir e. Helbesta nûjen li aliyê me gelekî li pêþ e. Helbesta Rojava xwezayî ye û ne çêkirî ye. Ev jî bi rewþa Rojava ve girêdayî ye eger tu ji zarokekî me bipirsî dê tu bibînî ji siyasetê baþ tê digihê, dêmek çawa nivîskar û helbestvanên me dê ne ew qas li pêþ bin?
 
Pirsyar: Te çend berhemên çapkirî hene? Eger çendekê bo xwandevanên (war) li ser baxvî?

Berhemên min yên çapkirî ev in:
1- A.B eya kurdî (Alfabêya kurdî) sala 1990 li Þamê hat çap kirin.
2- Zindana Piçûk (Helbest) 2005an li Yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê hat çap kirin.
3- Pejal (Helbest) 2006an li Dubey Dezgeha Semakurd çap kir.
4- Jiyana Mele Ehmedê Palo wergerandin ji zimanê erebî 2007an
5- Gotinên Pêþiyan û îdyomên kurdî sala 2011an li Silêmaniyê Enistûtya keleporê kurdî çap kir.

Berhemên nehatine çap kirin ev in:

1- Henaseyên Rêwing (Helbest)
2- Þîrava Elindê (Helbest)
3- Pêlên ahîna matmayî (Helbest)
4- Çend bihnok li pêxîla keserê (Helbest)
5- Zimanê Evînê (Helbest)
6- Stranên Jînê (Stran)
7- Delîveya Rexneyê (Rexne)
8-  Kewara girî (Gotarin li ser jinê)
9-  Çivîk difirin, çivîk li ser darê ne (pexþan)
10-  Evînî û bîrhatinên çivîkan (Bîrahatin)
11-  Zêro (Roman)



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark