Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hejmara yekê ya Kovara Dîwar derket

 


  Dîwar

Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin. Herwisa jî li Kurdistanê. Di malpera xwe www.kovaradiwar.com de, kovarê derî li ber abonetiyê vekiriye. Mebest  jê ew e, ku her serê mehê kovara DÎWAR, bi pereyên hindik, biçe malê ber destê xwendevanê wêjeya kurdî. Nivîsên di kovarê de têne weşandin,  ew nivîsên taybetin yên ku ji bo kovarê têne nivîsandin, herweha wê nivîsên kovarê li ser internetê neyên weşandin.



Naveroka vê Hejmarê

Di vê hejmarê de, mijara sereke pirtûkên kurdî yên sala derbasbûyî ne, ligel nivîsên danasînê li ser çend pirtûkên ku nû ronahî dîtine. Ji ber ku Besam Mistefa nivîskar û wergêrî herî berhemdar yê salê ye, hevpeyvîna vê hejmarê pêre hatiye kirin. Wisa jî, di vê hejmarê de lêkolîna Perwîzê Cîhanî ya li ser peyva dîwar di ferhenga kurdî de, Ilhamî Sîdar li ser roman pêşangeha çi ye, çîroka Bedran Dere û helbesta Ciwan Qado, cih digrin. Kovarê bi nivîsara Xoşman Qado ya li ser dengbêjiyê û ya Omer Disoz ya li ser çîrokên gelêrî û ya Çêmen Elî li ser efsaneyên girê êlim, bal kişandiye ser wêjeya devkî. Ji bilî wê, du nirxandinên li ser du pêşengehên du şêwekarên kurd Şener Ozmen û Ahmed Guneştekîn, hene. Portreya mehê jî Malmîsanij e.



Edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e,
Kordînatorê Weşanê Cemil Oguz e
 û berpirsiyarê Giştî yê kovarê Agirî Soran e.
Edîtorê kovarê hejmara yekê ji DÎWAR bi van gotinan pêşkêşî xwendevanan dike:
 “ Bi hatina sala nû 2013 re, hejmara yekem ya kovara me, li ber destê we ye. Pilan wisa ye, ku her meh bi derketina Dîwar dest pê bibe. Em ê, di vê çarçovê de, çi ji destê me bê, bikin. Wêjeya kurdî, ku di van salên dawî de, bi geşbûneke berbiçav, serî hildaye, hêjayî xwedîlêderketin, ragihandin, danasîn, nirxandin, rexnekirin û hembêzkirinê ye. Em ê, bi derxistina vê kovarê û bi beşdariya hemû nivîskarên vî zimanê şêrîn, her wisa bi alîkariya hemû wêjehezên kurd, pişta xwe bidin dîwarê peyva resen û berê xwe bidin asoyên vekirî yên wêjeya kurdî ya nûjen.
Hêjayî gotinê ye, ku bi vî awayî, wê kovara DÎWAR, kovara kurmanciyê, ya bitenê be, ku wê weşana xwe ya mehane bike.

Rê ya herî rehet ji bo bidestxistina kovara DÎWAR  abonetî ye. Navnîşana xwe ji desteya birêveber ya kovarê re bişîne û her serê mehê kovara wêjeya kurdî ya nûjen DÎWAR bixwîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark