Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mele Þêxmûsê Qerqatî (Behlewî) Di Bîranîna 40 Saliya Koçkirina Wî De

 


Konê Reþ

Di bîranîna 40 saliya koçkirina seydayê mele Þêxmûsê Qerqatî (Behlewî) de, bi min xweþe ku ez van çend gotinan derbarî vî melayê zana û kurdperwer bînim ziman. Sebaretî me kurdên Binxetê (Rojava), ji ber qedexebûn û qaçaxiya zimanê kurdî û înkar û biþaftina hebûna kurdan di tev waran de ji rex rêjîmên ku sûriye hikum kirin ji rexekî ve û ji rexekî din ve mijûlbûna rêkxistinên me yên siyasî bi hev, perçebûn û cûdabûna wan a bi tov ji hev û sergêjekiya ku têre derbas bûn ta roja îro, û wiha di nav salan re beþekî mezin ji pêmayî me hat dizîn û beþek bi kalemêr û pîrejinan re çû gorê.. Kurd dibêjin; mirov ji nîvê rêkê jî vegere baþ e.


Bi vê helkeftinê, bi min xweþ e ku ez hinek ronahî berdim ser jiyan û berxwedana navdarekî kurd ku ta roja îro kesekî gotinek derbarî wî de nenivîsandiye wek ku pêdivîye, bi tenê seydayê Cegerxwîn û Samiyê Namî behsa wî di nivîsên xwe de kirine.. Tevî ku di her civaka kurdewariyê de behsa wî dibe û helbestvanên gelêrî helbest avêtine ser..
Ew mele Þêxmûsê Qerqatî ye. Yek ji sê melayên ku navê wan Þêxmûs bûn û di nav kurdên Cizîrê de bi jîrbûn û zîrekiya xwe nav û deng dabûn.
Þêxmûsê yekem Cegerxwîn bû, hûn tev wî nas dikin.. Þêxmûsê duwem mele Þêxmûsê þêxî ye, rehma Xwedê li giyanê wî bibare û Þêxmûsê sêyem mele Þêxmûsê Qerqatî ye, yê ku di roja 02/01/2013an de 40 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe.
Mele Þêxmûsê Qerqatî, di sala 1905an de li gundê Qerqatê, girêdayî bajarê Kercosê li Kurdistana bakur hatiye dinyê. Ji ber ku di wî heymî de Serxet û Binxet nebû, ew bi dûv xwendina olperistiyê de daket bajarê Amûdê, wî jî bi seydayê Cegerxwîn re li ber destê seydayê mele Ebêdellah dest bi xwendinê kiye, paþê wî û Cegerxwîn îcaza xwe di sala 1924an de li gundê Sinceqa Sadûn, li ber destê mele Fethullah, birayê seydayê mele Ebêdellah wergirtine û bûne mele. Hingî mele Ebdulrizaqê Hilelî û mele Ebdulletîf jî bi wan re bûn..
Piþtî ku mele Þêxmûsê Qerqatî çend salekî meletî kiriye, wî jî wek Cegerxwîn û xelkên din, di sala 1935an de gundek bi navê (Girzînê Qerqatiya) bo xwe û gundek bi navê (Xirbê Þêx) bo mirovên xwe di Berriya Mêrdînê de avakiriye.. Di wê demê de Cegexwîn jî du gund di Berriya Mêrdînê de bi navê (Belê/ Cehenemê û Çêlekê) avakiribûn..
Di sala 1944an de þêxê eþîra Cibûryan Ebdulezîzê Mislit û þêxê Ebû Xetaba Ehmed Ebû Mîx doz binêvîbûna herdu gundan li Mele Þêxmûsê Qerqatî kirin.. Anku nîvê wan gundan ji ereban re be.. û Ebdulezîzê Mislit ji Mele Þêxmûs re got: Eridna wintû cayîn min hel cebel.. anku Xaka me ye û hûn ji vî çiyayî hatiye.. Mele Þêxmûs lê vegerand û got: Ev xaka bav û kalê me ye, tu ji Necdê hatiye , vegere welatê xwe.. û wiha li ber hev sekinîn..
Veca ji neçarî, mele Þêxmûsê Qerqatî hawara xwe digihîne eþîra Mêrsînan û Evdî axayê Xello û Hesenê Haco da ku di hawara wî de bên. Evdî axa û eþîra Mêrsînan piþtgiriya xwe jêre diyar dikin û di hawara wî de diçin..
Û wiha di sala 1944an de di navbera wan û eþîra Cibûrya de dibe þer..
Di wê demê de helbestvanê gelêrî Esedê Sofî, yê ku ji gundê Kodo bû û bi eslê xwe Xirbekî bû, vê helbestê davêje ser vê bûyerê û wiha dibêje:
Sala 1944, li Kurmanca bû hawar
Hebû eþîrek mexrûr, bi nav dibêjin Cibûr
Nav wan hene du heb þêx
Yek Ehmed Ebû Mîx, tevlihevkî gelek pîs
Dihatî ser Qerqatî, ka nîvê gund bi rehetî
Yek ji Qerqartiya Mela ye, sûnd xwar bi þaþa xwe ye
Go heqê we li me tune ye, þerii û qanûn li ber me ye
Mele bangkir bira û birazî go; Cibûr nîvê gund dixwazî?!
Wan rahiþt þûrê tazî, go bi qesem nehewcî gazî
Pirsa me bik ji Cibûr, em ê wan bajon Xabûr..
Þêx rabû li ser lingê xwe, qîrek dabû bi dengê xwe
Evdî axa hate mal, pêre hebû çend heval, li eþîrê kir hawar
Eþîr hatî lek bi lek, dora Topiz kir xelek
Bankir Mûs û Misûr go ma ji we tê þerê Cibûr?
Teva serê xwe hilanî go willeh Axa tu zanî..
...    ...   ...  ...  ...
...    ...   ...  ...  ...
Piþtî ku gundê Girzîn ji mele Mele Þêxmûsê Qerqatî û mirovên wî re dimîne, mele Þêxmûsê Qerqatî bi Cegerxwîn, mele Þêxmûsê Þêxî, mele Ehmedê Namî û yên din re di warê kurdewariyê de kar dike. û bi Cegerxwîn re nêzîkî partiya Komunîst dibin. Ew Partiya ku di wan salan de derbasî bajar û gundên Cizîrê bibû û kurd bi girsbûn dibûn endamên wê.. ji wan werê, wê di rêka wê re mafê xwe pêk bînin.. Hingê her sê Þêxmûs ketin nav rêkxistina ( أنصار السلامEnsar Elselam) de ewa ku nêzîkî komunîstan bû. Di sala 1955an de, ji ber zanîn û zîrekiya mele Þêxmûsê Qerqatî, Ensar Elselam û komunîstên sûriyê ew þandin welatê Finlendayê, bajarê Hilsinkî da ku di kongerê Ensar Elselam de beþdar bibe.. Piþtî ku kongir bi dawî dibe , li ser daxwaza þanda Sînê, ji wir diçe Bekîn û dor sê mehan li Sînê dimîne û li Bekînê çav bi serokê Sînê Þo An Layin dikeve..
Piþtî ku ji Finlenda û Sînê dizîvire Cizîrê û jêre diyar dibe ku tiþtekî kurdan di Komunîstiyê û Ensar Elselam de nîne, vêca hevalê xwe Cegerxwîn û yên mayî jî agahdarî vê yekê dike û herdu dûrî komunîstan û Ensar Elselam dibin.. û di encam de di warê civakî û Kurdewariyê de kar dikin ta ku Partî Demokratî kurdî li Sûriyê di sala 1957an de tê damezirandin. Û wiha ta ku mele Þêxmûsê Qerqatî di roja 02/01/1973an de, anku berî 40 salî li gundê xwe Girzînê Qerqatiya diçe ber dilovaniya Xwedê.
Bi vê helkeftinê, ez gurzek nêrgizên derdora Cizîra Botan li ber serê wî datînim û dibêjim cihê te buhiþt be seydayê hêja.
* Min ev helbesta gelêrî û bûyerên vê rûdawê ji kalemêrê hêja Salihê Silo (Bavê Muslih) girtine.



Kesên di vî wêneyî de ji çepê ber bi rastê ve evin:
Mele Remezanê Berzencî, Cegerxwîn, Kazimê Hisênê Esed û Mele Þêxmûsê Qerqatî, (Yê bi þaþik û cibe ye).. Ev wêne di sala 1954an de, di xwepêþandekê de li bajarê Qamiþlo hatiye girtin.

Konê Reþ
Qamiþlo, 28/12/2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.22
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark