Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Sûriyê tev welatekî pirnetewe û pirol e

 


Dr. Kamiran Haj Abdo*

Rojên 23.-24.12.2012-ê li Ruhayê (Orfê) “Dîdara Niþtîmanî ya Hisiçayê” li dar ket. Dîdar ji aliyê Encûmena Niþtîmanî ya Sûriyê (ENS) û Hevkariya Hezên Þoreþ û Rikberiyê (HHÞR) hati bû amadekirin. Armanca dîdarê ew bû ku pêkhateyên Hisiçayê bên ba hev û bi hev re rêveberiyeke hevbeþ ji wê parzgehê re ava bikin, ji ber ku ew “parezgeheke tevlihev e”.
Li vir divê ev xal bêne gotin:


  1. Eger armanc ew e ku pêkahteyên Hisiçayê bêne ba hev, gelo çima ne li welêt, lê li Tirkiyê ev dîdar tê lidarxistin?!
2. Tiþtekî pir baþ e ku pêkhateyên Hisiçayê bên ba hev. Lê gelo çima ne alên wan pêkhateyan, lê ala Tirkiyê li salona dîdarê bilind dibe?! Ma ne divê ala niþtîmanî, ya aþûrî û ya kurdî ji her aleke din (li ba xelkê Sûriyê) buhatir û binirxtir bin.
3.  Çima tenê li ser asta Hisiçayê ev reng dîdar?! Ma parêzgeha Heleb jî ne tevlihev e, ma ne bêhtir 1,5 milyon kurd li wê parêzgehê dijîn! Lê gelo armanc ew e ku kurdînî û kurdistaniyeta herêmên kurd wenda bikin?! Gelo eger Hisiça tevlihev e, ma ne Humis (sunî, elewî û xirîstiyanî) Þam (ereb û kurd) û gelek bajarên Sûriyê jî tevlihev in.
4. Gelo çima ENS û HHÞR ji bo tevaya welatê me (Sûriyê), ya ku welatê ereb, kurd û aþûriyan e, welatê misliman, xirîstiyan û êzdiyan e, welatê sunî û elewî û durziyan e, rêveberiyeke hevbeþ û sîstemeke hevpiþk, ya ku hemû pêkhateyan wekhev bigre, napejirîne?!

Dîdara pêkhateyan her û her baþ û pêwîst e, lê divê li ser asta tevaya sûriyê be. Ji ber Sûriyê, ne tenê parêzgeha Hisiça, welatekî pirnetewe û pir-ol e. Rastî û çareserî jî ev e: Divê hemû pêkhateyên netewî û yên olî di Sûriyê de wekhev û azad bin. Ev jî bi sîstemeke demokrat, ya ku li ser bingeha yekîtiya dilxwazane ava bibe, pêk tê.

De bes e, werin em rastiya Sûriyê nas bikin û pêþeroja wê bi hev re û ji me tevan re destnîþan bikin.  


* Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark