Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Fažistźn Tirk ū hinek Žovīnīyźn Ereb bi kūda !

 

Y.Sabri Qamižloki

Dema kû kîn, kerb û zikrežî di nava rihê meriv hatibê çandin, pir zehmeta ew karibê bibê însan û bikevê nav çivaka mirovahiyê de, û mîna her keseki danûstandinê bikê,  ji ber kû di nava demarê wî de tižteki balkêž heya, kû nayê žîrove kirin


lê hemid ji xwedan re, go bûyerên wan yên qirêj, hovana, bê exlaq û karên va Fažistên xwînmij yê Teroristi, dihêlê kû her kes wa nasbikê, pêwistî bi analizkirinê tinebê.
Bi sedê salana,go êrîžên xwe qirêj, ji Impratoriya Osmanî  bigre, kû li diji piraniya miletê Cîhanê pêktanî û bi teyibeti ji, li diji gelê me yê Kurd bû û heta avakirina dewileta wa ya Kemalist kû li ser xapa, xwînmijî û qirkirina gelan hatibû avakirin û heta îro vî karê gemar li himber me dimežînin, û di nerînên wan de gavên ber bi Ažti û Birati de qedexeya.
Weki em hemû dizanin, her kiryarên xwe yê qirêj yên cûda, bi kužtin, qirkirin, talankirin, zilm, zordarî kû li diji hemû Zagonên cihanî û Žerita îslamî û hemû Mirovahiyê li me dikirin û dikin, tenê gûnehê me ewe ji ber em Kurdin û zimanê me kurdiya û Welatê me Kurdistana.
Di navbera her demekê de û bi teyibeti ji, pižti hilwežandina rêjîma Diktator ya Bexdayê, kû hate diyarkirin, weki rastiyekê kû nema tê vežartin, bi avakirina Dewileteka Fidiral û Dimoqrat di herêmeka xwedan nijadperst kû Serokên wa bi darê zordariyê û bingeheka gemar hatina ser Destselatdariyê û xwe têde asêkirin. Ev Welatê ha (Tirkiya) her tižtê xwe yê ne baž pêkanîn, destê dosteniyê dirêjî her Erebeki Žovîni, Terorist û bê Exlaqan li Iraqê kirin, bi teyibeti ji kû ew kesê go her tim li diji  îradeya gelê kurd radiwestin,  van kesan didin xapandin bi Dolaran, û cend ževên xwež yê razanê li Otêlên 5 Stêrik, û bi Firokên teyibet wa di navber Bexda û Enqera de dibin û tînin. ji ber wan tižtê pozîtîv ji mirovên Demoqrat, Libiral û baž nedîtin.
Bêgûman pižti ketina wî dîwarê zilmê li îraqê di Nîsana 2003, vê Dewileta Kemalîstî Fažîst, xwe bi her awayi nêzîkî Kesaetiyên îraqê kirin, bi teyibeti ji yê kû li diji Federalizim û Nerîndîmoqrat û Insanetiyê ne.
Xwe avêtin piraniya Siyasetmedarên vî Welatê, ji hemî hikûmeta, ji Eyad Alawî bigre û derbasi Ibrahim Alceferî bibe kû ev dawî hinekî hate xapandin, cend cîvînên bi dizî, li pižt Perdê bi Tirkiya re cêkirin, kû ew bû nakokiya herî mezin di navbera Kurda û Erebê Žîîa û bi vê ji Kûrda ev hikûmet rûxand.
Dijminan siyaseta xwe ya bê insaf li diji Kurda hê dewam dikin. Berî 3 mehan wa li ser Xaka fitnê li Enqerê Konfiransek bi navê (Serkeftina xwedanê îraqê) pêk anî, di wirde pir ji Žovînyan û Rassistan beždarî vê Civînê bûn.
Vî Welatê dagirker xwe ji kiryarên xwe yê Krîmînal  dûr nekir, bangî cend žexsiyetên kû Rol û behra wa di vê Hikûmeta nû de heya, mîna Tariq Elhažimî cigirê Serok komar û Ednan Dilêmî Serokê Fraksiona Erebê Sinî di Parlameta îraqê de, lê mixabin wa nikarîbû, tisteki baž ji wan bgirin, ji ber ew bi xwe ne di destê xwe dene, û her yekî bixwazê Kurda bi xapînê, dema Ibrahîm Elceferi tê bîra wan.
Tirko li Enqerê di 15-16 Yênayir 2007 mîna Simînarek di bin navê (KERKUK 2007) amede kir û weki hercar, cend kesên Mûflis û Terorist û Žovînî pêva amede nebûbûn kû di rêza serekî de Cebha Tûrkûmanî ya Tirkî bû, lê sed mixabin kû ew ÎRAQÎ xwe dibînê.
Gefên Tirka roj bi roj  li ser gelê me dijwartir dibê, ew Plan û Provakasionên qirêj li diji tevgera me amede dike, ji ber kû hemû Cavkaniyên Kurda didin xwiyakirin, go ew haziriya operasioneke gewira dike,  amedeyê Konfirenseka pir mezîn dikê, û wan her kesekî îraqi kû li dijî Ažitî, Azadî, Fidiralizim û Demoqrasiyê di sekinê dawet kirina, û cend Rêxistinên Lîbîral ji di nav de hena, lê hê ne diyare ka ew kesên ha wê vê dawê qebûl kin ya na,  wa tenê kurd di virde bê behir weki hercar hižtina.
Dibê em ji bo her Tofan û Žeran re li himber Fažistan, Dîktatoran û Fûndemîndalan  amedebin, destê birati, yekîtî, ažitî dirêji hev bikin, dev ji hemû Alozî û Nakokiyan berdin, wekî pêžiya gotiya (Xwîn nabê Av) û pir gûnehe û xemgîniya kû em Berhemên Xwîna Žehîdan bi dev wan de berdin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark