Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: xebata Osman Sebrī ya siyasī li sūryź - Qūnaxa pažīn (3)

 


diyar Ehmed

Pižtî dûrbûnekê Ji meydana siyasî, ku çend salan vekêža , bê hêvîtiyê Nekarî xwe di dil û canê Wî de bi cih bikê,ji ber dizanî dema bê hêvîtî reh û žaxên xwe berdidin di dil û canê Mirovî de buhara dil diçilmisê û dibê Kaniya kul û xeman ,û pê re dimerçiqê ,rêç û rêbaz li ber çavan wenda dibin,hêvî û omîd hêlîna xwe berdidin û difirin , li žûnwaran venagerin û nazivirin , wê demê Mirov ji mirovatiya xwe ya nêvnas û kesatî havî dibê û dûr dikevê ,žûn û têgera mirov di çivakê De bê pêjin dilivê û bi dengekî kerr û žikestî dibunijê.


 ji ber vê yekê , di qutbûna xwe de, gelek çalakiyên rewženbîrî û toreyî yên bi nerx û buha sazkir û hûnand, bi wan kela dilê Xwe yê birîndar hênik û fireh dikir, bi gotinin nazik û peyvin tenik, hest û nestek sivik , , hizir û bîrekli ber   kûr, tev di gemyeka ciwan de ,li ber ba û bahozeka sar û dijwar radixist, raman û bîr ji kaniya  dilê Bendewar , mîna pêteka sor li ber bagežeka tûj didêra û ber ba dikir, pête...hêdî-hêdî rê li ber çavan ronî dikir û rêbaz di hiž û mejî de diyar dikir. dawiyê Gemî li ber ava çemekî rawesta, û pê re hizir û bîr , raman û boçûn jê hat dawežandin.Osman di gel çend zana, pispor, bîr ber, rewženbîr û welatperwerên kurd di sala 1957 an de , li kurdistana sûryê, partiyek bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê Damezrandin. Osman bû sikirtêrê Partî û rêbaza wê di belavokekî de, bi zimanê Kurdî û di bin navê Rêzana Partî de hat berhevkirin û li ser qapê Wê belavokê Armanca Partî di bin nav û nîžana Yekbûn û Rizgarkirina Kurdistanê De hat dest nîžankirin û di nav rûpelên wê de reng û žêwazê kar û xebata Partî da xûyakirin .
di tebaxa sala 1960 an de , Osman Sebrî bi hin hevalên xwe re hat girtin û di zêndanê de bi ser bilindî û mêranî ala pêdarî û berxwedanê Bilindkir û berevanî yeka žêrane di ber rêbaza Partî de kir ,û kiryar û žêweyê ežkence û lêdanê hetikandin.
Di sala 1962 an de , ji zêndanê hat berdan û ber bi Bêrotê ve revî û li wir bi cih bû ta dawiya sala 1963 an de . lê ne dendika xebatê û ne derdê Welêt,ne jî reh û germiya mêranî yê û hêvî û roniya çira azadî yê di dammarên wî de ziwa ne qerisîn. li ser gazî û nalîna derbeder û perîžanan berdewam ma  û netebitî. evê Di dil û canê Neyar û dijminan de agirê Zikrežî û tepeseriyê Gurrkir û dîsan di sala 1964an de , lib ajarê Helebê Tevlî hin hevalên xwe hatin girtin. lê ewê Xweragirtina mêranî ji alê Osman û hin hevalên wî ve, cara pêžîn di zêndanê de, bû egera ežkerekirin û pižtgirtina Partî ya Demokrata kurdistana ev xelat û alîkarî ji serwerê žoreža Di van girtin û berdanan de, gelek tižt di serê Osman de zelalbûn û mirov  ji hev hatin naskirin û veqetandin, bi teybetî di serkirdayetî ya Partî de. mirovna xwe di ber rêbaza Partî de berpirsyar nedîtin, çI di zêndan ê de û çI ji derveyî zêndanê û xwestin rêbaza Partî ji naverok û rastî ya wê ya netewî dûr bikin. dawî yê bi ežkere nêrînên xwe yên tirsonek û seržor belavkirin, dema gotin :em kurd li sûryê Kêmayî ne, lê di rêbaza Parti de, hatibû ku kurd di sûryê De li ser xaka xwe ya dîrokî ne û ev xak parçeyeke ji Kurdistanê û gelê Kurd  netewe ya diduwane, diwelêt de tê dîtin û jimartin,û dîsa gotin ...Partî gereke bibê Komeleka rewženbîrî û çivakî ne ku wek rêxistineka siyasî werê Dîtin .
Osman rêberî ya Partîkir û pêvajoya xebatê ber bi pêžve bir, dijî asteng û girêftarên nejadperist û žovonistan de sekinî ,rîp û pîlanên bi kîn û tirsonekan pûçkirin. evê Yekê Hižt dilê Koledaran rehet nebê û çavên wan ji qada xebatê newê Girtin.
Osman ji xwe re kirin armanc û xwestin rûbar û çemê Ava žîrîn û zelal li ser vê gulîstana siyasî û toreyî, dibistana netewî û perwerdeyî bigirin, canî di singa wî de bi merçiqînin, hêvî û omîdan di dilê Wî de bi kurisînin ,çira serbestî û azadî yê di giyanê Wî de vemirînin. tevî rengê Zirt û lêdanê,girtin , sergunkirin û lêdanê li ser badan, mifa nekir û ji bîr û ramanên xwe neket û peya ne bû .
Di sala 1969 an de, û pižtî ku bê çare man , berî dan kurmê Darê û kurim hižyar kirin û hejandin, di berê de pêžiyan gotine :(kurmê Darê Ne ji darê Bê hižkî û ne mana darê Nîne).bi rê yah in mirovên dilgemar û bênteng ,nezan û zikrež Osman tewanbarkirin û ji serokatiya Partî hat dûr êxistin.lê ji rastî ya dîrokê Re û berçavkirin û parastina mafê Her kesekî û her mirovekî dilsoz û xemxwarê Kurdînî yê û divê her kes bizanê û bi bihîzê, ku kesên ew beryar dayîn îro ew bi zimanekê Zelal dibêjin:(Osman mirovekî welatperwerbû, dilsoz û dilpakê Kurdînî yê bû, rolekê Wî yê bilind û giring di hižyarkirin û vejandina ramyariya netewî û rewženbîrî de li sûryê Heye û di warê Siyasî û rojnamevanî de jî lehîst ye, mirovekî canfida û merd bû, bi jana belengazan dihesa û di kûrî ya derya kul û xemên wan de wenda dibû ......hd)
Pižtî wê beryara ne dademend û sedmixabin, Osman xwe ji nava meydana siyasî kêžand ji bergehê kar û xebatê dûr ket û bi hêvîn beravêtî ,  bi keserin diltevzîn, xem û xeyalên xwe kom kirin û dest û rûyên xwe žûžtin û tûrê hêvî û omîdan avête milên xwe û bi bangek melûl ,hewarek lal di derya ya kûr û bê binî de werbû, bîr û raman di rojeka peyîzî de, li ber bahozeka tûj û dijwar berdan û xwe ji wan tevan rizgarkir.
Di roja 11-10-1993 an de ,canê Pak û rewan milê Xwe tewand û nema karî di bin barê Kul û derdan de ,êž û azaran de rawestê, serî danî, xatir xwestin,hêstirên ziwa ji kaniya çavan qerisîn, pižtî jiyekê Dirêj di dan û merdî yê de, di ber millet û welat de borand, giha karwanê Nemiran û li goristana gundê Berkevirê Nêzîkî bajarê Dirbêsî yê vežartin û bi vî rengî kanî ya Apo Osman ziwa bû , gul û kulîlkên gulîstana wî çilmisîn û pelê darên
 daristana wî qermiçîn û werihan û rûpelek zêrîn û rengîn ji rûpela qehremanekî hat girtin û qulpandin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark