Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Simaîl Omer û xema yekbûna tevgera kurdî

 


   Heyder Omer
  heyder52@hotmail.com
    
Mirin yekek ji mezintirînên diyardeyên, ku ramana mirovane ji zû de pê mijûl bûye, vê diyardeyê mirovê pêşî û tevayê mirovaniyê heya îro jî xist bêtebatiyê, vê lomê hemî ayînan û felseyê jî ji destpêka xwe de pêre mijûl bûn, û gîhane wê baweriyê, ku mirin kireke rev jê nabe, tu nikarî wê bibînî,û ne jî dizanî dê kînga bê, ji ber vê jî hewildanên lehengên dastana „Gilgamiş“, ku herheyîna mirov dipelandin, têkçûn, û „Siyamed ê Xecê“  yê ku mirinê ew Sêwî hêştibû, nikarî tola bavê xwe jê hilde.


Lê ramana mirovane û ayînan, ku li ba rastiya mirinê gîhane hevdu, ewana di heman demê de nerînên cuda di tenga pey mirinê re hebûn, ola Islame weha çû, ku jiyaneke ne diyar di pey mirinê re heye, ew jiyana herheyî ye. Kelepûra kurdî weha diçe, ku  mirin dawiya jiyana biyologî ye, û destpêka jiyana civakî ye, lewre jî vê penda kurdî weha diçe ku „Mirov dimire, nav dimîne“.
Di goşeya vê pendê re ez li mirin û herheyîna Simaîl Omer dinerin, lê belgeyên, ku bi pey xwe re hêştine, û herheyîna wî ya civakî dupat dikin, gelek ramanên cûrbecûr nîşan dikin. Di vê kurtegotarê de ezê tenê li ba Simaîl Omer û xema yekbûna tevgera kurdî rawestim, ka çi di tûrikê wî heye.
Gava em jînenîgariya polîtîkî ya Simaîl Omer diplînin, bi bawerya, min sê mofirkên balkêş jê têne xuyakirin.
Yek ji wan ew e, ku hîna birîna yekemîn dabeşkirina partiya demikrat a kurd li Sûriyê sala 1965ê  xwînzê bû, Simaîl Omer derbas nav kar û xebata rêzanî dibe, û şûna xwe di nav refên beşekî wê partiyê de distîne, çar salan di nav ezmûneya dabşkirinê de dimîne, û bandora wê ya neyênî ji nêzîk de dijî û têdigihîne.
Ya duwem jî ew e, ku Simaîl Omer careke din sala 1988 vê ezmûneya tehl û tirş dijî, lê vê carê di demeke ji ya cara yekem kurtir de, sala 1990î, bi boneya kêmkirina bandora dabeşkirinê, ew û partiya xwe tev li partiyeke din dibin, û partiya demikrat a kurd a yekbûyî dadimezirînin.
Mofirka sêyem jî ew e, ku Simaîl Omer sala 1993ê dibe bîner û hevkarê yekirina sê partiyan, û li gel hevalên xwe partiya yekîtî ya demikrat a kurd ava dike.
Ev sê mofirkan didin xuyakirin, ku Simaîl Omer ji ber neyêniyên dabeşkirina tevgera kurdî ta çi radeyê dêşe, û her tim di her gotar û hevpevîneke xwe de balê dikşîne ser wan neyêniyan û riyên çareserkirinê dipelîne û xwebata xwe bi wê semtê de dajo.
Di vî warî de Simalî Omer bi du riyan ji bo vê mebestê dixebitî; ewî ji hêlekê de hewl dida, ku têgeha Partîtiyê biguhêre, an jî çarçawa wê firehtir bike. Wek hatiye zanîn, ku gava mirovek bi awayê fermî û rêxistinî tev partiyekê dibe, pêşî ew li gel partiyê têkildar dibe, pirograma wê dixwîne û têdigihîne, û tozika wê dipejirîne, û di pey re daxwaznameya tevlêbûnê dide wê partiyê, û piştî dikeve nav refên wê, gelek pêdivî li benda wî dimînin, ku divê her tim hewl bide da bi cih bîne.  Lê Simaîl Omer gaveke din bi ser vî şêweyî dike, û di nav partiya xwe de têgeheke nû di jîyana rêxistînî kurdî de dafirîne, mirov dikare wê tegehê bi (Hevaltiya rûmetê) binavîne.
Hevaltiya rûmetê, ji hêla rêxstinî de, berevajî hevaltiya laseyî, ku me li jor nîşankirî ye. Ev cûreyê hevaltuiyê di riya daxwaznameyan re derbas nabe, û ne jî li ser pejirandina tozika partiyê radibe. Belê kesê, ku vê rûmetê ji layê partiyekê an tevgerekê werdigire, bi ked û cefayên xwe û bi tevdîr û jînenîgariya xwe ya welatparêzî, rewşenbîrî û hukariya xwe ya civakî dighêne wê radeyê.
Gelek rewşenbîrên ew ji nêzîk de dinasîn, û pêre diketin gengeşeya doza kurdî , wek Birahîm Yûsif di gotareke xwe dupat dike, dibêjin, ku rehme lê Simaîl Omer digote me:Hûn hevalên partiya me yên mafan e,ne yên pêdiviyan e.
Ev boçûn bi xwe helwesta herî berz e, ya ku sîwana xwe dide ser hemî xebat û lebatên Simalî Omer ne tenê ji bo yekirin an jî yekbûna hêzên tevgera kurdî, belê ji bo yekirina hemî qat û çînên civaka kudî jî, û mîkanîzma wî di vê qunaxa xebata rizgarîxwaz a gel û civaka kurdî de sayî diyar dike.
Li gor ezmûne û têkiliyên min li gel hêzên tevgera kurdî li Sûriyê, di vê dema zayandina rêxistinî ya rojane de, ev yeka di rêveçûna wan hêzan de hem gaveke nû ye, û hem jî xal û helwesteke gelekî balkêş û giring e.
Ev helwest dide xuyakirin, ku ramana Simaîl Omer, hem hemdemî ye, li gel guhertinên navxweyî û yên derdorê gav bi gav e, û hem jî bi pêş ya hevpîşeyên wî dikev. Berî pêşî tê xuyakirin, ku ew haydar e, ku civaka kurdî li Sûriyê hatiye guhertin,  gavên berbiçav di penava hişyariya civakî, polîtîkî û zanînê de, ber bi pêş de qevaztine, pêre jî haydar e, ku partiyek çiqas cemawerî be, û cemawerê wê pir be, nikare sîwana xwe ya rêxistinî bide ser tevayê civakê, û di heman demê de dizane, ku  partî û civak bi tevayê endamên xwe ve, hewcedarên hemî karînên wê civakê ne. Vê lomê divê her partiyek awayekî din, li kêlek awayê rêxistinî fermî, peyda bike, da wan karînan bixe riya bidestxistina armancan, û bi gavên piratîkî ber bi yekirina tevgera kurdî de here.
Lê tevî ku yekîtiya milet an jî ya tevgera kurdî tiştekî xweristî ye,û bi hêsanî jî tê gotin û bilêvkirin, lê her tiştê xweristî, bi wê hêsaniya têorî berdest nabe, ji ber ku realîte, pirêcaran astengan dide pêş yekîtiya xweristî, û nahêle pêk were.
Di vê tengê re, eger em sedsalên bindestiya kurd bidin alîkî, û tenê çanda babeşkirina, ku ser evan 50, 60 salên borîne girtî, binerin, em dê pê hay bibin, ku xebata ji bo yekirina tevgera me ne karekî hêsan e,û ne jî yê rojekê û duduyan e, belê divê rojeva pilankirî û rojane be, û hemî hêzên civakê tê  de beşdar û li ser kar bin.
Li gor van boçûnên jorîn, mirov dikare weha biçe, ku Simaîl Omer gîhaye wê baweriyê, ku miletê her tim tenê hêla xebata polîtîkî dagerîne, û guh nede karînên xwe yên din, nemaze jî karîn û tevgera çandî û rewşenbîrî, dê her tim riya serkeftinê şaş bike. Vê lomê jî Simaîl Omer têgeha (Hevaltiya rûmetê) di çarçewa wê ya têorî de nehêşt, belê wî û partiya wî jî ew xiste piratîkê, û rê li pêş gelek rewşenbîrên xweser vekir, ku di çapemeniya partiya wî de bixebitin; ango nedixwast civaka kurdî û partiya xwe jî ji karînên wan bê par bihêle, wek çawa hin rewşenbîran, ez jî di nav de, di desteya herdu weşanên partiya wî de; Kovara PIRS ya xwerû bi zimanê kurdî derdikeve, û Kovara  El-Hîwar (Hevpeyvîn) ya ku bi zimanê erebî derdikeve, şûnên xwe girtin. Ev herdu kovar ne zimanê partiyê ne, lê partiya wî lêçûna wan dide, û wan çap û belav dike. Bi ser de jî cih ji rewşenbîrên xweser re di desteya rojnameya NEWROZ de vekir; tevî ku ev rojame zimanhalê partiyê ye jî, haya min jê hebû, ku sernivîserê wê, heya demekê nivîsevanekî  xweser bû, ne endamê partiyê bû.
Bi vî awayî helwesta wî ya têorî û piratîkê li hevdu dibanin, û berhema vê lihekirinê, ger ne îro be, teqez dê siba were xuyakirin.
Eger gotin û kirinan li hevdu nekin, li hevdu nebanin, gelek karînên miletan di bergeha nevbera wan de diçelmisin û wenda dibin, pêre jî ew gotinan bê sûd û ber ba dibin û melet jî ji gelek karînên kesên xwe bê par dimîne.
Li gor têgihîştina vê rastiyê, Simaîl Omer bi têgeha (Hevaltiya rûmetê) tenê nake, belê gava bala xwe dide rewş û pergala tevgera kurdî ya ku bi ser gelek hêz û partiyan de dabeş bûye, weha diçe, ku vê rewşê ziyana giran û neyênî gihandiye wê, ta radeya, ku ew ji erkên xwe yên ku ji bo wan heye, bi dûr de ketiye; vê lomê di gotareke xwe de, di hejmara duqat ya kovare El-Hîwar (hevpeyvîn) nimre 60-61de dibêje: „Perçebûna tevgerê bi dabeşkirina sala 1965ê dest pê kir, di pey re jî perçebûn li pey hev pêk hatin, û hejmara rêxistinan gîha radeyekê, ku ne logîka polîtîkî, û ne jî cudabûnên civakî û yên ramanî, wê rewa nabînin, her weha tevdîrên neyênî sîwana xwe avêtine ser wan prçebûnên, ku gelek nakokiyên partiyetî û gurûpane pêre gav bi gav bûn, û tevgera kurdî demeke dûr û dirêj mijûl kirin“.
Nivîsevan Berzo Mehmûd di gotarekê de dibêje: „Simaîl Omer di partiya xwe de, bi tundî, ji bo aferîna ramana yekîtiya, ku dabşkirinan napejirîne, û xwe di ser nakokiyan re dibîne, dixebitî, û her tim awayê, ku rê li pêş perçebûnan digre, dipeland“.
Vê lomê ew hevalê her gaveke, ku hin rêxistin ber bi hev de didan, bû, pêre jî gava hizra avakirina (Hevbendiya demikrat a kurd) derket holê, ewî û partiya wî bi germî û dilsozane ber bi vê hizrê de çûn, û li gel hin partiyên din Hevbendî ava kirin, û her weha gava (Eninya demikrat a kurdî) di navbera hin hêzên din de hate avakirin, dîsan ewî ev rêxistina nû, li kêlek hevbendiyê, wek helwest û berhemeke sûdar, di riya yekbûna tevgera kurdî de dît.
Simaîl Omer, wek hemî xemxwerên gelê xwe, dighîne wê baweriyê, ku eger ev perçebûna tevgera kurdî çareser nebe, dê her tim bi nakokiyên navxweyî mijûl bibe û hêzşikestî bimîne, û dê  nikaribe hilkişe asta erkên jê têne xwastin, û hêviyên, ku ji bo wan hatiye peydakirin. Vê lomê ewî riya, ku hemî karînan bide ser hev peland, û gîha wê baweriyê, ku tevger û gelê me hewcedarên sazûmanekê ne, da sîwana xwe bide ser hemî hêzên tevgerê, û karînan bide ser hev.
Di vî warî de, avakirina lêvegereke kurdî hate meydanê, û Simaîl Omer avakirina wê sazûmanê di riya girêdana (kongireke niştimanî) de dît, ku divê ev kongir bi beşdariya hemî hêzên tevgerê were girêdan, û lêvegera ku tê hêvîkirin ji wê kongirê were hilbijartin. Partiya wî vê boçûnê di kongira xwe ya pêncemîn de diçespîne, û di ber de kar dike.
Simaîl Omer girêdana vê kongira niştimanî gelek giring dibîne, û hêviya xwe jê nabire, û weha diçe, ku „Girêdana kongira kurdî niştimanî ya gelemper, çiqas dem dirêj bike jî, dê were xwastin, ji ber ku armanc jê avakirina lêvegera kurdî ye“.    
Lê tiştê balkêş ew e, ku Simaîl Omer, wek çawa têgeha partîtiyê guhert, ewî çarçewa têgeha (Tevgera kurdî) jî firehtir kiriye. Li gor raman û hizra wî, tervgera kurdî nema di çarçewa partîtiyê de dimîne, belê hemî hêza civakê di xwe de dicivîne. Lewre jî dibêje: „Eger mebest ji vê kongirê ew e, ku nûnerên hemî partiyan, û xweserên hemî kartêkerên civakî, rewşenbîrî û aborî tê de başdar bin, xeleka yekê ya vê pirojeyê ew e, ku hemî rêxistinên kurdî, di tenga çawaniya hilbijartina xweseran re, li hev bikin. Xeleka duwem jî ew e, ku em her du çarçewan (hevbendiya demikrat a kurd) û (eniya demikrat a kurd) wek gava pêşîn ji bo vê çarçewa tê hêvîkirin dibînin, emê li gel hemî aliyên din, vêkra ji bo yekirina herdu çarçewan di yekeke fireh de bixebitin“.
Bi gotineke din, em dikarin weha biçin, ku tevgera kurdî,li gor vê nerîna jorîn, ji nû ve riya rast digire; riya ku bi lihevkirina siyasetmedaran û rewşenbîran, ango lihevkirina polîtîkê, û çandê tê avakirin, û bi hişê tewaw, ne bi nîv hişî, tevdigere.
Dr. Ehmed Xelîl, di gotareke xwe de, weha diçe, ku yekîtî û hêza milet li ser du ustûnan vedine, yek jê çand e û yê din polîtîk e. Li gor fîlozofê elmanî yê navdar Emanuel Kant, du hiş hene, an jî du awayên hiş hene; hişê têorî û hişê piratîkî, divê tirazûwa navbera wan jihev nekeve, ji ber ku yek bi tenha nikare barê herduwan hilgire.
Çand hişê têorî ye, hişê ku li gel zanînan têkildar dibe, wan vedibjêre, dide ser hev û enalîze dike, hemî cûreyên zanînan dafirîne, nirxan ber bi pêş de dikşêne, û riyan ji bo tevdîrên durist diqelêşe. Rewşenbîr jî, çi fîlozof bin, û çi zanyar û nivîsevan bin, bi vî awayî, hişê milet in, milet bi cefayên wan hevdu digire, ber bi pêş de diçe, geş û şûngirtî û hêzdar û bexetwar dibe.
Polîtîk jî hişê piratîkê ye,heyamên layiq peyda dike, da çand bafirîne, awayê berkariya zanînê, belavkirin û nirxandin û xebitandina wê organîze dike, û bi pilan û pirogram û rastiyên realîteyê diguhêre, da her kes sûdê jê werbigire û pê perwede bibe.
Vaye, Simaîl Omer ji nav me çû, û piştî salekê ji xatirxastinê, hizra wî, ne tenê deng veda, belê kete piratîkê, û kongira hêvî dikir, bi tevlêbûna rewşenbîran,  hate girêdan, û lêvegera, ku xewna wî bû, bi navê (encûmena niştimanî kurdî) hate avakirin, lê ka ev berhema wê kongirê; ango encûmena niştimanî kurdî, dê bi qasî hêviyên wî û yên gelê wî be?. Bersiva vê pirsê li ba encûmenê û xebat û lebata wê dimîne.
Langenhagen, 19. 10. 2012
___________________________
Ev gotar roja 21. 10. 2012 li zangowa Bonn/Elmanya, bi boneya bîranîna duwem ya koçbarkirina rehmelê Simaîl Omer, serokê partiya yekîtî ya demikrat a Kurd li Sûriyê –YEKÎTÎ- hate xwendin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark