Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ jimara 5an derket

 


  Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ rojnameyek çandî, wêjeyî û giþtî ye, bi du zimanan kurdî û erebî ji weþanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, derdikeve.
Jimara 5an bi alîkariya nivîskarên me yên hêja derdikeve, ew ên ku bi nivîsandina di rojnamê de, xwedî li zimanê xwe yê kurdî derdikevin. Bi hêvya ku rojname bibe derfeta azad ji bo derbirîna fikr û bîr û boçûnên hemû nivîskaran.


Di jimara 5an de gelek nivîs û berhemên curbecur hatine weþandin. Gelek nivîskarên mîna; Ebdilsemed Mehmûd, Edîb Polat, Dr. Ehmed Xelîl, Hoþeng Broka, Lazgîn Dêrûnî, Lewend Dalînî, Lokman Polat, Mizgîn Hesko, Newaf Mîro, Serhan Îsa, Silêman Azer, Suwad Cigerxwîn, û Yehya Elewî Ferd, di rojnamê de nivîsandine.

Di rojnamê de hevpeyvînek taybet bi nivîskar û siyasetvan Can Kurd re li ser rojeva rojavayê Kurdistanê hatiye kirin. Her wiha di rojnamê de çîroka ‘’Dostaniya rast’’ ji folklora kurdî hatiye weþandin.

Me vê carê bajarê ‘’Zaxo’’ bi we daye naskirin, her wisa pirtûkên kurdî yên ku di dema dawî de hatine çap kirin. Xelîl Motkî kî ye?, me xwest em wî jî bi we bidin nasîn.

Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê kurdî ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.


Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com
07.10.2012
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark