Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Osman sebrî: jîn û jiyan.. (1)

 


 Diyar Ehmed

Bê guman dema mirov navdar û têkoşerên kurdan bihijmêrê, û rûpelên dîroka kurdî ya siyasî û toreyî vewejêrê,nav û stêra xebatkar û nivîskarê Qedirgiran Osman Sebrî  di bilindiya banê Gerdûnê de diyar dibê, û  bi ronîk zelal diçirisînê .                 

Osman sebrî kî ye?
Osman Sebrî  di roja ( 5-1-1905 ) an de, li gundê Narincê Ji dayik bû ye.Narinc rûniştgeha serekên êla Merdîsan bû, ev êl dikevê Di navbera bajarên Malatya, Ruha,Sêwerek û Semsûrê de.navê wî Osman kurê Sebrî ye. Sebrî bi xwe serokê eşîra Merdîsan bû.


Di sala 1915 an de bavê wî Sebrî dimirê û apê wî Şukrî cihê bavê wî di êlê de digirê .Osman li ber dest û darê Apê xwe mezin dibê, apê wî guhdanê pê dikê û ji zaroyên xwe pitir qedir û qîmetê wî digirê û di bin çavdêriya wî de, Osman singa zemînê dişeqitînê û dergehê jînê vedikê û bi nerim û nazî kakila jiyanê diçirizînê.
 Osman bû delalê êlê û bi rêz û rawazên wê mezin dibê,û bi rewişt û tîtalên wê re çavbel dibê , li ser naskirin û fêrbûna rêç û rêzên êldariyê ji siwarî û şervaniyê, cirîd û nêçîrvaniyê,xwendin û hişyariyê berdewam dimînê ((Apê min Şukrî ji kurên xwe pitir ji min hez dikir û didam pêşiya tevaya malbatê û min şûna wî digirt dema ne diyar dibû)) .(1)
Di sala 1922 an de, dibistana bîrbûnê(ruşdiyê)ya leşkerî kuta kir û di wê navber û maweyê de, welatperwerê Kurd yê navdar Ismaîl Efendî naskir û guhertinek mezin kete di jiyana wî de, bi vê naskirinê li ser destên vî mamostayî fêrî hizir û ramanên netewî yên resen û rastgir bû,dijî tengî û şaşiyên ku dihatin berhevkirin di çarçovê rêzên êldariyê de rawesta((mamosta Ismaîl Efendî mirovekî xwenda bû, hişyarî û serwextî xiste pêşî ya min,bi nasî û dostaniya wî, min gelek tiştên çak û hêja kirin, berî her tiştî rêzana eşîrî ya şaş û çepel di çavên min de ket, min ji zor û zorbazan rû yê xwe bada û di xwest bibim kesekî qenc û xêrxwaz))(2) 
Sitem û rola Turkan,û berdewamkirina siyaseta tepeserî û bişaftina gelê kurd di qewara toraniyet û regezperistiya Turkan de ji alîkî ve, û ji alî yê dî ve wêrankirin û qirkirina milletê Kurd ji bin ve,bi taybetî piştî şikestin û têkçûna şoreşa kurdî di sala (1925) an de û darvekirina serkar û rêberê şoreşê Şêx Seîdê Pîran di gel çil û heşt hevalên wî ve. evê bûyerê êşeka giran di dilê Her kurdekî bîbir û welatperwer de hêla û dizanîn ku paşeroja wan wê ji ya Şêxê Pîran xirabtir û ne xwştir bê .netebtînê xwe berda di dil û canê Serok eşîr û mirovên pispor, welatperwer,hişyar û zanan de, her yekî dizanî ku eger îro ne roja wî bê ,bê guman sibe dora wî ye...!?
Hukumeta kemalî dest bi girtina serokeşîran kir, hin darvekirin û hin dî piştî eşkence û lêdanê berdan û hin dîtir gunehbar kirin ,û avêtin binê Zêndanan. di wê rûdana tarî û dûman de, di nav wan pêlên xurt û dijwar de , eşîra Merdîsan jî bara xwe ji sitem û zorê, girtin û lêdanê, gunehbarkirin û darvekirinê, wêrankirin û ji hev belavbûnê wergirt.bi vê yekê Dora eşîrê hat ((dawî dora me hat du ap û du xalên min, ez û du sed û heftî kes ji eşîra me xwstin mehkema Istiqlalê,lê me tevan xwe ne da dest,tenê Apê Min şukrî û xalê Min Hacî Derwêş çûn mehkemê))(3).di vî warî de zincîreka dirêj ji girtin û berdanê, çûn û hatinê berdewamkir û kêşand .
Di sala 1926 an de ,piştî dadgeheka kurt herdu apên Osman ,şukrî û Nûrî, di zêndana Amedê De hatin bi darvekirin. Osman û şazdeh mirovên dî gunehbar kirin û berên wan dan zêndanê. bi vê yekê, Osman du sal derbaskir, bi eşkence û lêdan, di zêndana Dinzilî de .
Di sala 1928 an de ,Mustefa Kemal lêborîneka giştî da seranserî girtiyan û di nav wan de, Osman jî hat berdan . Lê belê Di sala 1929 an de ,dîsa Osman tevlî bîst û şeş axa û serekeşîran hat girtin û ber bi dadgeha leşkerî li Malatyayê Ve birin . vê carê Xwstin gunehê Wan girantir bikin ,û bêxin di stûyê wan de , ku ew xwe ji bo şoreşeka nû berhev û amade dikin û kar û barê Wê pêktînin.ta çareyekî ji wan re bi bînin ,ji ber di zanîn ku tawana mirovê Bi şoreşê Rabê Darvekirine.evê Girtinê Heft mehan domand, vê carê Jî bi alîkariya cîgirê Dozgeha giştî ku mirovekê Kurd bû hat berdan((ez jî wekî te kurdim, lê mixabin ku min ji milletê Xwe re tu xebat ne kirî ye,xebata min tev ji Tukan re bû,bawerim ku tu yê bi kêrî millet bê yî.hiker serê Min tê biçe ezê Te û hevalên te berdim.lê ne bê tu li vî welatî bimînê,Turk wê te bidin kuştin.))(4).bi vê girtin û berdanê De gelek tişt di hiş û sewdanê Osman de zelal bûn û cihê Xwe girtin ,bîr û baweriyên wî nimihan, şax vedan û bişkivîn,di deryaya kûr û bê binî de,di nav di nav pêlên jiyaneka reş de,pêlekî ew bir û yekî ew anî, di vê gerîneka şêlo û tarî de ,di nav şeq û deqa jiyaneka zor û ne xweş de,Osman rê şeqand û hestê Kar û xebatê Dijî sitem û zorê Li nik wî bilind bû û bi merdî da ser rêya welatperwerî û gelparêziyê,dest ji mal û milkan berda((gava ji zêndanê vegerîm welêt, ji mal û milkên malbatê Yên pirr û fireh di destê Me de tiştekî hêja ne ma bû. milik li gundiyan par vekirbûn,mal hukometê Dest danî bû ser,hemî çirr û virr kiribûn,tiştekî hindik hiştibûn ku çavên mirov ne digirt.dema min li dora xwe nihêrî û li wê rewşa xwe hûr bûm,tenê Li pêş min du rê ma bûn..yan rê ya sernizmî û xwesipartinê,ya din rê ya têkoşînê,bê du dilî min da ser rê ya pêşîn))(5) .da ser rêya mişxetiyê, penaber û derbeder li kolanên biyaniyê,hêviyên xwe li ber ronahiya ayindeyek nependî û nediyar berda û berê Xwe da felekê û pişta xwe da oxirê û ber bi Sûryayê Ve çû .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark