Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Miradź Sźvź 1922-1976 Endezyar ū Pisporźhilkirina maīn ū Bimbź Sīnoran [Ji ēīrokźn sīnor -1]

 


Lewend Dalînî

Miradê Sêvê 1922-1976
Pižtî Peymana Saîks-Pîko, û perçebûnaKurdistan, û xetkirina sînorê serxet û binxetê, ku hate naskirin bi navê xeta Ferensawî, di navbera Sûrî û Tirkî de!? Gel ê Kurd, ji hev hate cudakirin, bira ma li serxetê, xužk ma li binya xetê.
Am û brazî, bira û bira, pismam û dotmam mane bi hisreta dîtina hev? û rûnižtina di gel hev?. Vê yekê tîna dilê dijmin hînik ne dikir, lê gelekî bi wêdetir, kûrtir û dûrtir çû!?.


Ev pîlana kû bi destê Ingilîz û Ferensawî ya hatibû sazkirin û li ser xaka her çar parçê Kurdistan ê hate bi kar anîn; tanî roja iro jî gelê Kurd mafê wê bi xwînê didê û di astengîyên saîkologî de dijê!? Û ežkenceyên wê di kûraya dilan de didomînê.
Biryarek pir giran û dijwar hate dan! Piryara çandina bimban, li ser ҫar rêzan û ji du bežan; misînkî û berožkî, li seranserê sînorê nabeyna serxet û binxetê de, hate dan û di salên pêncîyî de û ji alî yê rejîma Tirka ve hate dest pêkirin. Endezyarên wê rêjîmê û bi alîkarîya hêzên biyanî sînor bi temamî dane çandin; ne bi genim û ceh? Ne bi gul û beybûnan; lê mixabin bi bimbe û maînan!?.
Her bimbeyekê di pêžerojê de, wê bibê qesasê serê kurdekî; mafê her yekê jiyana mirovekî ye? Û eger bi arzanî herê; wê lingekî an jî wê destekî bi teqîna xwere bifirînê!!??.dest, ling, ê jinekê, mêrekî, zarokekî, xortekî yan jî keçeke ku di ževa dawet û guhestina xwe de, û di dema derbaskirina sînor bi bûkanî ya xwe de, û bi teqîna maînê re, wê bibê dîyarîyek ji dijmin re.
Her dijminek ji dijminê vî gelê belengaz, bi awayekî wî didê kužtin û talankirin; li perçakî bi sêpiyan wî bi darvedikê, li paçê din bi Napal û Xerdelê wîna wêran dikê, û di navbera herdû perçeyên din de jî, bimbê sînoran lažê wî perçe dikê, û li ser têlên sînoran ê bi direh perçeyê lažan radixînê !? û ji teyr û tebayan re, dibine žîv û pažîv.
Di rojhilata navîn de, kû pirsa miletê kurd didane vežartin û bin axkirin, û gel roj bi roj bi destê dijmin dihate perçiqandin, û projayên windakirina nasnameya wî bi anfalkirin û rakirina wî ji xaka wî a kevnar ku bi hezarê salan li ser jiya ye; ew projeyên žofînizmî li ser dihate pêkanîn!?. Lê ew kîn bi hikmê hebûn û xebata vî gelê asteng, gelê mêrxas, canfîda û xebatkar û xwedî behwerî bi doza xwe; di bûne xewn û hin bi hin azadî û serxwebûn dibû stêrek gež û žan vedida.
Rê û deryanek di navbera gel ê herdû perçan bi bimbe, maîn, û nobetçîyan dihatin qutkirin, eger tê bi bimbeyekê neyê kužtin an brîndarkirin dema tu bixwazê sînor derbasbikê!? Bê goman gulên Gawîça nobetçîyekî yan, fîžekên,Tenzêrekê wê canê te bê gule barankirin. Û bi vî awayî bi hezaran û hezaran kesên ku hatibûn kužtin;  lažên wan bi devê wawîk û guran hatinbûn xwarin û eger destek,  yan jî lingek bihata firandin bi teqîna maînê re wê tanî dîmahîkê, jiyana xwe bi seqetî yan jî bi destekî tenê wê berdewam bikira û weke hisretekê pêre roj bi roj dijîya!!??.
Mixabin dewleteke weke Swêdê ku di warê mafê mirovan de, bi xurtî tê naskirin; not ji sedî ji maînê ku têne frotine van rêjîman;  ji çêdikira wê yê!!??.
Gelek mêrxas û rêzan bi vê yekê mijûl bûn û hêdî hêdî û bi ževê xwe berdan nav maînan; û roj bi roj hînî endezyarîya çandina wan dibûn û weke pispor hatin naskirin.
Miradê Sêvê jî, Yek ji wan kasan bû, û nav û dengê zîrektîya wî li temamê herîmê hate belavkirin… ji Dêrka Hemko Tanî bi Aûdê. Rê û žop kû bi žev û rojan, dibin tirsa ževan de ji bimban; hatin paqij kirin û bûne pirê çûn û hatinê di lažê sînorde.
Miradê Sêvê kû hatibû naskirin weke pisporekî di hilkirina maînan de, di sala 1922 an de li gundê Žaxê, ê mîr Bedirxan ji daîk bû, û ji ber ku bavê wî hîna ji zaroketîya wî de koça xwe barkir bû; bi navê diya xwe dihate pažnavkirin û naskirin. Lê koka malbata wî: (li gorî ku herdû torinên wî Sûleyman û Brahîm û Xelîlê Sasûnîjî kû hersîyan  ežkere kirin); vedigerê Saîdxan û Bedirxanîyan.
Mirad kû bi mehkûmîya kužtina çend cendirmê wê rejîmê bin xet bûbû, li gundê Xalid Gulo bi cihbû, û peyre koça xwe bire gundê Qere Hesenê, ê nêzîkî sînor û li wir jî gorbihižt bûbû.

XEBATA MIRAD A NETEWÎ
Xebateke netewî û granbûha kû di jiyana Mirad de hebû û bi sedema tirs û zordestî ya wê demê, kû mabû vežartî û peyre hate ežkerekirin ewbû ku Mirad mainên ku ji xeta sînor radikirin;  di rîya endamekî ji PDK dižandin žoreža Berzanî yê nemir. Û bi salan û bi bê dengî Mirad xebata xwe bi vî rengî berdewam dikir û weke depoyek çek û sîlehan, žorež zengîn dikir.

MÊRXASÎYA MIRAD
Bi teqîna maînekê re; dengvedana qêrîn û hawara daîk, jin û zarokên seranserî wî cihî, belavdibû, û gundî bi tevaya xwe ber bi sînor ve diçûn!? Nêzîkayî li têla yekemîn dikirin, û li wir dirawestîyan! Tenzêr û Cêmsan minawire li jor dikirin û nobetçiyan çavên xwe vedikirin û guhê xwe bel dikirin.
Aminîyên tifeng û Gawiçên xwe diqulibandin û carcarna cercûrek dido fîžek bi ser binxetîyan de, berdidan qena xwe dûrî sînorbikin, çimkî dayîk û xužkan xwe bi ser sînor de pelû dikirin û dixwestin xwe bighînin laž ê kû maîn pêde hate teqandin û bi xwere bînin, lê ew yek gelekî zor bû, û tu tevdîr jêre nedidîtin û wilo diman tanî roj li wan teng dibû û bi rojava re vedigerîyan û hewar digihandin mêrê ževê, Miradê Sêvê….xwedî yê ra û tevdîrê!!??.žîn û girîyê zarok û jina, kal û pîran dilê Mirad cor bi cor di qeližînê, û hêrzên mêranîyê, muwê lažê wî dirawestandin!?. Mirad evîndarê derbasbûna nav maîna ye, lê pîlan û wext jêre divê; gereke žev baskên xwe berdê, û qar bibê! Cilê ževê li bejna xwe dikê, dûrebîna ževê, rext û fîžekan li xwe dipêçê, çend pažmêran bi xwere kar dikê, û saloxê cihê teqandina bimbê hiltînê, û li bîranînên xwe vedigerê, û belavkirina maîna û rêç û žopên wê deverê dibîra xwe de tînê;di hižê xwe de tektîkekê amade dikê, û hêdî hêdî derbasî nav maînan dibê. Pažmêran li pey xwe dihêlê, û dest bi hilkirina bimban dikê, qena bi kurtî xwe bighînê li ser laž! Lingê xwe xwas dikê, û bi bistê arame dikê, lingê xwe bi pîlan di avêjê çimkî ev dever ne cihê ku tu têde žažîtîyekê bikê, ji ber kû te giyanê xwe di destê xwe de hilgirtî ye…Bi vê zehmet kêžî yê xwe dighînê ser çendek!?. Gelo bi ser maîneke dî de laž ketî ye an na; ji xwe dipirsê? Kontrol û arame dikê, û hêdî hêdî laž dikižîne li seržopa kû ji maînan paqij kirîye û pêhnvedanekê distînê?. Pižta xwe didê nobetçîyan û dibin çengê çakêtê xwe de,  çixarakê pêdixê, žîna xwe û kerbên dijmin di mizandina çixarê re derdixînê, û di miza sîyemîn de agirê wê dighêje lêvên wî,  û bi tilîyan agirê çixara xwe diperçiqîne!?.
Li pažmêran vedigerê û wan bi jor ve ber bi laže dibê, nobetçî pêjnê dikê! çend fîžekan berdidê, xwe bi zikve davêjin xakê û bi zik kižênekê bi pêž ve diçin; nobetçîyê nêzîk, ewjî cercûrekî berdidê û bi dengê fîžekan re gundî  dikevin xeyala tirsê; tirsa kužtina kesekî din jî.
Hêdî hêdî Mirad bi žîretên xwe û bi alîkarîya pažmêran, laž dighînê binya xetê……Pažmêr û laž ber bi gunde ve diçin û Mirad vedigerê hilkirina maîna!?.Maînê kû pêwîste zû wa bižînê žorežê!!!??.
Mirad bi vî awayî,  û bi hazan kes lažê wan ji nav maînan dianîn der!?.

KOÇKIRINA MIRAD
Bi roj ava re nêzîkayî li sînorê navbera Kemalî yê û gundê Cirna kirin kû diketin binya Mêrdînê, ew û kurê xwe Brahîm û bi režê re derbasî nîvê maînan dibûn. Mirad xeta pêžî a ber bi sînor ê jorîn ve girt, û li pey maînê misînkî diçû, û Brahîm hižte di xeta xwar de berjêrî xwe. Bi bistên xwe ê li xakê didan û cihê maînan pê nasdikirin, bi hostayî hildikirin û li cihekî kom dikirin û tanî derengî ževê, herduwan komek bimbê misînkî û berožkî dane hev, ževa kû bê wê bi çêbekê ber bi xeta rojava de bižînin.
Brahîm kû qederê 50 metrî berjêrî bavê xwe bû, weke pažmêrekî pêre kardikir, ji nižka ve dengê teqîna maînekê nêzîk kir? Di cih de žewt kete dilê wî û bi lez ber bi bavê xwe ve çû, li gihižtina wî, Mirad got: Ka avekê li sînga min bike û vî agirî sarbike!? Û di ber vexwarina çend çixara û gotina ežhedê zû vî mêrxasî giyanê xwe da.
Endezyarê ku maîn pîlankiribû û di xakê de çandibûn, di her cihekî de xefket danîbû da kû kesên weke Mirad ji rê bibin? Mirad xwež dizanîbû kû qederê 5nc mitra di nabeyna maîna misînkî û misînkî de heye û mitrek jî, ji a berožkî dûre? Lê qet neketibû bîrawî kû endezyar dû maîna li serhev,wê ҫandibin, û têla maîna jorîn wê ji bin ve bi qepsûna xwar ve wê girêdabe!?, û dema Mirad wê qepsûna a jorîn vekê û rakê, wê ji bin ve têla maîna  binî wê bikižîne û wê a bi qesasêsere wî bê!?.
Brahîm ê ku bi tenêbûna xwe li ber lažê bavê xweê bi dar û ber rûnižtî bû, hêrzên mêranî yê tênê de û dilopek hêsir ji çavên wî nedihatin xwar!? Bi çelengî û bi wê qama xwe a kin û lažê xwe ê weze, dev ji lažê bavê xwe berneda, avête ser pižta xwe û çend gava mežî, taqet nema ew danî!? Bêhnek berdida di hidigirt û dimežî, û bi vî halê tengezarî û berî zeraqa sibê, Brahîm lažê bavê xwe bi mêranî bin xet kir.
Di wê sibehê de xwe gihande gundê Cirna û bi alîkarîya gundîyan cenaze swarkirin ûbirin ber bi gundê wî ve û ew li wir bi cihkirin.
1 ê çirya pêžî, 2012
Qamižlo - Sûrîye

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark