Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bira biraye ... bazaar xuyaye

 


 Mihemedê Seyid Husên.

    Bi rastî min hebxwe navbireke zeman daye birayê xwe, û weşana vê gotarê di bafîkê de baş bi derengî xistiye, bi hêvîbûm ku polîpoşman bo vê reşyadiya tewanbar, hişê xwe yê çolebirr terqiyayî, viyana xwe ya pûre û yexmebûyî li serê xwe vegerînî. Lê mixabin weku dixuye yê şaş û poşman ez bixwe bûm.


    Bêguman nadim mandelê Ebdelah Xelîl. yê ku zir-wezareta bê tûrik wergirtiye birayê mine, lêbelê wisa jî bo min pir dax û kirête, nemaze ku di bêdengiya miriyan de li ser vê yekê razêm û rastqîna mirovaniyê di xwe de veşêrim, helwesta xwe nedim xuyanî û pîrozbahiê jê re nekim daxbarî û bedyadî, tê re jî wî ji hemî hêlekaran ve riswa nekim. Bi ser ve jibîr nekim ku bibêjim: sed heyf û xebînetê ku sîxurekî weke Qedrî Cemîl ji tuxm û dola malbata kurdperwer Cemîl Paşa ye.
    Bi taybetî sebaretî rewş û pergala ku rêjîma tewankar, li ser rêbaza tundutûjiya qaşo ewlekarî, miletê Sûriyê ketuber bi jin, mêr û zarokan ve, li gel hemî texlîtên civakê ji berê ve pelekut dike, kiryarên kesanedî, bigire ji talan û wêran, ta ku bigihê mişextiyên ku li ber xaçerêyên sînordaşan eware bûne, li dora 2 milyon hemwelatî tazî û birçî bê kesukar, tanî ji zebaretî û destekariya navnetewî ya mirovanî li aziyê mane, ji 15 mehan ve nêzî 200 hezar akiciyên pirotistêr, zindankirî dibin azirdana îşkenceyê de, di nihêniyên qilixdariya rêjîma xwînmij û kedxwer de, bê salix û peyam hêlecan û berxwedanê bo azadî û vemanê dikin.
    Birayê ku li ser pişta komkujiya azadîhez û aştîxwazan, ji nêv gola xwîna hezarên pakrewanan, avjeniya betoreyên keysperest, çavên xwe ji perîşaniya gelê bêzar digire, xwe ji hemî perensîpên rewiştiyane û rêpîvanên niştemanî, netewî û mirovanî dadiwişîne, û li ser pêpelûka berjewendiyên tekakesane û partîperestiya kêmviyan û bêqidoş, li gel şoreşa azadiyê ezwerî û pêşbîniyên xwe, yên paşverûtiyê nemaze ku li serdema çerxê 21 ê. tewşegavên berguman daye hêla taristana koletiyê.
    Herwisa bi kurtebîniya zexelên çepbîr, li ser kilasakiya ramnên paşdemî û rêleçiya tengbîrî, destelatdariya tekpartiya totalîtarî û rêbaza ramanên radîkalî, yên tekraweya destûrî û eydiyolojiya tekpartiyê, bê ku li paş û pêş binere û baş xûm bike, li şêwra giştî weke perensîpên qaşo partiyê guhdarî bike, wisa yekser bi hemî rêawayên vînderizî, derûnlawaz û bûneweriya biryara jidestxweçûyî, di vê qûnaxa hestiyar de xwe sipartiye malbateke cinoberî û diktator, nemaze ku yasayên serwerî û binemayên destûrî ji ferhenga wê ji 50 salî ve barkirine.
    Herwiha birayê min xwe bi tiştekî hay nekiriye, çavên xwe ji guranxaneyên ku rêjîma har, hêç û noker ya malbata Esed raxistine çift girtine, guhên xwe ji dengên Qijok, Balefir, Top û Tankan, nemaze ku xwepêşandêrên sîngtazî, destvala û aştiyane, bi guleyên hûravêjan û bumbeyan dibarîne paçik xistinê, sirgûn û mişextî, şewat û wêrankirina bajar û gundan bi ser serê xwediyên niştecî de, hemwelatî bi hemerengiya hemî pêkhatên xwe ve, bêpar ji finasên trorîzma rêjîma kujer û hov, hevalbendên birayê min yên rêbaza Esed-Efleqî nemane.
    Vê rewş û pergala berbatiyane cinc û nîhadê mirovanî, bi qasî livyana zixurekî li cem birayê min hişyar nekirine, lixêvên desthilanîn û navtêdanê bi yekcarî lê nexuricîne, lêbelê karmendiya wezaretek bê tûrik, ew mest û noşdar di sergerdana helperestiyê de kor kiriye, tenha ji  bo ku tûrikê parsê tijî bi stukra serokpartiya komonîstan veke, mîna çeqel û şevengên rêjîmê piştgiriyê bidine rêjîma Esed, ya ku devê wê hêj bixwîna miletê azadîhez û aştîxwaze, nemaze ku hevrêzî diz, çolax û çeteyên Nesrelah, Necadî, Muqteda û Malikî bibin, ta ku bi hana Beşarê nebeza û revok de werin, belbî xwe û wî ji tengezariya rûxandina teqez felat bikin.
    Mixabin birayê ku mîna keysbazekî dûvelank û dûmahiyekî bê nirx li serbêşan, ji gel serwatiya malbata Begdaşê pêkerperest, nemaze ku sîmboliya Sitalînê bedkar bo xwe rêbazkirine, korfersendeyê kurtîlxur û xwe-erzanfiroş, torfelaqê koromîd, wisa xwe bê buha û pûçencam kiriye giraw û goriyê pariyekî tisî, rewş û baravekî rij û kelê,  timî tengijî û rûdêmkerafî, berê xwe ji hemecûriya cemawirên gelêrî, yên çînî, netewî, civakî, siyasî, rewşenbîrî û karnasên hemî derbirînên civakê guhertine, tenha li dûv zirzopiya malbata Esed sernixûm û derûnşikestî disûrikin, û ji wan bêtir seqa û mercên azadî û dîmuqrasiyê bo xwe, gewretirîn arîşe û neyar gewde dikin.
    Herwiha ez jî weke bira bi taybetî divê mijara pêwîst û giring-nûnerî de, payedariya ku birayê min Ebdelah bi destxistiye, ji dêvla ku serê xwe pê bilind rakim, ezê xelata tewankariyê lê pîroz bikim , bêgumane ku ezê vajî wê ji dil û can, destkeftiya birrayê xwe ya bêqidoş dupat û şermezar dikim, û bi heft avên pak û zelal destê xwe bo vê bedkariyê jê dişom.  

Teplîce Komara Çîk. 22-6-2012
gorican@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark