Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: MÊRÊ NIMÛNEYÊN DAWÎ

 

Pîr Rustem

- Ez çi bikim ji te, te ji balefirê bavêjim.. te ji bo quretiya xwe hêşt em ewê heftiyê weke teneyên qûmê ji dest xwe berdin, hefteyeke sax em di rex hev de û li bajarekî din, bê tirs û pirs..


me dikarî hevdu bidîta, hefteyeke buhiştî bû eger ku, te li min wilo nekiriba.. te çima hêşt ez bi tenê derkevim Amedê û tu li Nisêbînê bi tena xwe ma. Ne tenê wilo.. heya roja tu hat û gihêşte me jî û ma xwest em bi hev re derkevin ser gora herdu evîndaran, dîsan te xwe veqetand û te ez bi tenê hêştim.. min çiqwasî xwe nêzîkî te dikir tu ewqasî ji min direvî, çima.. min nedikarî ewê yekê fêm bikim, tevî ku, çavên te ji min re digotin: ew evîneke zor giran ji min re hildigrin. Şîlana Memo nikare xwe bigre û hêsrên ewê têne xwar û seriyê xwe datîne ser milên wî, ew xwe ji bîr ve dikin ku, di hundirê balefirê de ne û giropê hefteya rêzimanasî li gel ewana di balefirê de rûniştîne.
Ew jî lal dimîne; nedizanî dê çawa karibe bi Şîlanê bide fêmkirin ku, ew ji evîn û germiya çavên ewê tirsiya bû û nediwêrîbû xwe nêzîkî wê bike, ji tirsa ku, dest vala ji gulîstana evîna wê derkeve, lew re ewî tenê xwe bi dîtin û bihîstina dengê ewê razî dikir û her ku, êvar li wan dadiket û bi tena xwe di odê de dima, ewî seriyê xwe dixist bin balîvê xwe û bi dengekî sar û hêsrine gerim digiriya, lê bê deng, da ku, hevalê wî yê odê pê hest nebe.
-Tu çima deynakî. Piştî ku, ew hinekî kela girî dirjîne, ji wî dipirse. Te çima di van heft rojan de negot: ez ji te hez dikim û min bi dehan nîşan didane te ku, ez li hêviya gotineke te me.
- Ez nizanim çi bêjim, ez bê hişim an ezî tirsonekim an ji êş û birînên kûr hez dikim. Nizanim.. lê tenê ezê bi hêsrên çavên te sûnd buxum ku, her ez ji ba te bi rê diketim an tu digel yekî dîtir dimeşiya, dilopên xwînê ji dil dadirivîn û min dixwest ez ji wir bazdim an jî ez xwe bavêjim nigên te û bêjim: bese te ez kuştim û hinek dilovanî ji bo min.. Xwedaya min.
- Ev giş û eza li benda ku, tu bi destên min bigrî û min ji nav ewana derîne.. birevîne, seriyê min deyne ser sîngê xwe, ta ku, xwe û jiyanê ji bîr bikim.. tu çiqwas zordar bû di evê hefteyê de û tenê bi min re.
- Belê.. ev raste; ez gelek hêc û zordar bûm. Bes tu dizanî çima min dikarî bi hemû ewan keçkan re, bi hêsanî û bê dudilî, bidaûbistanda û tenê bi te re na. Ew ji Şîlanê dipirse.
- Ma ne evê yekê bi xwe jî dihêşt ez zêdetir xemgîn bibim û ji xwe dipirsîm: ew çima li min wilo dike, evê ku, ez evqasî jê hez dikim min dihêle û diçe digel hineke dîtir dimeşe.
- Aaaaaaaax.. ax Şîlan, bila tu zanibî; eger ku ez hezkirina xwe, ya ji te re, li rojên payîzê belav bikim, dê kulîlk û çîçekên daran bipişkivin weke di rojên bihara teze de. Lê mixabin, ez dikarim bibêjim: ku ez mêrê nimûnenên dawî me û ewa ku, ez jê hezdim ez newêrim xwe nêzîkî wê bikim.
- Tu dixwezî min dîn û şêt bikî. Şîlan dipirse.
- Na.. lê naxwezim ji xewnan şiyar bibim; ez mirovê xewneroja me û tirsa min ku, ev hezkirina te ji min re xewn û leylanek be û gava bêjim te: ez ji te hez dikim, tu jî û weke hemû keçikên ku, min ew di jiyana xwe ya sar û reş de naskirine.. tu bibêjî min: tu li riwê xwe yê miriyan nameyzîne, da ku, tu bixwezî li jiyanekê bigerî û li dawiyê jî tu tufiya xwe li şûn xwe bihêlî.. ez ji xweşikbûnê ditirsim.
- Bes min çend caran xwe nêzîkî te kir û tu ji min reviya. Gotinên Şîlanê wan wêneyên berî heftiyeke tîne bîra ewan û dengê wê dema ku, di salona hotêlê de rawestibûn dixe guhên ewî:
- Tu bi me re naçî ser gora Mem û Zînê. Şîlan bi tirs ji ewî hevalê ku, digote koma hevalan: "biborin; ezê nikaribim bi we re bêm.. hûn dikarin bi tena xwe jî derkevin, hinek karên me yên taybet li gel hinek hevala derketiye". Bi hevoka dawî re, ew pozê xwe bilind dike û ji koma hevalên dora xwe re dide xûyan ku taybetiyeke wî li vir heye û vaye ew bi tenê ji nav ewana tête vexwendin bo hinek karan. Evê pozbilindiya wî hêştibû ku, ew pirs û bergera Şîlanê jî nebhîse û wilo bihêle dilê wê bête sotin.. rewisandin, mîna ku tu kuzotine êgir bi ser de ke.
Şîlanê û hîne di çavpêketina pêşî de hestkir ku, dilê wê hate guvaştin û êşeke zirav tê re herikî û naskir ku, ewê di bizaveke nuh re derbas bibe û evê yekê hêşt ku, hinekî ew bi tirs û dudilî bi ewî re têkildar bibe û ev yeka jî li dijî hêmeniya ewê bû; ji ber ku, ew bi dilnazî û dilgermiya xwe dihate naskirin û eger ew li çi civakê beşdar biba, ewê dikarî bi rewana xwe ya bilind ew civak bilivanda û dilşad bibin; ango ew bi rewana dilşadiyê dihate nasîn, lê ev nayê ewê wateyê ku, ewê xwe di civakê de erzan dikir, qet na û ew hertim cihê rêz û rûmetê bû û di axaftinên rastgo de ewê hinekî tûjtir jî dikir.
Lê ewê qet bawer nedikir ku, dê bibe qurbanek winda di nav şareke nuh de û hîne di nimûneya pêşî de, gava ew ji balefirê daketin û silav li ewan çend camêrên ku, hatibûn pêşiya wan kirin, naskir ku, riya wê dirêj û dijware û ewê bi tena xwe rahêje xaçê xwe û di ser riya bi dirî û stiriyên xwînê re bibore. Ev yeka bêtir jê re balkêş bû dema ewî xatir ji giropê hevalan xwest û ji ewana qetiya û hêşt ku, ew bi tena xwe piçe bajarê Amedê, piştî ku, ewî gote ewan hevalan: "biborin, ezê îşev li Nisêbînê bimînim; hinek heval û karên min li evan deran hene û dive ez îşev li ba wan bimînim". Û wilo, ew ji hevalên xwe diqete û dihêle xemgîniya Şîlana Memo kûrtir bibe.
Şîlanê qet bawer nedikir ku, ew wilo pêre bideûbistîne, lê tevî evê ziwabûna wî jî, ewê destên xwe ji çêrokê neşûştin û gote xwe: "hîne heftiyek sax li pêş me ye û ka ez binirim ev çi pêşeye, çima dike ku, ez nedîtime û wilo dixweze bi xwe bikene". Erê ewê dixwest tev bi hev re derkevin Amedê û wilo hevaltiya rê bibe keysa danûsitandinê, lê mixabin piştî ku, ewî xatir xwest û ew li şûna xwe hêşt, ew bi dilxemgînî li tirambêlekê ji yên ku, ji bo ewana amide kiribûn, siwar dibe û didin ser riya hizir û xeman; riya hevalên winda û sotina darên merxê.
- "Ev bû cara dudiwaye ev li min wilo dike, çima? Tevî ku, demên li çavên wî dinirim ez bangeke gerim di ewana de dibînim û ne bawerim ku, hestên min min dixapînin; ev ne cara pêşîn e ku, pirsên çavan dixwînim û di ewê xwendina xwe de bi ser dikevim". Şîlan di ewê kêlîka ku, ewî xatir xwest de gote xwe û dema dît ku, ew careke din direve jê re got û perde çirand: çima tu jî bi me re nayî.
- Hinek karên min ên taybet hene û eger ne wilo ba ezê bihatama. Ew careke din bi quretî dibêje wan û hinekî dengê xwe bilind dike, da ku, ewên derdora ewana jî bibhîsin.
- Eger ku tu naxwazî ez biçim, ez jî naçim. Şîlan li hêviya ku, ew jê re bibêje: "neçe" bendewar dimîne. Lê mixabin; ew careke din hêviyên wê dipelixîne û jê dixweze ku, ew digel hevalên dîtir derkevin ser gora Mem û Zînê û evê keysê ji dest xwe bernede û wilo dihêle bîra xemgîniyên wê sartir bibe û ew bizavên xwe bike, da ku, nehêlibe careke din çavên ewana rastî hevdu bên. Ew ji ba hev bi rê dikevin û her yek di qirika xwe de çiyayekî ji xwuyê hest dike.
- "Min çima wilo kir; çima ez digel ewana neçûm ser gora Mem û Zînê; ew hine xwesteka min bû di şeva çûyî de û hin jî ma ne ji min re xwenek bû ku, yeke weke Şîlanê ji min bixwesta ez digel ewê derkevim deverekê, seyranekê.. ez çima li dijî dilê xwe diçim; çima dixwezim her tim bi êş û dilmayî bijîm.. çima xwe dikim qurbana quretiya xwe".
- Em biçin, ew li benda me ne. Rêveberê wan dibêje û dide pêşiya wan û zincîra ramanên ewî dibire. Ewê biçin serdana serokê şaredariya bajarê Amedê û li gel wî hinekî bimînin û di piş re wê derketana serdana hinek pirojeyên bajêr.
- Tu yê hertim xwe bikî qurbana tirs û quretiya xwe; eger te hinekî cerg kiriba û te bi porê min bigirta û bi gota min ez ji te hezdikim; minê gerdûn bihêşta û bihatama. Lê Şîlan gotina xwe dibire; dema ku dibîne ew hêsir û weke dilopeke baranê di zivistaneke sitewr û ziwa de bi ser pişta destê ve tête xwar.
Ew jî û bi hejandina mil re ji aliyê ewê keçika ku, heya bi demekê hêştibû ew şêt bimîne, vediciniqe; ewî dema hest kir ku milê wî tête hejandin gote xwe: "waye Şîlan milên min dihejîne, da ku dengê giriyê min dernekeve û ez bêtir seriyê xwe nexim hembêza wê û bala ewan hevalên dora me nekişînim ser rewşa xwe". Lê dema ku, ew xweşik li riwê ewê keçikê dinire dibîne wêneya keçika mazovana balefirêye û ewê wî ji xewnerojan şiyar dike.
Erê ewî çend carên din jî çav misdan û gote belkî ew di xew ve çûye û xewneke giran dibîne û eger a nuha ji xew şiyar bibe dê bibîne ku, Şîlan di rex wî de rûniştiye û destê xwe jî xistiye nav destên wî de û ewan seriyê xwe xistiye ber yê hev de ku, pir caran ewê nêzîkbûnê dihêşte riwê wan bighe hev. Lê ewê misdana çavan û her diçû hêvî û xewnerojên wî beravêtî dikirin û jê re diçespand ku, ewî bi tena xwe di balefire de maye û hemû bînekên dî yên balefirê jê peya bûne û waye mazovana balefirê ewî ji xew şiyar dike.
Ew di salûna firoşgehan de dimeşiya û bi melûlî çenteyê xwe li pey xwe dixweşan, carina û bi qîr – qîra mêvan û mazovanên ewêderê re çav hildidan û li riwê wan meyzedikr ku, çawa bi dilgermî hevdu hembêz dikin û bi hatina hev şadibin. Belkî ne ji ewê yekê ba û ewî xwe di firoşgeha firogehê de nedîta dê bigota ew çûna konfirans û dîtina Şîlanê li ewêderê û gotinên wê yên li jorî bîst û pênc hezar gav li jorî rûyê zemîn û ewran, tev derewînên xewnerojkên wî bûn. Ew hîne di nav ewan gûmana de bû dît qîj – qîja zarokekî ji aliyê deriyê ku, ji salûnê dertê ve bilind bû û weke carên dî wî niherî, ka ewê çawa bi hev şabibin.
Lê gava çavên ewî bi wan dikeve tirkinî bi dilê wî dikeve; erê ew xweşik riwê wê nabîne, dema ew di derî de diraweste û di ser milê xwe yî çepê re li wî dinire û dihêle çente ji destê wî bikeve, lê ew birûsa hêsra di qurziya çavan de nîşana Şîlanê bû. Xwest biqîre û bêje "vaye ez li virim û ezê  xwe qurbana tekim". Lê hest kir ku ewî di nav komek mirov deye û ev yeka dê bihêla bala tevan bikişe ser wî û di wî de bi gûman bin ku, ew mirovekî şête. Ew li pey wan dinire.. û dinire ku, ewê bi destê zarokekî şeş – heft salî girt û di rex de jî mêr – dêwekî rahiştiye keçeke çar – pênc salî û.. li şûna wan ew birûska, ku ji çavên wê di derî de weşiya bû, dimîne.

Cindirês – 2007


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark