Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşenbîrî Çi ye Û Rewşenbîrê Kurd Kî Ye?

 


Konê Reş

   Hizir û bîra azad; Ji mêj ve ta roja îro, dîtin û çiloyîna "Hizra azad an pênûsa azad" di danûstandinê de ye, hêj zelal ne bûye..
   Di baweriya min de, ta ku nûbûn di jiyanê de hebe, ta ku mirovahî berdewam be, wê hizr û bîr azad di gengeşê û danûsatandinê de li ber xwe bidin.. Wek ku diyar e, hizra azad an pênûsa azad ewe ku, mirov di ramanên xwe de rastgo û durist be.. Û ta ku mirov di ramanên xwe de weha be gerek ti qeyd û bend li dor nebin; bi azadî karibe ji xwe re jiyaneke taybet helbijêre, bêyî ku di bin hizr û ramanên kotekî de bilive.. An di bin bandora hizr û ramanên kotekî de jiyana xwe derbas bike.


Eger neferek ji civatê, di hizra û bîra xwe de azad be û civata li dor ne li gor wê azadiyê be, li ber bîr û ramanên wî nekeve, ango di hizr û ramanên wî de negihêje, hingî, hizr û ramanên wî neferê azad dibin barekî giran li ser milê wî û civata wî bi hevre.. Ji ber vê yekê, pêdeviye ku desthilatek hebe ta ku wê civatê li hev ragire.. Desthilatek bi yasa be, ku rêveberiya civatê bike û yasayên xwe li ser tev neferên civatê bimeşîne, da ku cemawer di çarçoveke yasayî de, bi xêr û xweşî biparêze..
   Eger em bêne dor "Pênûsên Azad"; qunaxa giring ji hizra azad re; ez ne bawerim ku pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye.. Nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeşeyên azadî û demokratiyê. Û sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî, ji ber ku desthilatên welatên cîhana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û şert û mercên xwe ferz dike.. Û weha nivîskar bêçare di bin siya terorê de dijîn û ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ku berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
   Di baweriya min de, ev sansora kesayetî ku nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê dewletê xerabtire.. Ji ber ku, eger sansora dewletê perçeyekî ji nivîsandina nivîskarekî ku azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
   Nivîskarê azad, ew nivîskarê ku di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere wek: êrîşkirina tund li ser olê û hetîketiya bedena jinê, bi mebesta ku navdar bibe..
   Hizra azad, pênûsa azad, di zelalkirin û eşkerekirina şaş û xerabiyên civatê de ye. Ew şaşî û xerabiyên ku civat ji ber bendora wan paşketî maye..
   Eger nivîskar mêr be, wê di nivîsandinên xwe de şerê wan şaşî û xerabiyên civakê bike, bê ku sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan şaşiyan ji cemawe re raxîne ber çavan, da ku cemawer di ser wan şaşiyan biqevêze, li pişt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweşî û avakirina civata xwe ve here..

   Rewşenbîrî; ilm, zanîn û serwextiya giştî ye. Mirovên rewşenbîr jî, ew mirovên ku di nav me de dijîn û serwextî piraniya cûreyên ilm û zanînê ne û her dem û gav bi dûv zanîn û nûbûnê de dibezin, da ku civata me bi rengekî şaristanî û demokratî, bi pêşkeve û di xweşî, aramî û şadiyê de derbas bibe..
   Erê, mirovê rewşenbîr; xwedî zanîneke giştî û têvel e, wek: tore, bi tev cûreyên xwe ve, dîrok, bi şaristaniyên mirvaniyên xwe ve, erdnîgarî, bi çiya û deştên xwe ve, civat û polîtîkî bi fen û xapên xwe ve.. Ango mirovê rewşenbîr ji her cûreyên ilm, zanîn û toreyê dizanin.. Û çendî di zanîn û serwextiya xwe de kwîr û milevan bin, wiha ew ji rewşenbîrên rast û durist têne dîtin..
   Di vî warî de em nikarên kesên wek: Bijîjkan (Doktoran), bervedêran(Avokatan) û endazyaran ji rewşenbîran bibînin, eger ew di rewşenbîriya giştî de, bi rengekî têvel ne milevan û serwext bin.
   Li gor baweriya min, rewşenbîrê ku rast û durist xwe rewşenbîr bibîne, pêdivîye ku zanîna xwe bi rengekî hunerî, li gor ku di wê zanînê de pispore, di ber gelê xwe de xerc bike, çi di warê civatî, toreyî, siyasî an aburî de be.. Û bi mêranî û cegerdarî bervedêriyê di ber civata xwe de bike.. Ronahiyê berde ser quncikên reş û tarî di civata xwe de û bangke û bibêje: Ev rewş xerab û şaş e ya rast û durist eve ye.. Da ku civata ku ew têde dijî, bi pêşde here, di azadî û şadiyê de bijî..
   Di baweriya min de rewşenbîr wek pêxemberan e, li xweşî, geşî û pêşetina miletan digerin, bê ku cûdabûnê di nav nijadekî û nijadekî din de bibînin, an miletekî di ser miletekî re bigirin, tev nijad û milet li bal wan wek hevin.
   Rewşenbîrên rast rewşenbîr bin, ewin yên ku her dem û gav bi dûv rastî û heqiyê de dibezin.. Gelek caran, ji ber vî karê wan, sergêjek li wan digere, di ber bîrûbaweriyên xwe de têne girtin, sirgunkirin û kuştin wek; Ismaîl Beşikçî di roja îro de û Helacê Bexdadî di heymê derbasbûyî de..
   Di her heyamî de rewşenbîrên wî heyamî hene û ta ku çerxa felekê li dar be û mirovanhî li ser riwê zemîn hebe wê rewşenbîrên rast û durist jî hebin..

   Belê rewşenbîrên kurd kî ne? Rewşenbîrê kurd di gel şert û mercên li jor me gotin; Ewin yên ku tûrikê wan yê ilm û zanînê, ji du çandan hatibe dagirtin; yek jê, çanda fermî ye, ew çanda ku di dibistan û zankoyên biyaniyan de fêr bûne wek: Erebî, Farisî û Tirkî.. Ya din çanda kurdî ye, ewa ku ji biçûkanî ve di civata kurdî de fêrbûne û bûye perçak ji giyanê wan..
Ango rewşenbîrên kurd evin yên ku, ji du çandan bi hev re tûrikê xwe yê zanînê dagirtibin û sûdeya ku ji herdu çandan dîtbin, tevî bixin xizmeta ziman û ferhenga kurdî de…
   Di baweriya min de, ev yek tiştekî gelekî erênî ye ji rewşenbîrên kurd re. Vêca gereke rewşenbîrên kurd, wê çanda biyaniyan a ku fêr bûne, bixine bin xizmeta ziman û çanda kurdî de.. Ne ku çand û zargotina kurdî a ku ji bav û kalên xwe fêr bûne bixine bin xizmeta ziman û ferhenga biyaniyan de..
   Mirovê rewşenbîr roleke mezin di pêşketina civatê de dilîze. Jixwe rewşenbîr ewe yê ku civatê ber bi pêş ve dibe, rewşenbîr ewe yê ku li hemberî desthilatê disekine..
   Rewşenbîr û desthilat du hîmenên dijî hevin; rewşenbîr spî ye, desthilat reş e. Û ta ku dinya hebe wê reş û spî raserî hev bin, wê di nav wan de şer be û wiha ta dawiya dinyê.. Bi gotineke din, rastiya ku rewşenbîr lê digere tenê dêmekî wê heye, ew dêm spî ye. Yê rewşenbîr her dem û gav li wî dêmê spî digere û dêmê reş û tarî dihetikîne, ji cemawer re beyan dike.. Û wiha da ku civata ew ê rewşenbîr têde dijî, ber bi xweşî, geşî û azadiyê ve here..
   Bêguman rewşenbîrî, berî her tiştî hilperîn û afirandine.. Belê yê ku ne şareze, zîrek û serwext be, nikare berhevkarî û wergêriyê jî bike.. Ne her tişt têne berhevkirin û wergerandin, pêwîste ew tiştên ku berjewendiyên gel di wan de hebin, di xizmeta xweşiya gel de bin bêne wergerandin û berhevkirin.. Pêwîste ew berhevkarî û wergêrî di xizmeta gel de be. Berhevkarî û wergêrî jî berpirsyarî ye, wek ku çawa nivîsandin berpirsyarî ye.
   Belê, Ji şert û mercên rewşenbîrên kurd ku bi kurdî bixwîne û binivîsîne, sûdeya ku ji tore, çand û folklorê biyabiyan dîtibe - ango ji zimane dewletên dagirker- bixwe bin xizmeta ziman u toreya kurdî de.. Rewşenbîrê kurd ewe yê ku, bi zimanê dê û bavê xwe girêdayî be, di mala xwe de bi kurdî xeber bide, serwextî zargotina gelê xwe be.. Ku jê bê xwestin straneke kurdî an çîrokeke kurdî bibêje! Gereke zanibe, jiber be û bibêje, bi kêmayî yekê zanibe.. Hem jî, bi kêmayî gereke 25 pend û gotinên pêşiyan zanibe… Pediviye ku rewşenbîrê kurd çend malikan ji pêşgotina Mem û Zin a şêx Ehmedê Xanî ezber kiribe, hem jî, sirûda netewî kurdî Ey Reqîb ji ber kiribe.. Di gel ku serwextî dîrok, serhildan û erdnîgariya kurdistane be…
   Şertê ku giftugo li ser nabe eveye; Ku rewşenbîrê kurd bi kurdî bixwîne û binivîsîne.. Zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî be.. Hem jî divê ku serwextî tevgera rizgariya kurdî be, bi tev baskên wê ve û eger şaşiyan di baskekî tevgerê de an di civatê de bibîne, gereke bê tirs û bi cegerdarî wan şaşiyan li ber çavê welatiyan raxîne.. Dawî ez dibêjim ku rewşenbîr paleye di civata xwe de, palevaniya şaşî û nexweşiyên civata xwe dike, da ku civata wî, di xêr, xweşî û pêşketinê de bijî… Erê di baweriya min de mirovên wiha rewşenbîrên kurd in.
 
Konê Reş
Qamişlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.57
Bi Tevahî Deng: 14


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark