Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: Hijmara (24) an ya Hawara Nū derket

 

Hewlêr-kurdistan

Hijmara nuh ya (24) an ya meha Befranbarê ji kovara Hawara Nû, ya ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî mehane li paytexta herêma Kurdistanê derdikeve, kete ber destê xwendevanan de.


Hijmara nuh gelek babet û gotar û lêkolînên ramanî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û kurdî vehewandin.Ji bilî sergotara bi navnîžana “Nêrîna Kurdistanê ji rapora Baker-Hamilton” ev babet û gotar di kovarê de cihgirtine:”belgeya bendên sereke di rapora Baker-Hamilton de “û hevpeyivîna qenala El-Cezîre–zindî-bi Selah Bedredîn re û “Di bingeha xirabbûna rojhilata navîn û renckêžana xelkên wê de “ya Burhan Xeliyon û “Dadgeha navneteweyî di rê deye tevî destkužtin û qerzan”ya Raxîde Derxam.
Di bežê kurdî yê kovarê de, dosiyeya hijmara nuh derbarê salvegera 46emîn ya žewata sînemeya Amûdê bû, di vî warî de çend nivîsên taybet bi vê boneya diltezîn hebûn:Wexta ku li Amûdê dem rawestiya ya Selah Bedredîn-Agirê sînemeya Amûdê hêjî gež e ya Besam Mistefa–semînera Kombenda Kawa ya bi vê boneyê.Her weha , deqê semînerên heftane yên kombendê :semînera sekreterê PDK birêz Fazil Mîranî “Kurd di nav rûdanên siyasî yên taze de“-semînera birêz Keyfî Ebdullah”Kerkûk û madeya 140 a destûra Iraqê”-semînera birêz Žêrwan Heyderî”xwendinek derbarê destûra herêma kurdistanê de “ di gel hindek nivîsarên din û quncikên herdemî yên kovarê.Ji bo agahiyên bêtir navnîžana me ya elktironî eve:www.hevgirtin.net.

Sergotar
Di žûna sergotarê de

(nêrîna Kurdistanê ji rapora Baker-Hamilton)

1. Nehatina komîsyona James Baker û Lee Hamiltonî bo Kurdistanê, ji ber çi sebebî dibe bila bibe, kêmasiyeka mezin bû û wisa li ravekirinên wê raporê kiriye ko pêbaweriya xwe ji dest bide.
2. Di pêžniyara hejmara 26-ê de wê grupê daxwaza jinûvelênêrîna destûrê bi beždarbûna pisporên Neteweyên Yekgirtî kiriye.
Her jinûvelênêrîneka destûra Îraqê divêt di çarçeweya wê mekanîzmayê de be ko di destûrê bi xwe de behsê hatiye kirin. Ji bilî vê em hemî rengên destkariyê red dikin û divêt hemî alî bizanin yekîtiya axa Îraqê bi pêbendbûna vê destûrê ve girêdayî ye.
3. Di pêžniyara hejmara 28-ê de behsa wê yekê hatiye kirin ko qezenca ji petrolê bikeve bin desthilata hikûmeta merkezî de û li ser esasê hejmara nižtecihan bêt dabež kirin, herwiha ko desthilata herêmî bi ser bîrên petrolê yên nû de digel lihevhatina nižtimanî nagunce.
Di heqê vê pêžniyarê de, em pêbendbûna xwe bi wê destûrê ve dubare dikin ko rêyeka minasib destnîžan kiriye û em hemî rengên destkariyê tê de red dikin.
4. Di pêžniyara hejmara 30-ê de ko di heqê Kerkûkê de ye, rapor behsa pažvedana bicihkirina madeya 140-ê dike û têt xwestin ko çareseriya vê meseleyê bikeve ser milê ”Grupa nêvneteweyî ya pižtgiriya Îraqê” ko di raporê de daxwaza avakirina wê hatiye kirin. Qenaeta me ew e ko destûrê mekanîzma û dema bicihkirina madeya 140-ê diyar kiriye ko ev jî kêmtirîn tižt bû ko kurd pê hatin razî kirin, ji ber hindê jî her pažvedanek di prosesa bicihkirina wê madeyê de xetereka pir mezin peyda dike û bi ti awayî ew ji aliyê xelkê Kurdistanê ve nayêt qebûl kirin.
5. Di hemî raporê de behsa giringiya xurtkirina hikûmeta merkezî û lawazkirina desthilata herêmî hatiye kirin ko ev bi xwe jî li dijî prensîpên federalîzm û destûrê ne ko Îraqa nû li ser hatiye ava kirin.
Li vê derê em dubare dikin ko awayê federalîzmê rêya tenê ya parastina yekîtiya Îraqê ye.
6. Li çend cihên raporê de bi ažkerayî berjewendî û tirsa welatên cîranên Îraqê hatiye berçav kirin û daxwaza roleka zêdetir ya wan welatan hatiye kirin ko bi qenaeta me ev li dijî berjewendiyên gel û axa Îraqê ye, nemaze berjewendiyên gelê Kurdistanê, û ev desttêwerdanek e jî di karûbarê Îraqê de.
7. Di hinek niqteyên raporê de wekî pêžniyara hejmara 27-ê û 35-ê daxwaza wê hatiye kirin ko ew aliyên ko li dijî prosesa siyasî bûn û karê židetê kirine, bên xelat kirin û ew jî bi beždarkirina wan di hikûmetê û desthilatê de ko li gor qenaeta me ev jî li dijî berjewendiyên piraniya herî zêde ya xelkê Îraqê û demokrasiyê ye.
8. Digel spasî û pêzanîna me bo serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê George W Bush û îdareya emerîkî di roxandina rejîma berê û mihaweleyên wan di avakirina Îraqa nû de, em wisa dibînin ko komîsyona James Baker û Lee Hamiltonî hinek pêžniyarên nerealîst û nelicih pêžkêž kirine ko goya arîkariya Emerîkayê dikin da ji tengasiyê derkeve.
Heger bi van nêrînan bixwazin wan pêžniyarên nelicih li ser me ferz bikin, hingê em bi navê xelkê Kurdistanê radigihînin ko tižta li dijî destûr û berjewendiyên Îraqê û Kurdistanê be em qebûl nakin.
9. Ev rapor berovajî wan gotinan e ko rêzdar James Bakerî bi telefonê ji me re behsê kiribû û gotibû ko di raporê de behsa liberçavgirtina xweseriyên Kurdistanê hatiye kirin. Herçend berî derketina raporê me fikr û qenaetên Kurdistanê diyar kiribûn lê belê komîsyonê ti giringî nedaye nameya me û nexwendiye jî.
Di dawiyê de em dibêjin:
— Em bi ti awayî pêbendê vê raporê nabin.
— Çênabe ko prosesa demokrasiyê û destkeftên gelê Îraqê û bi taybetî yên gelê Kurdistanê bêne berterf kirin, û nemaze pižtî hilbijartin û destûrê ko ji aliyê % 80-yê xelkê Îraqê ve hatiye qebûl kirin û civaka nêvneteweyî û berî hemiyan Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê pižtgiriya wê kiriye.
— Berî ko çareseriya problemên Îraqê ji aliyê xelkên dî ve bêt kirin, bila ji aliyê îraqiyan bi xwe ve bi rêyeka rasteqîn bi lihevhatineka nižtimanî bêt kirin û ji bo vê jî em daxwazê li hemî hêzên îraqî dikin ko ewên bawerî bi prosesa siyasî û destûrê, û îraqeka federal û demokratîk hebin bila pêngavên esasî ji bo çareserkirina van probleman bavêjin da ji çareserî û pêžniyarên xelet yên welatên herêmî û cihanî rizgar bibin.

2006-12-07

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark