_ Binere!...Çekên min xwežikin ?!...
_Xwežikin….Xwesik!!.... Lê pêwîstî bi kirîne vî fîstan niha tunebû…Ne usa..!?
_ Çawa a aa?!...Ma çekên min yê ku pê herim mêvaniykê, serdanekê sok û dîlanekê hene….A a ?!
_ Berî çend rojan, min fîstanekî zerî bi gul,xwežik û delal ji te re nekirîbû?
_ Belê! Lê ne î modêl e. Yan bibêjim, ew ne modêl werzê em têdene.
_ Her werzekî modêlek jêre pêwîste …? Usabe pêwîste salê çar fîstanan ji te re bikirim!...
_ Erê can im, her werzekî modêlek wî heye. Jinik hinekî rawestiye wekî ku bênvedanekê bibe xwe û dîsa got:
Ez wekî jinên xelkê çekên qîmet giran û buha nakirim. Tu dizanî ku jine te gelekî li ber bazarê dide. Tižtê ku bi sedî be, ez bi bîste dikirim. Jine te xwežik û zîreke. Hela li vî qûmažî binêr. „qetek qûmasê ku di destê jinikê debû“
-Tu çiqas qîmet didî vî qûmažî ..?
- Nizan im !....
- Tužtekî bibêje…
Mêrik qasekê qetê qûmaž di navê tiliyê xwe de bir û anî û got:
- Ez mitra vî qûmažî sî heya çil werqeyî pê didim.
Jinik;
- Efendim…!? Ezê hewqas pera ji kuderê bînim , a a? Heya ku ez sed wereqî ji te distînim çavê min dirjên!!... Min qûmaž tev bi deh weraqan kiriya…Tu çi dibêjî !?... Tu dizanî ku ez gelekî li ber bazarê didim.
-Tu jineke gelekî bažî û ciwanî. Rewža min ya darayî vê demê ne rinde!....
- Herdem tu usa dibêjî; Pera tunin, tunin……
Mêrik rabûbû ser piyan û du-sê caran rûdêne ji boyaxê sor-sipî paçû kirbû û gotibû: her usa tižtên erzan bikire.
Mêrik her bi bažî pesnê jina xwe ji bo hevalên xwe yên kar re dikir û digot: Jina min gelekî li ber bazarê dide û hima-hima çekan belaž ji maxazinê tîne.
Dema wî usa çalekiyên jina xwe tanîn ziman, Hisêno jî pesnê jina xwe dida û digot:
- Bawer bike ku jina min jî wek ya te zîrek û çelenge. Biner li vî qûmažî(li ber cama dikane qûmaž sekinîbûn) mitra wî bi sî û pênc wereqan e, jina min berî çend rojan bi deh weraqan kirîbû!!!!!!!.....
- Birayê Hisên o bawerke ku ez û tu bi jinên xwe bextwer û kamuran in. Ji aliyê rêz û edebê ve jî jinên me gelekî bi rêz û edebin û bi ser de jî pir xwežik û zane ne jî.
- Welahî raste !... Heger ne usa bane ma me yê bi van perê hindik çawa biqedande.
Hevalek ji wê de tê:
- Roj baž hevalno!. Hûn li çi dinerin..!?
- Ser çava birayê Silo.
- Tu ji kuderê tê Silo…?
- Hûn ji bo jinên xwe li qûmaž digerin û dikirin, ez jî ji mala jinan in têm.
Herduwan bi hevra:
- Mala jinan…..!?
- Erê! Erê mala jina, Mirov derbasî salonê dibe sê weraqan didî û derbasî odake çend qul di dîwar de hene, di wan qulan re li jinên tazî dinhêrî, heta bêjî bes aaa a bas e!..
Hisêno: Ê mal wêran..Silo derwan bike derewên bi kiras. Mal wêran ma mala jinan hola gokê ye..!? Rast dibêjî, ew mal li Europayê hene, ne li ba me !!
- Baža! Hûn bawer nakin!? Bilêt ji kîsî we werin ez we bibim.
Hersê hevalan hilkižiyabûn qata jor, li salonê çend mêran xwe li erdê dirijkirbûn û çavên xwe kirbûn qulên dîwar. Hersêyan jî wekî wan mêran çavên xwe kirbûn sê qulan!...
- Ez mantokî sor-rengîn dixwazim.
- Ji bo xatrê çavên te yê rež manto ji bo te… Ji vê modêlê ?
- Belê!.. Ew modêl gelekî buhaye, lê ji bo vê bejina te û ramusanekê ji bo te bê pera!.. Hela çelkên xwe dayîne û vî fîstan li xwe bike!..
- Baže!...
- JI xweke can im, ji xweke!....
- ……, …..
- Mal memikan dayîne!..Tu danyînî nikarim baž pîvan e te bipîvim!...Ha aa aa a usa bejina te wekî tayê rihanê….y..a..
- …. …. ……………………………..
Mêrik ber êvarî ve derbasî malê bûbû. Bi derbasbûne mêrik re, jinkê ber bi wî ve hatibû û gotibû:
- Binêre! Mantoyê minî sor-rengîn çiqasî li bejina min tê. Tu dizanî min bi çi qasî kiriye ?! Tu çiqas qîmet didî vî mantoyî?!
Çavên mêrik beloq diman li manto dinhêrî.
- Çima qîmetê manto nabêjî..!?
- Manto!....A a manto. Hêjaye sere min û Hisêno herduwan. !!!!!!!!
*******************************************