Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Me Mirovdost, Pispor u kurdperwerekî mezin winda kir!

 


  Dr. Ibrahîm ê Mehmûd

Herçiqase ku ez tani vê kêliyê jî bawernakim, lê sedcar mixabin wise diyare, ku ew peyama diltezên a ku sheva  çarþembê 16.5.2012 Katjimêr 23h ; a koça dawî ya Kurdperwer, dosthez, pisporê nishtegeriyê ê navdar û Siyasetvan Dr. Hisên Kîkî  li Nexweþxana Charité li Bajarê Berlînê gihabu min, dibe rastî!!!


Bêgoman ji min re pirr zehmete, ku ez hestên xwe bi gotinan di derheqa mirovekî de derbirim,  ku bi dehên sala min ji nêzîkve weke hevaldostekî bêhempa dinasî û pêre xebata siyasî kiribû, lê tevî wêjî, ezê deynê xwe ê dawî bidim wî kurdperwerê mezin û hewil bidim dîmen û bîreweriyên berî 34 salan, dema ku min yekem car Textor Kîkî nasî, bi bîr bênim...
Cihê amajepêdanêye bê gotin, ku ez yek bûm ji gelek gêncên Partiya çep a dêmoqratî kurd li Sûriyê di nîvê salên 70 ê de ji sedsala buhurî, ku me berdewam dengûbasên hevalên xwe yên li Europa di shopand...Ji nav gelek navan, navê Dr. Hisên Kîkî jî weke hevalekî me ye ji taxa kurdane li Shamê ber guhê me diket...Sal derbas bûn qederê wise lê kir ku berê minjî kete derveyê welat, bi hêiya xwendin û xizmeta milet û nishtiman...Yek ji stasyonên ku ez berî destpêka xwendinê têre derbas bû bûm Berlîna Rojava bû. Pishtî pêshwazî û nasîna hevalan destpêka sala 1979 an li Berlinê,  me pirsa Dr. Hisên kir­? Ji me re gotin ku ew li bajarekî durî Berlûne û jiber karê xwe yê textoriyê li nexweshxanê, kêm tê vir, lê hemû hevalan bi bêciyawazî bi bashî pesnê wî dan! Bêgoman vê yekê hisht ku em zêdetir bi hisreta naskirina wî bin...Cara yekem di Newroza wê salê de me hevnaskir...Bi rastî jî ew gotinên ku di derheqa wî de hatibûn gotin, kêm bûn û ne zêde bûn: Ji min re mirovekî nefispiçûk, civatxwesh, comerd, dilsoz û kurdhez hate xwiyan; ji wê kêliyê de û heta roja dawî (25.04.2012) ku ji Hewlêr ber bi Elemanya ve çû, ew wêneyê bash li ba min ma û nêzîkbûneke rêxistinî û dostaniyeke shexsî (tevî ku ew bi gelekî ji min mstirbû jî), di nabera me de dirust bû...Wise lê hat ez deh sala jibo xwendinê li Yekîtiya Sovyêt (a berê) mam, lê pêwendiyên me bi Textor re her man û çend caran jî di çarçoveya civîn û konferansê rêxistinê de a Partiya Hevgirtina Gelê kur li Sûriyê, me hev di dît...Disan qederê wise lêkir, ku pishtî xwendinê, sala 1990 î ez tevî kufletê xwe li Elemanya, li bajarê Bonn ê (paytexta berê), 100 Km. Nêzîkî Dr. Kîkî nishtecih bibim...Ji wê salê ve û hetanî ku Textor dest ji karê rêxistinî sala 1996 an kishand, nêzîkbûna me a shexsî û rêxistinî xwrtir bû. Li vir pêwiste bêgotin, ku Dr. Hisên bi drêjahiya salan endamê komîta merkezî a P.H.G.K. li Sûriyê bû, herweha endamê serkirdayetiya Rêxistina Ewropa a Partiyê û endamê birêveberiya (Kombenda KAWA bo çanda kurdî) jî bû; bêgoman pirr zehmete di vê gotara bi bona vê bûyera xembar de ez hurgilyên xebata wan salan a pirr çalak û hema bêje heftana bû, bênim ser kaxezê, lê pirr giringe bê nivîsandin, ku li gorî naskirina min jêre, wî carekê jî kemterxemî; ne madî û nejî bi çalakiyên cesteyî ( cesedî) nexistiye karê kurdayetiyê de û timê jibo alîkayia ne tenê hevalê Partiya xwe û ne twenê kurdên Parçey xwe (rojavayê Kurdistan), belê jibo her kurdekî kiriye; ew ji dil û can xemxwirê yekîtî û hevgirtina tevgera rizgarîxwazî kurdistan bû; bi alîkarî û beshdariya wî civîn û hevdîtin jibo wê armanca pîroz hatine kirin.
Xebat û çalakiyên textor Hisên gelekî berfereh bûn, jibilî karê rêxistinî, wî gelek çalakiyên civakî û pisporiya nishtegeriyê jî dikir! Roleke wî a mezin di avakirina Yekîtiya Textorên kurd de li Elemaniya hebû û gelek salan berpirsyaretiya wê kiribû...Alîkariyeke mezin di gelek buaran de bi penaberên kurd re, yên li derdora xwe dikir...Rola wî di nav rêxistinên Elemanî de, bi taybetî yên li bajarê wî – Iserlohn – gelekî ber bi çav bû; ez bash dizanim, di çarçveya çalakiyên rêxistina – Tevgera Ashtiyê – (Friedesn Bewegung) de, alîkariyeke mezin jibo Bashurê Kurdistanê kirin, bi taybetî di destpêka salên 90 î de ji sedala buhurî; sala 1993 an ez jî tevî Textor û grupeke eleman em hatin bashur û gundek li navçeya Barzan bi navê Asta avakir û alîkarî dane gundiyan ( ev yek di filîmê min de weke belge hatiye tomar kirinê)...
Bêgoman di drêjahiya salên xebata me de bi hevre, gelek caran cudahî di bîr û boçûnên me de hebûn, lê çend xeysetên textor hebûn, ku erke li ser min ez li gor nerîna xwe bêjim:
1-    Ew di têkliyên xwe de mirovekî democrat bû, bi hemû wateya vê gotinê! Nefispiçûk û gotinnerim û xwesh!
2-    Ew di helwêstên xwe de rastgo bû û eshkira raya xwe digot û rexne digirtin û herweha rexnejî bi singeke fereh qebûl dikirin!
3-    Ew di helsengandin (teqîîm) û hukumkirina xwe de li ser dost û hevalan adil bû û bi ûjdan bû!
4-    Ew mirovekî bi kîn û dilresh nebû, ruhê lêburdinê li ba wî hebû!
5-    Ew ji dil û bi bawerî mirovhez û ashtîxwaz bû! Daxwazkirê li hevhatin û dostperweriyê bû!
6-    Ew ne bêbext û xedar bû; bi qasî ku ez dizanim wî naheqî li kesekî nekirîye!
Bêgoman her mirovek kemûkuriyên wî û gunehên wî hene, dibe ku ez gelek tishtan bi hurgilî di derheqa Textor de nizianbim, lê ya ku ez bêtiris dikarim bêjim, heat vê kêliyê jî min ne dîtiye û nejî bihîstiye, ku kesekî bi nebashî li ser wî axaftiye…Hertim min gotina bash û qenciyê di derheqa wî de bihîstiye!!! Bi dîtina min ev dan, xwedê daze kêm kesan, nexasime di civaka me kurdan de?!
   Jiber wê jî, ez bawerim wê Textor Hisên Kîkî demeke pirr dirêj di dil, hish û bîreweriyên dost, heval, nasiyar û kurdan de bijî…Hezar rehmet li giyanê wîyî pak bê.                                                                 

Dr. Ibrahîm ê Mehmûd
Hewlêr / Bashûrê Kurdistan
19.05.2012

-----------------------------

P.S.: Ez dizanim îro li Berlin ê behiya Textor Hisên li dardixin û bi sedan hogirên wî amade dibin...Ez ku bi hezaran k.m. dûrî we me, hevbeshê xema we me, bi taybetî yê zarok û malbata wî û herdû birayên wî yên ku ez wan nasdikim: Mihemed û Ednan. Bi bê mubalexe min kesekî ji xwe re nêzîk winda kir, bi taybetî van her sê salên pashîn li Hewlêrê, heftî drebas nedibû ku carek yan ducar me hev ne didît û xweshî û xemên xwe bi  hevre parve ne dikir...Lê kula minî ku ez nikarim jibîr bikim: vê carê roja 25.04 siat 1,5 berbangê dema min û dostê meyî hêja Danîsh ew ber bi balefirxana Hewlêrê ve bi rê kir; min xatir jê nexwest bi hêvya ku wê ew roja 21.05. 2012 vegerê û çend pilanên me hebûn ku em wan cê bi çê bikin, lê sedcar mixabin...

_____________________________________________________________________

 Bi kurtî pênasa Dr. Kîkî:
Dr. Hisên di roja 25.9.1938 li taxa Kurda li Bajarê Þamê ji dayik bûye , sala 1962 koçbarî bajarê Berlîna ( Rojava )  ji bo xwendinê dibe ,  paþ xwendina pizîþkî û pisporiya jinan (Gynekolog) û Acupunktûr ,  nêzîkî 35 sala li Nexweþxanê û dûre serbixwe kar dike .
Di sala 1962 dibe endamê Komeley Xwêndikaranî li Ewropa û dibe endamê çend Komîtê Birêvebira Berlînê ya Komelê . Herweha ji destpêka damezrandina Komela Pizîþkên Kurd li Elmanya dibe endamê wê û pir caran dibe  endamê Komîtê û serokatiya wê .
Ji salên 1970 de ew jî wekû hevalên din ; Organa Ewropa ya Partî Dêmoqratî Kurdî Çep li Sûrya damezrandin ko dûre wekû Hevgirtina Gel tê nasîn . Birêz Hisên cihê xwe wekû endamê Komîta Birêvebira Ewropa digre û dûvre dibe endamê Komîta Merkezî yê Partiyê . Di sala 1988  Partiyê bi cih dihêle û wekû kesekî ne girêdayî Partiyê kar û çalakî û xebata  xwe berdewan dike .
Sala 2006 koçberî  Herêma Kurdistanê ( Hewlêr ) dibe bo xebata tenduristî û kurdayetî karê xwe berdewm dike .
Lê mixabin berî du hefta wekû nexweþê Zerikê ( Hepatitis B û E ) tê Berlînê û dikeve Nexweþxanê û li wir jiyana xwe ji dest dide .
Roja çarþemê 16.5.2012 Katjimêr 22,17 h ; Welatparêz , Kurdperwer û Siyasetvan Birêz Dr. Hisên Sado Kîkî  li Nexweþxana Charité li Bajarê Berlînê bi temenekî 74 salî çû ser dilovanya xwedê .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark