Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: CIWAN HÊZA VEGURÎN Û BEREVANIYÊ NE

 


Nivîs : Melevan Resûl

Li roja înê 11/5/2012 simînarek rewşenbîrî bi rêveberiya yaneya EHMEDÊ XANÎ li navenda Dicle ya çand û huner di bin nav û nîşanê (ciwan hêza veguherîn û berevaniyê ne ) li dar ket .
Pêşî hemû beşdar kêlîk dê deng li ser giyanê şehêdên kurdistanê rawestiyan û şehîdên kurd yên li  bajarê Heleb birêzgirtin bibîr anîn .


Endamê kordînasyona tevgera ciwanên rojavayê kurdistanê , berêz BARAN simînar pêşkêş kir û bal kişande ser rola ciwanan di hemû qunaxên xebata li dij sitemkar û dagirkeran û weha got :
Hêza sereke di nava civakê de jin û ciwanin û di nava civaka kurd de herdu çîn hîna dibindestiya malbat û ramanê bavîtiyê de jiyan dikin , rêgirtina malbatê ji hewldanên ciwanan re dihêle ku ciwan vîn û hêviyên xwe winda bikin û di encamê de civakek bê helwest tê kedîkirin û viyana wan tê şikandin , çi dema hêza ciwanan bê bandor bimîne , hingî civak bigiştî têk diçe û hêza desthilatdar bi hêsanî civakê kontrol dike û pûç dike , gotinê ku mezin û bîrewer ji ciwanan re dibêjin ku ew bê ezmûn û tecrube ne û nikarin siyasetê bi şêweyekî dirist birêve bibin , çewte û ne duriste , ji vê yekê em dibînin çawa di şoreşên li welatê Ereban li darketîn û ciwanan ew vegurîn di sisteman de pêk anîn , lê mixabin hêzên partîzan û idyolojîk , bi taybet bawermendên Islamî hatin li ser keda ciwanan rûniştin û berhemên wê xistin bin destê xwe û ciwan li qiraxan man .
Germahiya nava dilê ciwanan tu carî bi têra avakirinê nake heger ew hêz ne birêxistin kirî û xwedan hişmendiyek zanist be .
Di seranserî welatê me de ciwan û xwendevanan rola pêşengî di bizava rizgarîxwaza netewa kurd de leystine û qehremaniya herî mezin neqşe kirin e , niha jî ciwanên kurd li rojavayê kurdistanê di hemû xwepêşandan û serhildanan de , dîsan jî bûne hêz û viyana serkeftinê di dilê wan de jan dide .
Dagirkerên kurdistanê her demî xwestine ku ciwan berê xwe bidin kartêkirinên ne rewa û di hemû alavên ragihandin û çapemeniyê de , her xwestiye ku ciwan ber bi lûsekirin û reva ber bi kiryarên sexte û xirab ve bajo û gelek derfetê qizinckirina pereyan yan belvkirina madeyên bêhoşkirinê û girêdana bi rûtariyê ve ji xwere kirine armanca alozekirin û pişaftinê .
Ya herî girin ewe ku ciwan bibin xwedan beryar û projeyên çareseriya mijarên milet û welat pêşkêş bikin û xebatê di ber de bikin , herî giring di vê qunaxê de ya di seranserî welatê me Sûrî de dibe û bi taybet di rojavayê kurdistanê de, pêwiste ciwan bibin xwedan hêza veguherînê û hêza xwe bidin ser hev ji bo parastina gelê kurd ji diyardeyên bivek ku roj biroj miletê me ber bi şerekî dijwar ve tajon .
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark